Ticker

10/recent/ticker-posts

BI PIŞTGIRIYA MALBATÊ BÛ XWEDÎ KARGEH

Dayîka Pîjan Nêrwehî, ev bi salane ji bo debara jiyana malbata xwe li Wargeha Mexmûrê kargehek a kel û pelên malan vekiriye û bang li tevahî jinan dike ji bo ku xwe di mal de nefetisînin, her cûre karan bikin.  

Armanc Herekol

Jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi derfetên xwe yên kêm, ji bo ku xwe neçarî derve nekin, di nava wargehê de ji xwe re kargehan vedikin û bi wê debara mala xwe pêşwazî dikin. Yek ji wan jinan jî Dayîka Pîjan Nêrwehî ye. Dayîka Pîjan xwedî 8 zarokane û ev sê salin li Wargeha Mexmûrê kargehek vekiriye û alavên malan difiroşe.

‘Ji bo jinan jiyan zehmet e’

Dayîka Pîjan Nêrwehî ji rojnama me re peyivî û diyar kir ku wê bi piştgiriya malbata xwe hêz girtiye û li ser wê yekî kargehek vekiriye û got: “Ev sê sal in, min ev kargeh vekiriye. Armanca min a sereke, debara mala xwe kirin bû. Ji ber rêgirî û nêzikatiyên li wargehê tên kirin, min ne dikarî ez biçim ji derve kar bikin. Min di nava wargehê de kargehek biçûk ji xwe re vekiriye û debara jiyana mala xwe pê rêvedibim. Zarokên min xwendevanbûn nedikarîn karbikin û cihê niha ez lê kar dikim, kêleka firoşgehên birayên minin. Te bivê û nevê zehmetiyên her karekî heye, ji ber ku jiyan bi xwe zehmet bûye. Ji bo jinan hîn zehmetir e. Hem karê malê û hem jî karên din, bi serê xwe zehmetiyên wê hene. Lê dema ku keda destê mirov be, ew zehmetî namîne. Mirov ji bo mala xwe çi bike, başe.”

‘Rê vebin jî ez naçim wir kar’

Dayîka Pîjan têkildarî rêgiriya li ser wargehê dibêje: “Niha rê vebin jî, em naçin. Ne ez ne jî zarokên xwe rênakim! Dema ku min ev kargeh vekirî, zarokên min gotin, em nevekin. Lê min got hevjînê xwe ezê vekim. Hevjînê min piştgirî da min û min ev kargeh vekir, ez ji ber wê gelek kêfxweşbûm. Ji ber qeyranên aborî, kirîn û firotin gelek kême. Li rûxmê wê jî ez karê xwe dikim. Li şûna ku ez di malê de rûnim, têm karê xwe dikim û ji bo aboriya mala xwe dibim alîkar. Xwezî her jinekî karek wisa kiriba û bibûya xwediyê karê xwe. Di mal de rûniştin ti feyde jê nayê.”

‘Rewşa gel a aborî ne destdayî ye’

Dayîka Pîjan di dewama axaftinên xwe de bilêvkir ku ji ber qeyrana aborî, firotin kêm bûye û wiha qala nêzikatiyên gelê wargehê ji firoşgehên wargehê re kir: “Demê berê gelê wargehê di hêla aborî de rewşa wan başbû, lê niha derfetên gel nînin. Jinên ciwan tên berê xwe didin tiştan, lê ji ber bê derfetiyan nikarin bikirin. Gelê wargehê piraniya tiştên xwe ji derve dikirin, li şûna wê dikarin ji firoşgehên wargehê bikirin. Her roj pereyek zêde diçe Navçeya Mexmûrê, ger ev pere di wargehê de bizivire, wê gelek başbe. Em kel û pelan ji derve dikirin û tînin wargehê. Kesên ku ji bo me tînin, welatiyên Navçeya Mexmûrê ne û dizanin em nikarin biçin ji der ve bikirin, bi zanabûn me dixapînin û giran didin me.”

Herî dawî Dayîka Pîjan Nêrwehî bang li tevahî jinan kir da ku xwe di malê de nefetisînin û karekî bikin, jin dikare her karî bike û ji bo debara zarokên xwe her cûre karî bikin.

 

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar