Ticker

10/recent/ticker-posts

Ji 7 saliya xwe ve dengbêjiyê dibêje

Kerîmê Jîrikî yê 61 salî qala jiyan xwe ya dengbêjiyê kir û wiha got: “Di demê zarokatiya me de tişta herî zêde nirx û girîngî pê dihat dayîn, dengbêjî û dengbêj bûn. Ji ber ku girîngtirîn xala parastina dîrok û çîrokên Kurdan di nava wan dengbêjiyan de bûn.

Jiyan Pîran

Her ku dem derbaz dibe girîngî û nirxê dengbêjiya Kurdan di nava gelê Kurd û ciwanê Kurdan de kêm dibe. Sedemê vê yê sereke jî qirkirin û bişaftina ku di van salên dawî de li ser çand û nirxên Kurdan tên kirin e. Ji wê zêdetir ciwanên me ji çanada gelê Kurd zêdetir li ser bingihê çandên gelên biyanî tên mezin kirin. Têkildarî parastina çand û hunera dengbêjiya Kurd a ji bav û bapirên Kurdan wek mîrateyekê ji gelê Kurd re mayî, Dengbêj Kerîmê Jîrikî ji Rojnameya me re axivî.

‘Dengbêjî xala herî girîng bû ji bo me’

Kerîm Jîrikî di destpêka axaftina xwe kêliyên zarokatiya xwe bibîrxist û wiha got: “Di demê zarokatiya me de tişta herî zêde nirx û girîngî pê dihat dayîn dengbêjî û dengbêj bûn. Ji ber ku girîngtirîn xala parastina dîrok û çîrokên Kurdan di nava wan dengbêjiyan de bûn. Şîn û şahiyên me bi dengbêjiyan dihatin xemilandin. Di herêma me de bavê min Fîndî yê Jîrikî dengbêjek navdar bû. di aliyê berhevkirina dengbêjiyên kevin de gelek dawetan bûn. Li herêmên derdora me bi dahol û zirnan dawetên xwe dikin, lê li herêma me dahol û zirne tine bû. Dawet bi dengbêjiyan dihatin girêdan. Ez ji bavê xwe bandor bûm û ez ji wî hînê dengêbêjiyê bûme. Ji 7 saliya xwe ve ez stiranên dengbêjiyê vedibêjim. Di salên 1990’an de ji ber ku me sîstema cerdevantiyê ne pejiran em ji gundên xwe hatin derxistin û koçberî metrepolên Tirkan bûn. Çend caran ez hatim girtin piştî ez hatim berdan derbazî gel malbata xwe bûm. Ez demek dirêj li wir mam, lê ji ber ku derfetên me tine bûn em demek ji dengbêjiyê dûr man. Li wir jî ji bo min biryara girtinê hat dayîn, ez ji wir ji derbazî Edene bûm. Demekê li Edeneyê min di nava kar û xebatên çand û hunerê de cihê xwe girt gelek dengbêjiyên ku ez niha dibêjim me tomar kir.”

‘Zimanê Kurdî zimanê herî dewlemed ê cîhanê ye’  

Dengbêj Kerîm Jîrikî di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku bi pêşketina teknîk û teknolojiyê re  wan karî dengê xwe bigihînin gelek kesan û wiha pêde çû: “Êdî ji dawetan zêdetir em li ser torên medaya civakî dengê xwe digihîn heskiriyên xwe. Ez dikarim bibêjim ger kesek bixwaze çanda xwe dewlemend bike îro gelek derfet hene. Ji ber ku gelek hunermend bêyî ku bên naskirin û guhdar kirin ji ber bêderfetiyê û tomar nekirina dengên wan winda bû. Pêwîste gelê Kurd li çand û hunera xwe xwedî derbikeve. Ji ber ku çand û zimanê me ye çi bikeve ser milê me pêwîste em bikin. Ger em bi destê xwe nekin bi devê xwe, bi devê xwe nekin pêwîste em bi dilê xwe bikin. Pêwîste wek hunermend em nehêlin zimanê me bimire. Zimanê Kurdî zimanê herî dewlemend ê cîhanê ye. Yê ku dibêje ez Kurdim pêwîste li çand û zimanê xwe jî bibe xwedî. Em hewl didin bi dengbêjiya xwe parastina çanda kevnar ya gelê Kurd ya herêma Botanê bi parêzin û bi gelê cîhanê bidin naskirin. Ji ber ku her dengbêjiyek tê gotin dîrok û çanda Kurdî di nav de hatiye hunandin. Wek Dengbêjekê ji bo parastina vê çandê tişta dikeve ser milê me, em hewl bidin bê kêmanî pêkbînin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar