Em pêngava KJK’ê ya xwedî mîsyonekî dîrokî, bi wate dibînîn û silav dikin. Di pêvajoyekî ewqas girîng de despêkirina pêngava KJK’ê ya di bin dirûşma “Li hemberî êrişên mêran ên hegemon, em bi jinên Afgan û Şengalê re ne” xwedî girîngî û wateyekî pîroze.
Ji bo bilindkirina
dengê jinên Êzîdî û Afganistanê ya di vê pêvajoy de, rûxmê hemû êriş û zextên sîstema
desthilatdar ya ku xwe weke mêr bi rêkxistin kiriye; xwe li ser hemû pêkhateyên
gerdûnê bi taybet jî xwe li ser jin dide ferzkirin, pêşxistina vê pêngavê jî wê
bibe pêngavêke ji bo hilweşandina mêrê zalim. Jinên Êzîdî yên ku ji dîrokê heta
roja me hewldayî çand û ola xwe biparêze, di hemû fermanan de, asta yekem bûne
qurbanî.Di fermana herî dawî ya DAIŞ’ê de ku bi destê hişmendiya mêr a serdest
li Şengalê pêk hat, jinên Êzidî bûn qurbanî. Jinên Êzîdî yên ku ji aliyê DAIŞ’ê
ve hatine revandin li bazaran hatin firotin, tecawizkirin, qetilkirin; rastî
hemû kiryarên ku aqilê mirov bide rawestandin hatin. Ji ber civaka Êzidî ji
aliyê hêzên Iraqî û PDK’ê yên li herêmê ku parastin erka wan bû, bê parastin
hiştin û reviyan, bû sedemê ku ferman evqas giran pêk bê û birînê wê bi salan
neyê kewandin, civaka mirovahiyê biêşe.
Dema ku
mirov li roja îro dinêre, bersiva ji bo xayîn û nemerdan ew e ku civaka Êzidî
xwe bi rêxistin kiriye, dîsa xwedîderketina li hemû destkeftiyên xwe yên piştî
fermanê hatin bidestxitin; bûye kul û derdek ji bo hêzên pêşiya fermanê vekir.
Her wiha bi hêza parastina xwe jî, xwe ji hemû êrîşên derve diparêze.
Hêzên desthilat
piştî qedandina berjewendiyên xwe û bi dawîbûna hevpeymana DYE û NATO,
vê carê jî Afganistan û gelê Afganistanê bi taybet jinên Afgan li ser
maseya hevpeymanê ya 29’ê Nîsana 2020’an pêşkêşî sofreya gûran ango Talîban hat
kirin. Jinên Afgan ji wê rojê û pêve ji hemû mafên jiyanê yên rewa hatiye dûrxistin.
Di bin laçikên ser nûxûmandî yên reş de û di hindirê malê de hewla fetisandin û
zindanîkirina wan tê dayîn. Ev bûyerên li pêş çavê tevahî cîhanê pêk tên. Mixabin
cîhan ji van kiryaran re dibêje belê û çavê xwe dineqîne. Li hember van hemû kiryaran,
pêngava KJK’ê ya ku dayî destpêkirin ji bo vê cîhana ku bêdengiya xwe diparêze hişyarkirinekî di cih û wextê wê de ye. Ya rast ji bo gihandina
dengê jinên Êzîdî û Afgan, pêngavekî wisa di dem û cihê wê de pêwîstiyek bû.
Li ser fikir
û felsefeya ku em pê têrbûne û li ser mezin bûne her dem li beranberî van tevahî
kiryar û bêdengiya heyî bi taybet li beranberê sîstema kapîtalîst û sermayedar
hilbijartina xeta sêyemîn ya Rêber Apo ku jin ji bo me rêya destjênayê berdane.
Di bin pêşengiya KJK’ê de li tevahî cîhanê bûyîna dengê jinên bindest û êş
dikişînin erk û berpirsyartiya me hemûyane. Bi taybet mebest ji vê pêngavê li
beranberî her cûre qetilkirin, tacawiz, êriş û bêmafiyan weke rêxıstina jinên Kurd
li kîjan cihên cîhanê dibe bila bibe yekîtî û yekrêziya xwe danîna holê. Jinên
Kurd bi hev re li beranberî hêzên hegemon yên ku bi her awayî êriş dikin banga
tekoşînekî gelemperî û xwedî derketina li Rêber Apo weke pêwîstiyekê ji bo me
nebe nabe ye. Ji ber rêya ku weke giştî jinên cîhanê me bibe azadî û mafê me
bilindkirina têkoşînê ya bi hev re ye.
Çîçek Cengîz

0 Yorumlar