Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê serjimêrî

Endamê Komîteya Karê derve yê wargehê Bêwar Unver: “Gotine emê di vê serjimêriyê de pirsgirek û pêwîstiyên jiyanî, perwerde, tenduristî, binesazî, jin û ciwanan bi giştî çareser bikin.”

Xurbet Tallî


Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ev çar carin serjimêrî tê kirin. Li ser vê mijarê Endamê Komîteya Karê Derve Bêwar Unver û hemwelatiya wargehê Oznûr Kaya ji rojnameya me re axivîn.

Biryarek daye

Endamê Komîteya Karê Derve Bêwar Unver di derbarê serjimêriya ku niha li wargehê hatî destpê kirin de wiha axivî: “Ev lijneya Koç û Koçberan e, armanca wan ya vê serjimêriyê tomarkirina ferd û malbatên di wargehê de ne. Niha weke wezareta Koç û Koçberan ji hemû penaberên li Iraqê berpirse. Her wiha di hemû alîkariyên jiyanî ku rêkxirawên netewî ji bo penaberan pêşwazî dikin de xwedî role. Lê piştî êrişên DAIŞ’ê yên li ser wargehê û şûnde wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê alîkariyên weke erzaq, gaz û pêwîstiyên jiyanî yên nexweşan, perwerde, Şaredarî û hwd bi giştî li ser me qut kirin. Li ser van xalan ev demeke dirêje em bi wan re hevdîtin pêktînin, ev hevdîtin jî li ser bingehê ku carekî din wezareta Koç û Koçberan bi erk û rola xwe rabe. Wezareta Koç û Koçberan jî ji bo ev pêwîstiyên ji bo penaberan tê pêşwazîkin wargeh jî para xwe jê bigre, biryarek daye. Ev biryar jî ji bo carek din wargeh vegere nav wê projeya ku alîkarî ji bo wan jî bê dayîn û gotin ji bo em alîkariyê bidin wargehê, divê em serjimêriyê bikin.”

Soza çareserkirina pirsgirêkan dane

Unver di dewama xaftina xwe de îşaret bi nerazîbûnên gel kir û wiha pêde çû: “Nerazîbûnên gel yên ji bo vê serjimêriyê bê gûman aliyên xwe yên mafdar heye. Ji ber ku ji 2019’an heta niha her carekê di bin navê saziyek yê hikumetê de serjimêriyek hatiye pêkanîn. Mînak; di bin navê Wezareta Navxweyî de, Wezareta Koç û Koçberan û Wezareta Ticaretê de serjimêrî hatiye kirin. Di Serjimêriyên beriya niha de, ji bo çareserkirina hinek pirsgirêkên wargehê soz dabûn lê pêk ne anîne. Gotine emê di vê serjimêriyê de pirsgirekên pêwîstiyên jiyanî, perwerde, tenduristî, binesazî, jin û ciwanan bi giştî çareser bikin. Bê gûman ev nerazîbûnên gel heta astekê di cih de ye û Iraq jî wateyê didiyê. Wekî wargeh em ti carî li himberî kar û xebatên îdarî yên hikumetê nebûne astenk, ji bo erka xwe pêkbîne jî em bûne alîkar. Lê eger erkê xwe pêk ne îne, wê nerazîbûnên gel jî derbikevin.”

Bêwar Unver di dawiya axaftinên xwe de wiha behsa rêjeya pêkanîna serjimêriyê kir: “Niha serjimêrî bi awayek giştî bi encam bûye, bi qasî ji sedê 30 maye. Wek tê zanîn debara xelkê wargehê li ser karkeriyê ye, ji ber wê hêjmarek zêde ji derve ye ew jî wê van rojên pêş werin. Emê nerazîbûnên gel bi vê serjimêriyê re hîn xurtir bidin diyar kirin. Piştî ku serjimêrî qediya emê bişopînin ka wê çi encamê bi xwe re bîne. Sozên ku dane divê teqez pêk were, ger nebû emê wek gel bi awayên cûda nerazîbûnên xwe bidin diyarkirin.   

‘Tenê li ser kaxezê maye’

Hemwelatiya wargehê Oznûr Kaya jî wiha qala serjimêriya li wargehê hatî destpêkirin kir: “Serjimêriyên ku beriya niha ji aliyê Iraqê ve hatibûn kirin, bi xwe mal bi mal geriyan. Her cara ku serjimêrî kirine jî, soza pêkanîna xwestekên gelê wargehê dane lê em dibînin tenê li ser kaxezê maye. Li rûxmê ku Hikumeta Iraqê dizane ev wargehekî penaberane, lê dîsa jî bi gotina Tiriye û PDK’ê ya ku dibêjin wargehekî leşkeriye têne wargehê. Me bi van serjimêriyan di xapînin! Niha em li ser axa Iraqê dijîn, di heman demê de em di bin sêwana NY de ne jî. Li rûxmê ewqas êrişên hewayî yên dewleta Tirk li ser wargehê çêbûne jî, lê ne di aliyê ewlehiyê de û ne jî di aliyê alîkariyê de tiştek ji bo gel nahatiye kirin.”

‘Di seytereyan de tên astengkirin’

Oznûr Kaya di dawiya axaftinên xwe de ev tişt gotin: “Me ji ber zilma dewleta Tirkiye gelek wargeh guhertin, ji wê demê heta niha ne NY ne jî Iraqê destê alîkariyê dirêjî vî gelî nekiriye. Li wargeha me ji 2019’an heta niha ev çar carin serjimêrî tê kirin. Di serjimêriyên ku li wargehê hatibûn kirin de nasname ji bo xelkê wargehê hatibû çêkirin. Ev demek dirêje li ser dîroka derketina nasnameyan re derbaz dibin. Piraniya gelê wargehê karkerin û diçin derveyî wargehê, kar dikin. Ji ber ku dîroka nasnameyên wan sere derbaz bûne, di seytereyan de tên astengkirin. Hêvî û daxwazên me ji Iraq û NY ewe ku ev serjimêrî bibe ya dawî û hemû daxwazên gel bi vê serjimêriyê werin cih.”

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar