Ticker

10/recent/ticker-posts

Xazî Feysel: Bila dewleta Tirk bizane rejîma Sedam Hisên jî nekarî me tine bike!

Fermandarê Xwebexş ê pêşmergeyên YNK’ê yê Herêma Mexmûrê Xazî Feysel di nivîsek xwe de bersiva gefên Wezîrê Parastinê yê Tirk da û got; “Bila dewleta Tirk bizane ku rejîma Sedam Huseyîn di lûtkeya desthilat û şiyana xwe ya leşkerî de bi çekên cûr bi cûr yên pêşkeftî li dijî me şer kir û nekarî me tune bike. Di encamê de me rejîma Sedam Huseyîn hilweşand. Ji ber ku şoreşa azadî û demokrasiyê her tim li hemberî polîtîkayên otorîter û dîktatoriyê bi ser dikeve.”

Êrişên dewleta Tirk a dagirker êdî rojane li ber çavê hemû cîhanê bi eşkereyî têkirin. Dewleta dagirker li gund, bajar û nav mal û wesayîtan xelkê sivîl dike hedef û qetil dike. Herî dawî di 18’ê Îlonê de dewleta dagirker êrişî balafirgeha Erbet ya girêdayî Silêmaniyê kir û 3 endamên hêzên Dije Teror ên girêdayî YNK’ê qetil kir. Piştî wê Wezîrê Parastinê yê Tirk Yaşar Guler carek din gefa êrişan li YNK’ê xwar.

Fermandarê Xwebexş ê pêşmergeyên YNK’ê yê Herêma Mexmûrê Xazî Feysel di nivîsek xwe de bersiva gefên Wezîrê Parastinê yê Tirk Yaşar Guler da. Xazî Feysel da zanîn ku dewleta Tirk rojane êrişî gund, cotkar û sewaldakarên Kurdan dike, rojane gundên me vala dikin, zevî û baxçeyên me dişewitînin, bajar û gundên me bombebaran dikin. Xazî Feysel bang li PDK’ê dike ku dev ji hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re berde û vegere nav çepera Kurdîtiyê û eniya gel.

Nivîsa Xazî Feysel wiha ye:

“Wezîrê Parastinê yê dewleta Tirk ya dagirker di hevpeyvînek bi rojnameyek navxweyî ya Tirkiye ya Milliyet re bi awayek berfireh behsa Herêma Kurdistanê kir. Di axaftinên xwe de bêyî ku rêzê ji xwe re bigire behsa Serokê YNK’ê Bafil Celal Talebanî kir ku qaşo li dijî dewleta Tirk alîkariya PKK’ê dike.

Beriya ku ez bikevim naveroka gotara xwe, ezê bînim bîra dewleta Tirk, noker û hevkarên wê ku bila baş bizanibin, dem ne dema zimanê gefxwarinê ye; dem dema zimanê diyalog û lihevkirinê ye. Em weke Yekîtiya Nîştimanê Kurdistan (YNK) rê û xeta birêz Mam Celal dişopînîn. Em li herêmê her tim bûne hêvênê aştî, biratî û jiyana hevbeş ya gelan. Em li gel hemû partiyên din yên şoreşger yên Kurd xwe weke xwediyê rasteqîn yê Kurdistanê dizanîn, bi taybet jî weke partiyên ku ji bo azadiya Kurdistanê têdikoşin.

Em gelekê aştîxwazin û em weke YNK bi tu awayî ne li dijî tu netew, rêkxistin û welatanîn. Me baweriyek temam bi azadî û pêkvejiyana gelan heye. YNK bi rêbertiya Serok Bafil Celal Talebanî ji bo azadiya Kurdistanê û parastina destkeftiyên bi xwîna şehîdên Kurdistanê hatine bidestxistin, têdikoşîn. Ji bo rêgirtin li êrîşên dijminane yên Tirkiyê û xiyanetkarên Kurd, ji bo rizgarbûna ji krîza siyasî, leşkerî, ewlekarî, îdarî û bêbextiyê li ser destê partiyeke xayîn û ji aliyê Tirkiyê ve li ser Herêma Kurdistanê hatiye plankirin. Lê siyaseta dewleta Tirk ya li dijî jiyana hevbeş û azadiyê li dijî her Kurdekî welatparêz û azadîxwaze. Dewleta Tirk dixwaze siyaseta dagirkeriyê ya serdema kevin ya Osmaniyan bidomîne. Ji ber vê yekê hikûmeta Erdogan ji roja damezrandina xwe heta niha li dijî azadî û demokrasiyê ye û ji bilî qirkirina Ermeniyan hewl daye gelê Kurd ji holê rake û qir bike.

Li sala 1997’ê li ser daxwaza partiya Mesûd Barzanî bi kûrahiya sedan kêlometran bi hêzeke mezin tijî çek, cebilxaneyên pêşketî, bi tank, top, balafir û helîkopteran li navçeya Şeqlawa, Çiyayê Sefîn û gundên Xoşnawetî, tevî ku di aliyê çek û hejmare de ferqek mezin jî hebû êrişî hêzên YNK’ê kirin. Lê belê Pêşmergeyên YNK’ê bi xwîna geş ya bi dehan fermandar û bi sedan pêşmergeyên qehreman parastina Kurdistanê kirin û nehiştin ku dagirkerên Tirk êrişî hîn zêdetir xaka Kurdistanê dagir bikin. Lê mixabin partiya Barzanî, PDK’ê kêleka cendirmeyên Tirk êrişî pêşmergeyên me kirin. Ji wê demê heta niha dewleta Tirk hêzên xwe venegerandiye nav axa sînorên Tirkiyeyê. Sînorekî berfireh li Herêma Kurdistanê dagir kiriye û zêdetirî 80 baregehên MÎT û cendirmeyên dewleta Tirk hatine avakirin.

