Dibistanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi awayek fermî dest bi perwerdeya sala nû ya 2023-2024’an kir.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê) îro bi vebûna 5 dibistanên dayîkê û 7 dibistanên Seretayî, Navîn û Amadeyî, her wiha bi amadebûna hezaran xwendekar û mamostayan perwerdeya sala nû ya 2023-2024’yan destpê kir.
Beriya ku xwendevan bikevin refên xwe, li her dibistanek wargehê sîrûda neteweyî hate xwendin. Piştî sîrûda neteweyî ya li Dibistana Navîn a Şehîd Jiyan, li ser girîngiya perwerdeyê, Mamoste Beşîr Gabarî axivî.

Mamosta Beşîr Gabarî di axaftinên xwe de wiha behsa girîngiya perwerdeyê kir: “Hemû xwendevanên ku tên dibistanê, di wê astê û ferqê de bin ku ji xwe, malbata xwe û gelê xwe re dixwînin, ji ber wê jî hêviyên xwe yên pêşerojê xurt bikin. Hêviyên xwe yên ku em di dema pêş de Rêber Apo bi fîzîkî azad bikin xurt bikin. Ji bo ku hûn bikaribin feydeyekê bidin vê şoreşê, divê hûn hêviyên xwe xurt bikin û hemû jî bizanibin têkoşîna me ji bo azadiya me û Rêber Apo ye. Eger em vê nekin armanc, emê hem di jiyana xwe de û hem jî di xwendina xwe de lewaz bibin. Ev perwerde ji bo terbiye û exlaqê mirovane, eger terbiye û exlaqê me ne dirûstbe, emê di pêşerojê de nikaribin serê xwe di nava mirovan de bilind bikin. Em di pêşeroja hemû mamoste û xwendevanan de serkeftinê dixwazin.”
Piştî axaftina mamoste Beşîr Gabarî, refên xwendevanan hatin diyar kirin û derbazî refên xwe bûn.

0 Yorumlar