Ticker

10/recent/ticker-posts

Penceşêra malzarokê ya jinan çiye û çawa tê çareserkirin?

Penceşêra malzarokê, curek yê penceşêra di jinan de tê dîtine ku bandorê li malzarokê dike. Di cîhanê de penceşêra çarem a herî zêde tê dîtine. Sê qonaxê wê hene û dikare bi çareseriyên weke çareseriyê kîmyawî, radyasyon û emelyatê were derbazkirin.


Li gorî bîlançoya Rêxistina Tenduristiya Cîhanî (WHO), nexweşiya penceşêra rehmê (malzarok) di cîhanê de cûrê çarem yê penceşêrê ku herî zêde tê dîtine. Her wiha li gorî heman raporê, di sala 2020’an de 604 hezar kes bi vê cûrê penceşêrê ketine û 342 hezar kes jiyana xwe ji dest dane.

Cerrah û Pispora jinekolojî, welidandin û nezayoktiyê Dr. Çiro Hisen di derbarê cûrê penceşêra rehmê, xweparastin, nîşaneyên wê û çareseriya wê de, di hevpeyvînek li gel ajansa me de bersiva pirsên me da.

Hevpeyvîna li gel Dr. Çiro Hisen wiha ye: 

Penceşêra rehmê çiye?

Organên genîtal ên jinan bi qasî hemû organên din laş egera girtina penceşêrê heye. Yek ji wan ku penceşêr digire, malzarokê ye ku li pey penceşêra malzarokê tê.

Nîşaneyên penceşêra malika malzarokê çine?

Di qonaxa destpêkê de ti nîşaneyek nîne, bi rêya Pap Smear’ê (testa ku ji bo têgihiştina asta penceşêra malika malzarokê ye) tê lêkolîn kirin ku kanserê bixwe yan jî guhertinên ku di malzarokê de qewimîne tespît dike. Ger testê derbaz bike û penceşêra malzarokê li gel hebe, di du qonaxan re tê derbazkirin:

Nîşaneyên penceşêra malika malzarokê di qonaxa yekem de

Xirabûna adeta mehane, xwîna piştî peywendiyên cinsî, xwîna piştî adeta mehane, piştî temambûna adeta mehane û ser temenê 50 salî re dîtina xwînê, êşên li herêma binzikê û her wiha êşên piştî peywendiyên cinsî, nîşaneyên herî diyarker ên qonaxa yekemin.

Nîşaneyên penceşêra malika malzarokê yên di qonaxa pêşketî de

Ger hebe û gelek pêşketîbe û gihiştibe endamên din ên derdora malzarokê yên weke, vajîna, kîsê îdrar (mîz) û beşên din ên nêzîkî malzarokê, nîşaneyên herî diyarker zikçûn, êşên vajîna û hebûna xwîn di nava îdrar de ye.

Sedemên girtina penceşêra malzarokê çine?

Yek ji sedemên sereke ya derketina nexweşiya penceşêra malzarokê vîrusa HPV ye. Dema ev vîrus di malzarokê de rastî guhertinê de, di  malzarokê de vediguhere penceşêrê. Lê her wiha ger bergiririya laş lewaz be û cigare kêş jî be egera girtina penceşêrê heye.

Di kîjan temenan de jin penceşêra malzarokê digirin?

Egera ji beriya temenê 20 salî girtinê heye, lê di rêjeyek kêm de. Temenê 35 heta 44 salî temenên herî diyarker ên girtina penceşêra malzarokê ne. Her wiha egera di ser temenê 50 salî re penceşêra malzarokê girtinê jî heye.

Di kîjan kesan de egera girtina penceşêra malzarokê zêdetire?

Ew kesên bergiriya laşê wan kême, cigare kêşin, peywendiyên cinsî li gel çend kesan hebin, zewicîna di temenek biçûk de, bikaranîna hebên rêgirî li welidandinê dikin ku zêdetirî 5 salan were bikaranîn û vîrus di laş de hebe. Her wiha xwarinên nebaş ên dibin sedema zêdebûna kîloyan an jî kêmbûna kîloyan.

