Ticker

10/recent/ticker-posts

NASYONALÎZM ÇIYE?

Bersivên gel:

- Nexweşî ye.

- Rêbazek a siyasetê ye.

- Îdeolojî ye.

- Felsefeyek e.

- Bawerî ye.

- Netewperestî ye.

- Bîrdoziyek şaş e.

- Dijî pir rengiyê ye. 

- Desthilatdarî ye.

- Tenê netewa xwe pejirandin e.

- Faşîzm e.

- Dîkdatorî ye.

- Bingehê kapîtalîzmê ye.

Nasyonalîzm an jî bi navê din Neteweperestî; tercîha gelekî li hember kozmopolîtîzmê ye ku mirovatiyê wek gel û gerdûnê wek welatekî nas dike. Ji hezkirina neteweya xwe û hewldana birûmetkirina xwe heta ku nîjada xwe li ser hemû gelên cîhanê serdest bike, hemû hurgiryan dihewîne. Nasyonalizm felsefeyek siyasî ye ku baweriya bi serwerî û serxwebûna gelekî di welatê xwe de tîne ziman û pêgirê vê îdeolojiyê ye. Nasyonalîzm jî bi tevgera romantîzmê re di nava têkiliyeke nêz de ye. Awayê ramana romantîk li ser wê fikrê ye ku hestên netewî li pêşin û hestê yekîtiyê li derveyî sînorên erdnîgarî ye. Nasyonalîzm di sedsala 19’an de li seranserê Ewrûpayê belav bû û bû sedem ku gelek netewe di vê pêvajoyê de ji bo serxwebûna xwe şer bikin. Nasyonalîzm bûye sedema gelek şeran.

Îro jî Nasyonalîzm li seranserê cîhanê bi bandore û li gelek welatan navenda nîqaşên siyasî ye. Lê belê şaştêgihiştin û mezinkirina neteweperestiyê carinan dibe sedema encamên neyînî yên wek tundrewî û cudaxwaziyê. Di encamê de felsefeya neteweperweriyê îdeolojiya ku nasname û serxwebûna neteweyekê diparêze. Lê belê, ji ber ku têgihîştina netewperestiyê carinan dibe sedema encamên neyînî, divê bi perspektîfek hevseng were destgirtin. Dema ku pêvajoya navneteweyîbûnê ya ku bi globalbûnê re rû da, netewebûnê vediguherîne pêvajoyek erênîtir, neteweperwerî dibe ku xwedî potansiyela ku encamên neyînî zêdetir derxe holê. Ji bo ku têgeha nasyonalîzmê rast were fêhmkirin, divê li gorî şert û mercên civakî, siyasî û aborî, lêkolînên li ser dîrok, çand û avahiya civakî were nirxandin. Di vê pêvajoyê de girîng e ku li gorî prensîbên mafên mirovan û wekheviyê tevbigerin.

Rêber Apo ji bo têgeha nasyonalîzm dibêje, ew têgehek wisaye ku bi hezaran rûpaşên xwe hene. Li gor îdeolojî û gelan rûpaşan li xwe dike. Wekî bûkalemon xwe dixe her rengî. Ji bo ku desthilatdar bikaribin desthilatdariya xwe xurtir bikin, xwe di bin navê netewperestiyê de vedişêrin. Îro dema ku em li dewleta  Tirk temaşe dikin, em vê yekê bi rehetî dibînin. Dewleta Tirk di hêla aborî, civakî, siyasî, çandî û exlaqî de ber bi rizandinê ve diçe. Faşîzma AKP-MHP’ê di bin navê netewperestiyê de dengê gel biriye. Ji ber ku nasyonalîzm ti rengên cûda qebûl nake. Hemû cudahiyan wek neyarên xwe dibîne û dixwaze tûne bike. Di roja me ya îro de jî êrişî netewa Kurd dike û dixwaze serweriya xwe çêbike. Dema ku yek behsa neheqiyê dike desthiltdar dibêje, ev kes dixwaze welatê me xirab bike û bi vê yekê li ser hestên netewperestiyê siyasetê dike. Bi vî awayî di gel de bertekan nahêle û civakek rizî avadikin.

Rêber Apo dibêje, wehşeta ku di dema netew-dewletê ango kapîtalîzmê de pêkhatî, ti deman de pêknehatiye sedema vê yekî jî netewperestî ango nasyonalîzm e. Îro ev di kesayeta PDK’ê de tê dîtin. Ji ber ku ew jî ji bo desthilatdariya xwe, hertim netewperestiyê dide pêş. Jiyana wan li ser vî bingehî û siyasetê berdewam kiriye.

Em baş bizanin, heta ku em xwe negihînin Netewa Demokratîk, ti caran aramî çênabe. Rêber Apo netewperestiyê dişibîne nexweşiya penceşêrê. Nexweşiyek wisaye ku dikeve laşê mirovan. Hêdî hêdî mirovan dikûje. Nasyonalîzm nexweşiyek e, tekane dermanê civakê Netewa Demokratîk e.

Yorum Gönder

0 Yorumlar