Dewleta Tirk rojane êrişî gund, cotkar û sewaldakarên Kurdan dike, rojane gundên me vala dikin, zevî û baxçeyên me dişewitînin, bajar û gundên me bombebaran dikin. Bi vane tenê têr nebûn û di sala 2019’an de nûnertiya YNK’ê ya li Tirkiyeyê derxistin. Ji ber helwesta me ya Kurdewarî ev nêzî salekê ye geştên balafirxaneya Silêmaniyê ji Tirkiyeyê re girtine. Ji bilî bombebaranên rojane yên balafirên Tirkiyeyê li ser bajar û gundên Kurdistanê, roja 18’yê Îlona 2023’yê careke din bi balafirên bêmirov êrişî balafirxaneya Erbetê kir û di encamê de 3 pêşmergeyên qehreman yên YNK’ê şehîd kirin û çend pêşmerge jî birîndar bûn. Ev êrîş û dijminatiyên dewleta Tirk yên li dijî tevahiya Iraqê binpêkirina hiqûqa navneteweyî û li dijî her aliyên azadîxwaze. Herwiha ziyaneke mezin gihiştiye erdnîgarî û xaka pîroz ya Kurdistanê.

Di êrişên dewleta Tirk de ji bilî ku çekên qedexekirî li dijî mirovahiyê û rêxistinên mirovî bikar tîne, di heman demê de serweriya Iraqê jî binpê dike.

Divê hemû partî û rêxistin piştgiriya Serok Bafil Celal Talebanî bikin da ku xebatên xwe yên dîplomatîk zêdetir bike.

Divê em bi Netewên Yekbûyî û hikûmeta Iraqê re ji bo çareseriyeke lezgîn ji binpêkirinên dewleta Tirk re kar bikin. Divê hemû partî û rêxistin piştgiriya Serok Bafil Celal Talebanî bikin da ku xebatên xwe yên dîplomatîk zêdetir bike. Divê em bi Netewên Yekbûyî û hikûmeta Iraqê re ji bo çareseriyeke lezgîn ji binpêkirinên dewleta Tirk re, bixebitîn û divê hêzên Tirk ji Kurdistan û Iraqê bên derxistin. Paşê ji bo çareseriyeke aştiyane bi hikûmeta Tirkiyê re danûstandinan bikin. Divê hêzên Tirk ji Kurdistan û Iraqê derkevin. Paşê ji bo çareseriyeke aştiyane bi hikûmeta Tirkiyê re danûstandinan bikin. Divê gelek konferans û semîner, gelek bê nivîsîn, gelek li ser bê axaftin û gelek xwepêşandan bên lidarxistin; ji bo piştgirîkirina Serok Bafil ji bo xebatên wî yên dîplomatîk yên li dijî binpêkirin, tehdîd û karesatên mirovî yên ku li dijî Herêma Kurdistanê hatine kirin, li Dîwana Edaletê ya Navnetewî giliyê Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler bike.

Herwiha divê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) jî hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re rawestîne û vegere nav çepera Kurdîtiyê û eniya gel. Herwiha li dijî binpêkirinên hêzên Tirk daxuyaniyekê bide û dev ji peymana xwe ya 50 salî ya bi Tirkiyeyê re berdin. Ji ber ku ziyaneke mezin ya netewî û dîrokî gihandiye Herêma Kurdistan û Iraqê. Gelê Kurd bi giştî li cîhanê, bi taybetî li Rojava, Rojhilat, Bakur û Başûr divê di têkoşîna xwe ya siyasî û sivîl de bibin yek. Divê em ji hemû netewên cîhanê re ragihînin ku em gelekê aştîxwaz û rûbirûyê neheqiyê bûyîne, herwiha bi wan bidin fêmkirin ku em Kurd ne li dijî tu netewe, ol û tu welatanîn û baweriya me bi jiyana hevbeş ya hemû gel û pêkhateyan heye.

Divê pêşî li destwerdan û êrîşên Tirkiyeyê yên li ser herêma me ango Herêma Kurdistanê bigirin. Divê di navbera gerîlayên PKK’ê û Tirkiyeyê de danûstandin bên kirin. Divê Tirkiye mafên gelê Kurd nas bike û bizane ku Kurd bi şer û êrişên dijminane tune nabin. Bila dewleta Tirk bizane ku rejîma Sedam Huseyîn di lûtkeya desthilat û şiyana xwe ya leşkerî de bi çekên cûr bi cûr yên pêşkeftî li dijî me şer kir û nekarî me tune bike. Di encamê de me rejîma Sedam Huseyîn hilweşand. Ji ber ku şoreşa azadî û demokrasiyê her tim li hemberî polîtîkayên otorîter û dîktatoriyê bi ser dikeve.

Yorum Gönder

0 Yorumlar