Ticker

10/recent/ticker-posts

BI DAIŞ’Ê NEKARÎ BI PDK’Ê PÊKTÎNE

 


Kerkûk bajarek yê Kurdistanê ye, lê di nav de gelek bawerî û etnîkên din jî dijîn. Weke bajarekî

pêkhateyan û baxçeyê gelan e. Ji ber hebûna pêkhateyên din yên bi hezarî sale têde dijîn,

êdî nabe tenê bêjin ya tenê yek netewê ye. Ji ber ku bi hezaran sale di encama şer, koçberî,

guhertina demografî, xela û gelek sedemên din de neteweyên cûda jî hatine li Kerkûkê

bicîh bûne û di roja me ya îro de bûye warê wan jî. Lê dîsa jî divê neyê ji bîr kirin, nifûsa herî

zêde ya Kerkûkê Kurdin, piştre Ereb û piştre jî Tirkmen tê.

Kerkûk di rastiyê de ne tenê ji ber pir netew û bawerî têde dijîn, timî bûye navenda şerê

desthilatdaran. Mijara sereke ya timî dibe pirsgirêk, yek dewlemendiyên enerjî û neftê yên vî

bajarî ye. Iraq di asta cîhanê de şeşemîn welatê dewlemend yê neftê ye, herî zêde jî neft li

bajarên Kurdistanê Mûsil, Kerkûk û piştre jî li Herêma Kurdistanê heye. Ji ber vê jî bûye

navenda timahiya hêzên navnetewî û herêmî. Dewleta Tirk jî li ser Tirkmenan re hem dixwaze êrişî Kurdan bike, herêmê dagir bike, hem jî dest dane li ser van dewlemendiyan. Timahiya sereke ya dewleta Tirk ev dewlemendiyên bin erd yên Kerkûk û Mûsilê ye. Hem ji ber faşîzma Tirk a nijadperest, timî Tirkmenên Sune li dijî gelên herêmê û Kurdan sor dike. Bi xeyalên avakirina împeretoriyeke nû ya Osmaniyan timî li pey dagirkirina tevahî Başûrê Kurdistanê ye. Hem li pişt hemû aloziyan dewleta Tirk derdikeve, hem jî di her tevlîheviyên ku çêdibe de keysbaz nêz dibe, tiliya xwe dixe nav de û dixwaze avê tam şêlû bike, ji bo ji vê şêlûbûnê sûd werbigire.

Di sala 2014’an de Kerkûk bi saya gerîlayên HPG-YJA Starê, ciwanên xwebexş yên Kerkûkê û

pêşmergeyên YNK’ê ji dagirkeriya DAIŞ’ê ya bi sponsoriya dewleta Tirk parastin, nehiştin

Kerkûk bikeve destê çeteyan. Ji ber ku gerîla destur nedan Kerkûk bikeve destê DAIŞ’ê, di her

fersendê de hebûna wan a li Kerkûkê dixiste rojevê û dikir hêceta dagirkirina Kerkûkê.

Di dema referanduma Başûrê Kurdistanê de ku qaşo PDK pêşengiyê jêre dikir û 16’ê

Cotmeha 2017’an de ji bo parastina Kerkûkê yek gûle jî ne teqand, baregehên xwe ji hêzên

Heşdî Şebî re hiştin. Bi hezaran Kerkûkî ji ber qumara PDK’ê û piştî Şengalê careke din pişta

xwe da gel ti daxwazeke vegera wan çênebû.

Piştî bûyerên 16’ê Cotmehê ku berhema siyaseta Barzaniyanbû, bajêr rengê xwe yê

Kurdistanî hêdî hêdî ji dest da, rengê Tirkmen û Ereb derket pêş. Kurd jî li bajar û welatê

xwe bûn biyanî!

Ji 16’ê Cotmehê ve ji ber astengiyên PDK’ê û dewleta Tirk, parêzgerek ne hatiye hilbijartin. Ji

ber vê jî bi parêzgerekî bi wekalet yê ji pêkhateya Ereb tê rêveberin. Ji derveyî PDK’ê hema

bêje hemû hêzên Kurd yên li Kerkûkê xwedî piştgiriya gelin, di hemû bûyeran de li hev kom

dibin û yek helwestê nişan didin. PDK ne tenê tevlî hevpeymaniya hêzên Kurd nabe, ji bo belavkirina wê di xebite, bi hêzên dijminên Kurdan re ku nûnertiya nijadperestiya Tirk û DAIŞ’ê dikin re dibe yek. Di hilbijartinên encûmenên parêzgehan de ku biryare 18’ê Kanûna îsal pêk were jî, heman tişt rûda. Hêzên Kurd hemû hev girtin, tenê Nifşê Nû ku girseyeke xwe li wir nîne û PDK tevlî nebûn. PDK bi Eniya Tirkmen û bi hinek Erebên Sûne re bû yek. Encax beriya hilbijartinê dewleta Tirk dît ku wê tifaqa Kurd û her wiha hêzên Şîe di hilbijartinê de zêdetir bînin, lewma ji bo betalkirina hilbijartinê dest bi provakasyonan kirin. Di rastiyê de eger pêşî lê ne hatiba girtin û pîlana wan deşifre nebûba, dibe ku pêşî li aloziyeke mayîn de ya pêşî li şerê Kurd û Ereb bihatiba vekirin. Ev jî wê tenê di berjewendiya dewleta Tirk a faşîst de ba. Hem wext li Dêrazorê fitne derxistin, dixwestin li Kerkûkê jî li bajarê pêkhateyan yê Kurdistanê û li warê enerjî û dewlemendiyên madî û menewî jî heman aloziyan derbixin.

Dewleta Tirk sala 2014’an nekarî bi DAIŞ’ê pîlanên xwe yên dagirkeriyê bibe serî, niha bi

bikaranîna malbata Barzanî û PDK’ê dixwaze Kerkûkê tevlîhev bike, ciwanên Kurd bike

qurbanê siyaseta şaş a PDK’ê, şerê Kurd û Ereb derbixe, di nava vê şêlûbûnê de ji xwe re

masiyan bigire. Her wiha nekevin hilbijartineke ku wê dewleta Tirk û PDK têde winda bikin. Ji

ber ku li Kerkûkê piraniya girseya heyî yan didin YNK’ê, partiyên sosyalîs û Şûî, yan jî didin

Tevgera Azadiyê. Ev hêz jî tifaqeke xwe çêkirine û helwest li dijî PDK’ê ragihandine. Li

Mûsilê jî li ser koçberên Êzîdî yên li kampên (di rastiyê de zîndanên) PDK’ê de ne, Tirkmen û

beşek ji Erebên Sûne yên Mûsilê re encam bigirin. Ji ber vê di qanûna hilbijartinê de biryarek

taybet ji bo Mûsilê dan derxistin, ew jî ewe ku koçberên Mûsilê ku Şengalî jî di navê de ne

dikarin li cihê ku lê dijîn deng bidin! Ev jî tê zanîn di berjewendiya wan de ye.

Ev tevlîheviya ku li Kerkûkê çêbûyî ne tesadufe, piştî serdana Wezîrê Karên Derve yê Dewleta

Tirk Hakan Fîdan ya Iraqê çêbû. Ev bi temamî organîzeya Fîdan ya li dijî gelê Kurd û Ereb bû.

Dixwest herdû gelan bi hev bidin şerkirin û di vê tevlîheviyê de ewlekariya Tirkmenan bixe hêcet û

destwerdanê li Kerkûkê bike. Ji bo vê jî PDK’ê bikartîne. 4 ciwanên Kurd bûn qurbanê

provakasyona PDK’ê. Niha jî têgotin, dewleta Tirk Tirkmenan zêdetir çekdar dike, xwe li xeta Kerkûk, Kifrî, Xûrmato û Mûsilê rêxistin dikin. Bi taybet jî ciwanên Tirkmen ji bo perwerdeya profesyonel ya çekdarî, îdeolojîk û îstîxbaratê dişîne Tirkiye. Hêzên ku berê çekdarî kiriye jî, dixwaze li Iraqê fermî bike, lê rûberûyê astengiya Şîe’yan tê. Ji ber Şîe dizanin, armanca wan ne

parastina Tirkmenane, dagirkeriye. Jixwe Erdogan û Fîdan jî careke din gotin, ‘Kerkûk

warê esasî yê Tirkmenane’ û gef li hêzên Iraqê xwarin. Ev jî li Iraqê rastî nerazîbûnan hat.

Daxuyaniyên Erdogan, Fîdan û Barzaniyan da nîşandan ku çawa komployeke hevbeş li dijî gelê

Kurd û Ereb kirine.

Rewş aram xuya bike jî, lê dewleta Tirk û PDK dest ji lîstikên xwe bernadin û hîn jî metirsiya

aloziyan heye. Ji ber hilbijartinên parêzgehan dibe ku ev alozî germahiya xwe biparêzin û destûr

nedin çêbibe. Ji ber vê dibe ku hilbijartinên encûmenên parêzgehên Mûsil û Kerkûkê

pêvajoyeke germ û nediyar bixwere bîne.

Bêrîtan Zagros


Yorum Gönder

0 Yorumlar