Ticker

10/recent/ticker-posts

ÊDÎ SEKIN DIYAR BÛ


Li hember hişmendiya qirkirin û metînkariyê, gelê Kurd bi dehan car serî rakir û metînkarî bi hêsanî qebûl nekir. Her çiqas gelê Kurd serî rakir jî, lê di serhildanên xwe de bi ser neketin. Di encama her serhildanê de bi sed hezaran Kurd tevî zarok, jin, pîr û ciwan hatin qetilkirin, hatin sirgûnkirin û hatin bişaftin. Hişmendiya dewlet netewe qirkirina civakê ji bo xwe rewa dît. Hişmendiya dewlet netewe û deshilatdariyê ne tenê gelê Kurd, gelên Sûryan, Asûrî, Ermenî û Tirkmenan jî para xwe ji qirkirinê girtin. Piştî 28 serhildanên ku di pêşengtiya Kurdan de hatibûn destpêkirin, di destê gelê Kurd de tenê çîrok û serpêhateyên qirkirinê  man. Dîsan îxanet para gelê bindest bû. Sedema binketinan, îxanet û hişmendiya dewlet netewe bû. Yên ku serfirazî jî dixwestin, xwe dişbandin dewlet netewe. Ji ber vê yekê jî serkeftin û serfirazî wek xeyalekî dima û di demek kurt de jî hemû serhildan bi tirajediyan encam bûn. Rêber Apo dema dest bi têkoşîna rizgariya gelê Kurd kir, destpêkê rastiya Kurd û civak analîz kir, sedemê binketinê baş dahurand û wiha dest bi têkoşînê kir. Di têkoşîna tevgera Apoyî de guleya yekemîn li hember hişmendiya hevkariya bi dijmin re hat teqandin. Berxwedana Hîlwan û Siwêregê li hember hişmendîya hevkariya bi dijmin re û bermahiyên hişmendiya dewlet netewe hat destpêkirin. Ber bi dawiya sedsala bistan navê serhildana gelê Kurd bû tevgera Apoyî ya PKK’ê . Li hember derketina PKK’ê, artêşa dagirker û qirker ya  dewleta Tirkiyê biryara darbeyê da. 12’ê Îlona 1980’an li Tirkiyê darbeya leşkerî pêk hat û rêveberiya cunta hat avakirin. Biryara vê cuntayê ya yekemîn tinekirina tevgerên çepgir û taybet jî tevgera Apoyî bû. Cuntayê, li Tirkiyê û Kurdistanê hişmendiya xwe ya qirkirinê dûbare bi ser gelê Kurd û şoreşgeran de sepand. Hişmendî û bîrdoziya Apoyî di zindana Amed’ê de nehat teslîm girtin, berovajî çalakiya mezin ya li hember rêveberiya cuntayê li zindana Amed’ê pêşket. Heval Mazlûm, Ferhat Kurtay, Necmî Onen, Mahmût Zengîn, Eşref Anyik, Kemal Pîr, Hayrî Durmuş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz bi berxwedaniya xwe tirsa mirinê şikandin. Eger mirin bi armanc be bi xwe re jiyanek mezin avadike. Ev yek nîşanî hemû cîhanê dan. Van çalakiyên mezin ne tenê tirsa li hember cuntayê şikandin, di heman demê de biryara têkoşîna rizgariya welat jî xurt kir. Li ser vî esasî biryara pêngava 15’ê Tebaxê ya 1984’an di pêşengtiya rêheval Egîd de hat avêtin. 39 sal ser çalakiya mezin a 15’ê Tebaxê ya ku di pêşengtiya heval Egîd de li navçeya Dihê pêk hat re derbas bû. Ji her alî ve zanebûna vê pêngavê girînge. Tenê wek dîrok zanebûn têrê nake. Girîngî û wateya xwe çiye? Çi bi xwere anî, çi bi xwe re bir? Pêngava 15’ê Tebaxê ne tenê çalakiyeke. Tenê wek çalakiyek leşkerî destgirtin jî şaşe. Bê gûman di aliyê leşkerî de çalakiyek serkeftî û jêhatî ye. Guleya yekemîn a li dewleta faşîst û qirker dayîne. Guleya yekemîn a tola berxwedanvanên zindana Amed’ê ye. Guleya yekemîn a  li hîşmendiya dewlet netewe dayîne. Guleya yekemîn a xwedî bîrdoziya li hember desthilatdarî, qirkirin û bişaftinê ye. Li pişt wê guleyê çi heye pêwîste mirov li wê meyzebike. Hêzek çawa heye? Rêxistinek çawa heye? Bîrdoziyek çawa heye? Serokatiyek çawa heye? Yên ku wateyê dide guleyê evin.  Heger tenê gule avêtina leşkeran be, bi tena serê xwe wateyek wê nîne.  Eşkiya jî carnan ji bo ku ne kevin destê dewletê çek li hember leşkeran bi kar tînin. Lê dewlet wan bi tiştekî na hesibîne. Jixwe dema guleya 15’ê Tebaxê hat teqandin, dijmin ji bo ku nirxê guleyê biçûk bike got; “Ew çend eşkiyane emê di çend demhijmêran de guhê wan bigrin û teslîmî dewletê  bikin.” Tê zanîn ku heta demek direj jî dijmin qebûl nekir ku ew çalakî ji aliyê şoreşgerên Apoyî ve hatiye kirin. Lê dema ket tengasiyê de ji bo ku alîkariyê ji welatên emperyalîst bigre, çalakî wek çalakiyek tevgera  Apoyî girt dest. Pêngava 15’ê Tebaxê têkoşîna li hember dewleta faşîst û qirker ji yekîneyên gerîla yên biçûk, vegera artêşbûnê ye. Ji bo rizgariya gelê Kurdistanê êdî artêş di hat avakirin. Artêşa gel çêbû. Ya esasî jî pêngava 15’ê Tebaxê îradeya serî rakirina gel derxist holê. Wêrekiya şer ava kir. Ew civaka ku stûyê xwe li hember cendirmeyekî di tewand êdî xwe bi çek dikir û pê hesiya ku heye. Ew civaka ku êşa bê naniyê dikşand, êdî êşa bê azadiyê kişand. Roja ji dayîkbûnê, roja xwe naskirinê ye. Roja 15’ê Tebaxê roja wêrekî, serî rakirin û cejna gelê Kurd e. Mazlûman bi berxwedana xwe rûmet diyarî gelê Kurd kirin. Rêber Apo, şehîdên şoreşê, berxwedanvanên zindana Amed’ê û rêheval Egîd jî wêrekî û îradeya şerkirinê diyarî  gelê Kurd  kirin. Ev diyarî erkek mezin dixe ser milê me. Ew jî, diyariya Rêbertî, Şehîdan, Mazlûman û Egîdan bi şerê gelê şoreşgerî ber bi  serfiraziyê birine.

 Andok Ozgur

Yorum Gönder

0 Yorumlar