Ticker

10/recent/ticker-posts

Ji bo Mexmûrê ji Şaredariya Livorno û Heyva Sor projeya hevpar

Şaredariya Livorno û Heyva Sor a Kurdistanê ji bo Mexmûrê projeya hevpar a bi navê “Ji her kesî re dibistanek” dan destpêkirin. Di çarçoveya xebatên pêşxistina projeyê de ku ji bo Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî dibistan û qada lîstikê tê çêkirin.

Şaredariya Bajarê Livorno ya Îtalyayê û Rêxistina Alîkariyê ya Kurdistanê Heyva Sor a Kurdistanê li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê, projeya hevpar a avakirina dibistan û qada lîstikê dan destpêkirin.

Li salona merasîmê ya Palazzo Comunale bi armanca danasîna projeya bi şîara “Bi hev re ji bo Mexmûrê: Dibistanek ji bo her kesî” hat destpêkirin civîneke çapemeniyê hat lidarxistin. Şaredar Luca Salvetti, Endama Meclîsê Berpirsa Têkiliyên Navneteweyî Barbara Boncîanî û Serokê Heyva Sor a Kurdistanê Îtalyayê Alîcan Yildiz beşdarî civîna çapemeniyê bûn.

Şaredar Salvetti di civînê de axivî û wiha got: “Careke din ev bajar û herêma ku zehmetiyên mezin lê tê dijîn, bi beşdariyeke mezin projeya avakirina dibistanê jî di nava vê hevgirtinê de ye.”

Encûmena Şaredariyê Boncîanî diyar kir ku Rêveberiya Şaredariya Livornoyê her tim nêzî civaka Kurd bûye. JI ber xebatên girîng ên alîkariyên mirovî yên li herêmên Kurdistanê spasiya ofîsa Heyva Sor a Kurdistanê ya Îtalyayê kir û wiha got: “Kurdistan qada şerekî germ e. Mixabin li ser hinek pevçûnên ser gelê Kurd kêm agahî tê gotin. Em dixwazin piştgiriyê bidin çalakiya Heyva Sor a ji bo zarokên birûmet û bi taybet Mexmûrê ku di bin xeteriyê de ne.”

Serokê Ofîsa Heyva Sor a Kurdistan Îtalyayê Alîcan Yildiz spasiya hemû kesên ku di avakirina dibistanê de keda wan heye kir û zilma ku bi salan e li ser gelê Kurd tê meşandin û têkoşîna jin û zilamên Kurd bi bîr xist.

Nivîskarê navdar Zerocalcare jî  piştgirî da projeyê.

Agahiyên li Ser Projeyê

Di projeyê de dibistaneke ku her sal 150 zarok tê de cih digire bê avakirin. 5 mamosteyên jêhatî, yek psîkolog, yek perwerdekar û du personelên ewlehiyê dê bi berdewamî bixebitin da ku jîngehek fêrbûnê ya teşwîq û ewledar peyda bikin. Dibistan dê bi baxçe û qada lîstikê bê dewlemendkirin.

Heyva Sor a Kurdistanê ji bo pêkanîna projeyê pêwîstî bi piştgiriya her kesî heye û ji bo bigihê armanca xwe yapêwîstî bi 120 hezar Euro heye.

Li gorî texmînên şaredariya kampê ku çavdêriya kampa ku 13 hezar kes lê dihewîne, di nava 6 mehan de avahî, baxçe û qada lîstikê, xemilandina hundir û sazkirina hewayê dê bi qedîne.

Hûn dikarin bi rêya malpera Heyva Sor Kurdistan Italytalya (Mezzaluna Rossa Kurdistan Italia ETS) (https://www.mezzalunarossakurdistan.org/) beşdariyê bikin ku li wir hûn dikarin hûrguliyên zêdetir li ser projeyê û agahdariya li ser pêvajoya bi bexşînê bibin alîkar.

Yorum Gönder

0 Yorumlar