Ticker

10/recent/ticker-posts

TOTALÎTER ÇIYE?


Bersivên Gel:

-Zilm e

-Zordarî ye

-Sitemkarî ye

-Zordestî ye

-Hikumeta ku zilmê li gelê xwe dike ye

-Dîkdatorî ye

-Faşîzm e

-Serdestî ye

Totalîter;  Têgeheke ku di sedsala 20’an de yekem car ji aliyê dîkdatorê Îtalî Benîto Mussolînî û faşîstên Îtalyayî ve ji bo pênasekirina pergala  xwe  bikaraniye. Mussolînî wiha pênase dike; “Di nava dewletê de herkesê ku ji derveyî dewletê ne ti kese û yê li dijî dewletê jî ne ti kese.”  Li gor Mussolînî  hertişt di nava dewletê de ye û ji derveyî dewletê ne ti ruhber û ne jî mirov hene ango ji derveyî dewletê ti tişt qîmetê xwe tine. Bi vî awayî sîstemekî faşîzane ango ya  totalîter avakiriye.

Total yan jî totalîter peyvekî koka xwe Fransî ye ku tê wateya “tevahî yan jî tevahîbûn.” Di vir de weke ku dewlet hemû tişte û hemû tişt ji bo dewletê ye. Dewlet Xwidaye, tiştekî pîroze, nabe kesek  li hember derkeve ger derkeve jî di vê bê sezakirin. Dewlet ewqas hatiye mezinkirin di çarçoveya fikrê ku jê bawerdike de qalibek hatiye avakirin. Kesekê ku neketibe di nava vî qalibî de, di vê ji holê rabe û li gor kêfa xwe qurbanî kirin jî yek ji taybetmendiyên dewleta Faşîste ango rejîma totalîtere. Di heman demê de    ger mirov vê peyvê weke pergal bigre dest, hertişt û hemû rê dikarin ji bo vê pergalê bên bikaranîn û wê baştir were fêhmkirin.  Pergalekî faşîzane ku dikare ji bo hebûna xwe hemû tişt û hemû rêyan bikarbîne yan jî dikteyî gel û kesan bike. Di heman demê de Totalîter weke serdest jî dikarin pênasebikin. Di pergala totalîter de, hemû qadên jiyana mirovan dibin kontrola dewletê de ye. Dewletekî faşîst ku hemû aliyên jiyanê yên weke aborî, civakî, siyasî, huquqî, çandî û zanistî digre dibin desthilatiya xwe de û li gor berjewendiyê xwe dide xebitandin.

Di nava vê sîstema ku hatî avakirin de her kes divê li gor destûrên ku vê rejimê dayîn avakirin de tevbigere. Her kesê di nava vê pergalê de zilamê rejimê ye, di nava malê de, li dibistanê, li nexweşxanê, li cihê kar, ji bo pergalê dixebite. Ger kesek ne weke pergalê bifikire jî ew kes dijî pergalê ye di vê bê sezakirin. Di heman demê de çawa ku kesek bawermend çavê xwe berde tiştekî ne li gor baweriya xwe, bi nêrîna wê baweriyê şeytan ew xapandiye ew gunehbare, divê çavên xwe derbêxîne. Bi heman şêweyî kesekî ku ne li ser fikira vê pergalê be ew kes dikare bi hêsanî terorîst were binavkirin yan jî gunehbarkirin.

Dema mirov rejîma totalîter pênasedike yekser dewleta faşîst ya Tirk û despotê wê Tayîp Erdogan tê bîra mirov. Di roja me ya îro de dema em temaşeyî rewşa niha ya Tirkiye dikin, heman rejîme. Her kesê ku li Tirkiyê ger ne li gor daxwaza Erdogan bi axive ew kes terorîste. Ne pirsgirêke ku ew kes kîbe yan ji kûderê ye. Dibe muhalefet be, dibe memûrê pergaêlê yê 20 salan yan jî Kurdek, çerkezek yan ji neteweyek din be. Her kesê ku dibin sîwana vê rejîmê de ye di vê di çarçoveya vê rejîmê de bifikre, ger fikirek din hate aqilê wî jî divê ji aqilê xwe derxine nexwe ew terorîste. Di derdora ku ew têde ye, ev hevalên wî be, zarokên wî be, hevjîna wî be yan jî cîranê wî be diçe giliyê wî li cem rejîmê dike, ji ber ku li gor rejîmê ew nikare cudatir bifikire. Di heman demê ji bo vê rejimê dikare her tiştî bike û her rêyê bikarbîne ku em vêya di roja me ya îro de bi awayekî zelal dibînin. Her tişt dibin kontirola vê pergalê de ye, ji medya bigre heta aborî, ji siyasetê bigre heta huquqê.

Bi teybet gelê me yên Bakurê Kurdistanê, raste rast bi vê rejîma totalîter ango faşîzane re rojane têkoşînekî bê hempa didin meşandin. Ji ber ku gelê Kurd di nava pergala Tirkiyê de weke rêxistinekî cûda xwe bi rêxistin dike û di xwaze bi fikirê her kesê ku di nava vê pergalê de bi hebûn û nasnameya xwe, xwe pênasebike û bine ziman. Ji ber ku li şûna yek netewiyê pir netewî, yek zimaniyê pir zimanî û yek nasnemeyî pir nasnameyî di pejirîne, weke rêxistinekî terorîst tê pênaskirin. Bi hezaran endamên vê rêxistinê xistin zindanan û li ser gelê Kurd her cûre êrişên hovane pêkanîne. Ji bo gelê Kurd û rêxistina wê ji holê rake rê û rêbazên dij aqilane bikar aniye û bikartîne. Dewletekî ewqas bê exlaq û ti nasîbê xwe ji mirovatiyê negirtiye.

 

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar