Endama Komîteya Jineolojî ya Mexmûrê Songul Guler têkildarî bandoriyên pêngava 15’ê Tebaxê ya li ser jinên Kurd axivî û got: “Jinên Kurd bi zanista Jineolojî pêşengtiyê ji civak û jinên cîhanê re dike.”
Jiyan Pîran
Pêngava
15’ê Tebaxê li Kurdistanê ji bo gelê Kurd û bi taybet jî ji bo jinên Kurd bû
mîladek. Êdî ji wir û şûnde jinên Kurd ji bo nasnameya xwe dest bi têkoşînê kirin.
Ev têkoşîna jina Kurd li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, Rojavayê Kurdistanê û
Şengalê gihand asta pêşengtiya civakê. Têkildarî vê mijarê Endama Komîteya Jineolojiya
Mexmûrê Songul Guler ji rojname ya me re axivî.
Beriya
pêngava 15’ê Tebaxê rewşa jin di aliyê siyasî, leşkerî û aborî de çawan bû?
Beriya 40
salan jina Kurd hatibû fetisandin. Dagirkeriya ku li ser gelê Kurd di hat ferz
kirin, du qatên wê li ser jina Kurd jî dihat pêkanîn. Di ti qadê jiyanî de rê û
rêbazên xwe îfadekirina jinê tine bûn. Hem sîstema feodalîzm hem jî dagirkerên
Kurdistanê pêşî li pêşketinên jinên Kurd girti bûn. Zanist, hêz, îrda û
nasnameya jina Kurd ji destê wan hatibûn girtin. Tine
hesibandina nasnameya gelê Kurd, bû kelemek li pêşiya xwe rêxistinkirina jina
Kurd. Beriya PKK’ê jin mehkûmê zilam û malê bû. Jiyana jina Kurd di nava
her du sînor de bû. Ev yek jî bi destê zilamê di malê de temsîlyeta dewletê
dihat pêkanîn. Bi kurtasî ne navê jin ne jî nasnameya jin hebû.
15’ê
Tebaxê çima ewqas ji bo jina Kurd girînge?
Rêber Apo
beriya şoreşê di kesayata dayîka Uveyş û Kesîre de rewşa jina Kurd ya li Kurdistanê
gelek baş lêkolîn kiribû. Taybet jî jina ku ketî di nava lepên dewletê de gelek
baş analîz kir û tahlîl kir. Ji bo wê jî di rêxistina PKK’ê de cihek girîng da
jinê. Piştî pêngava 15’ê Tebaxê hevalên jin mil bi mil bi hevalên xort re
têkoşîna li hember dagirkeriyê dan meşandin. 15’ê Tebaxê ji bo jina Kurd bû nasname,
çand û hevoka pîroz. Em dikarin bibêjin jina Kurd bi hestên 15’ê Tebaxê hêz û
têkoşîn kir bingihê jiyana xwe. Di hemû aliyên jiyanê de li ser vî zemînî xwe
rêxistinkirin û xwe gihanda rastiya nasnameya xwe. Ev yek jî encama 15’ê Tebaxê
bû. Îro di hemû rêxistinên jinan de ruhê 15’ê Tebaxê xwe serwer kiriye.
Pêngava
15’ê Tebaxê çi bandorî li ser jinê kir û çi destkeftî bi jinê dan qezenc kirin?
Jina ku di
nava kêliyên jiyanê de hatibû winda kirin û ji çar aliyan ve hatibû dorpêç
kirin, şewq û dîtinên jinê kuştibûn. Bi pêngava 15’ê Tebaxê re jin ji nûve xwe
dît û rahêja hêza xwe ya bingihîn. Destkeftiyê herî mezin a ku piştî pêngavê
jina Kurd bi destê xwe ve anîn, xwe gihandina nasnameya jinê bû. Êdî di qada
navnetewî de jin bi nasnameya xwe tê nasîn. Taybetî jî li Kurdistanê û Herêmên
Parastinên yên Medaya bi navê YJA Star û PAJK’ê jina Kurd li hemberî netewdewletan
şer dike. Hem xwe rêxistin dike hem jî zanista jinê lêkolîn dike.
Li
seranserî Kurdistanê jin îro pêşenktî ji civakê re dike, çi têkiliya wê bi 15’ê
Tebaxê re heye?
Jinê bi
bîrdoziya mîmarê 15’ê Tebaxê Rêber Apo ya Netewa Demokratîk a ekolojîk û azadîxweziya
Jinê têkoşîna xwe dikin. Serok Apo ji bo jin ji nûve xwe nas bike, di nava projeya
Netewa Demokratîk de qada herî mezin da jinê. Jin di vê qadê de bûn pêşengên
civaka heyî. Jinên Kurd bi zanista Jineolojî pêşengtiyê ji civak û jinên cîhanê
re dike. Em dikarin bibêjin ev bingihê xwe ji pêngava 15’ê Tebaxê digire.
Helwesta
jinan ya li hember Tecrîda li ser Rêber Apo divê çawa be?
Ger jin îro
di hemû qadên jiyanê de li hemberî sîstema baviksalarî têkoşîna xwe didin
meşandin, bi saya Rêbertî ye. Tecrîda ku niha li ser Rêber Apo jî tê ferz kirin,
ji kîn û hêrsa sîstema desthilatdar ya li hember fikirê Rêbertî yê di derbarê
jinê de ye. Ji ber ku Serokatî jin kiriye xwedî bîrdoziya parastinê ev tecrîd
tê ferz kirin. Ji ber wê jî bi ruhê 15’ê Tebaxê divê em jin sedsala 21’an bikin
sedsala azadiya Rêbertî û jinê. Hîn zêdetir di ferqa erk û berpirsyartiyên xwe
yê di pêkanîna pargala Netewa Demokartîk de bin.
.jpg)
0 Yorumlar