Qonaxên penceşêra malika malzarokê kîjanin?

Qonaxa yekem: Penceşêr di nava malzarokê de maye û belav nebûye.

Qonaxa duwem: Penceşêr li nava beşa sereke ya malzarokê (uterus) an jî li berşa jorîn a vajînayê belav dibe.

Qonaxa sêyem: Di heman demê de dibe ku penceşêr li tevahî qada vajînal belav bibe.

Jin çawa dikarin xwe ji nexweşiya penceşêra malzarokê biparêzin?

Bi giştî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ji bo rêgirîkirina penceşêra malzarokê, çar curê derziyan derxistiye ku ji sedan 90 jinan herî km yek jiwan werdigire.

Dr. Çiro Hisen got: Egera girtina penceşêra malzarokê di hemû jinan de heye. Ger bigire û bergiriya laşê wê bi hêzbe, laşê wê rêgirî li vîrusê dike û li dijî wê radiweste û rêgirî lê dike. Lê ji bo ku penceşêra malzarokê negirin divê van rêyan bişopînin.

Ger ew jinên ku di malzaroka xwe de guhertinek hîsbikin, di demek zû de divê çareser bikin ji beriya ku vegere penceşêrê. Wek nimûne, jinek divê piştî temenê 21 saliya xwe test pêkbîne. Her çend salan carekê vê testê pêkbîne ji bo ku bizane virus li gel heye yan ne ku zû bizane û çareser bike.

Hinek rêyên pêşî lêgirtinê jî wek devjê berdanan cîgareyê, werzîşkirin, bikarneanîna hebên rêgirîkirina welidandinê, bikaranîna derziyan ser temenê 11 salî re ku rêgirî li girtina virusa penceşêrê dike.

Çareseriya penceşêra malzarokê çiye?

Ger jinek hîna negihiştibe qonaxa penceşêra malzarokê, divê pir caran test çêbike, bergiriya laşê xwe xur bike û dawî li cigare kêşanê berde.

Ger gihiştibe qonaxa penceşêrê, divê bizane penceşêr di kîjan qonaxê de ye, temenê jinê çende, mezinahiya tumorê çiqase, wê zarokên din çêbibe yan ne, bersiva van pirsan ji me re dibêje ku em çi çareserî bikarbînin.

Çareserî jî wek çareseriyê kîmyawî, radyasyon û emelyate.

Egera jinek ducanî wergirtina penceşêra malzarokê heye?

Dibe ku beriya ducaniyê bi vê nexweşiyê ketibe, lê agahiya wê jê tunebe. Ev rewş eger hebin jî kêmin. Ji ber ku hem nîşanên ku diyar bike jina ducanî nexweşiya penceşêrê wergirtiye kêmin. Ji bo wê nimûne dema jinek di dema ducanî de xwîn bibîne, dibe ku nîşaneya penceşêra malzarokê be.  hene ku jina dcanî nexweşiya malzarokê heye. Ger tiştek wiha hebe divê testa jina ducanî were çêkirin ku bizanin guhertinek di malzarokê de heye yan ne.

Ger jinek ducanî penceşêra malzarokê bigire, çawa tê çareserkirin?

Divê were zanîn ka ew jin di kîjan dema ducaniya xwe de ye, penceşêr were tespîtkirin, eger ducaniya wê di qonaxa destpêkê de be, divê zarok were rakirin ku dayîk dest bi wergirtina çareseriya kîmyawî bike. Ger ducaniya dayîkê di qonaxa dawî de be, li benda dayîkbûna zarok dimînin, wê demê dest bi wergirtina çareseriyê tê kirin.

Di dema ducaniyê de, bikaranîna çarseriya penceşêra malzarokê bandorê li ser zarok dike?

Eger dayîk di destpêka sê mehên destpêkê ya ducaniyê de be û pêwîstî bi wergirtina derman hebû, ev yek bandor li ser laşê zarok dike û dibe sedema kêmendambûnê. Ger di qonaxa dawî ya ducaniyê de bû, bandorî li mezinbûna zarok dike.

Yorum Gönder

0 Yorumlar