Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê, gerîlayên li Amedê şehîdbûyîn hatin bîranîn

Li Wargeha Pebaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çar gerîlayên HPG û YJA-Star’ê ku di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker de, di 17’ê Îlonê de li Amedê şehîdbûn bi merasîmekî girseyî hatin bîranîn.

Gerîlayên HPG û YJA-Star’ê Axîn Mûş, Egîd Berxwedan, Rohat Pasûr û Demhat Setkar ku di 17’ê Îlona 2023’yan de li qada Lîce ya Amedê di encama şerê li dijî dewleta Tirk a dagirker de şehîdbûn li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Mexmûrê bi merasîmekê hatin bîranîn.

Merasîm ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan a wargehê ve hat organîzekirin. Beriya ku axaftin werin kirin di kesayeta Şehîd Axîn Mûş, Egîd Berxwedan, Rohat Pasûr û Demhat Setkar de ji bo tevahî şehîdên Tevgara Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok axivî.

Fadîle Tok di destpêka axaftina xwe de, di kesayeta her çar şehîdan de hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê bi bîr anî û wiha peyîvî: “Ji xwe mirov bi çend rojan jî nikarin qehreman û lehengiya hevalên şehîd bi gotinan bîne ziman. Şehîd di ol, baweriyan de, her wiha di rêxistina me de mertebeya herî bilind û pîroze. Ji bo wê jî dema em dibêjin xeyalên şehîdan, daxwazên şehîdan gelek armanc û ramanên şehîdan hene ku weke çawa ku di dînê Îslamê de dibêje ya Rebî min biheşt û îman, îro em dikarin bêjin ya Rebî tû armanc û daxwazên şehîdan bi cih bînî. Li gel Xuda jî heman tişt heye yanî li himberî zilmê, îxanetkaran û bêbextan em şerê vê dikin û ev hemû lehengên wê ne. Îro pesindayîna şehîdan di vê astê de ne, divê em şehîdan bi tenê gotinan neyinin ziman, ji ber ku şehîd û şahadet şirîne. Şehadet gotina li ser hemû gotinan re ye, ji ber wê her şehîdek bi taybet ew şehîdên ji bo tevgera xwe, gelê xwe û welatê xwe, xwe feda dikin e. Şehîd ji ferdên malbatekê derbazî malbata mezin bûye. Wê bi xeyal û armancê şehîdan ev Kurdistana ku bi destê dagirker û xwefiroşan bûyî dojeh vegere buhuştekî serzemîn. Dubare em dibêjin di serî de serê Rêber Apo, malbatên wan û tevahî gelê Kurd ê welatparêz saxbe.”

Wê ji bo Şehîd Axîn Mûş, Şehîd Egîd Berxwedan, Rohat Pasûr û Demhat Setkar li Şaziya Malbatên Şehîdan konê sersaxiyê were vedan. Her wiha serdana konê sersaxiyê wê di demjimêr 14:00 heta 17:00’an li Saziya Malbatên Şehîdan berdewam bike.

Merasîma bîranînê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Şehîd Namirin’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar