Endamên jin ên çapemeniya Wargeha Penaberan a Mexmûrê êrişa dewleta Tirk ya ku duh li hemberî wesayîta Jin TV pêkhatibû, bi daxuyaniyekê şermezar kirin û soza şopandina rêya heqîqetê dan.
Duh li ser rêya Qamişlo û Amûdê, balefirên bê mirov û bi çek ên dewleta Tirk a dagirker wesayîtek a karmendên Jin TV tê de bûn bombebaran kir. Di encama êrişê de karmendê ragihandina Jin TV Necmedîn Feysel Hec şehîd bû û nuçegihana Jin TV Delîla Egîd jî birîndarbû.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) endamên jin yên çapemeniyê bi daxuyaniyekê helwesta xwe ya li hemberî êrişa dewleta Tirk a dagirker ya li dijî wesayîta karmendên Jin TV diyar kirin.
Daxuyanî bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî Şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê Rojnemevan Bêrîvan Tunç axivî.

Berîvan Tunç di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser endamên Çapemeniya Azad û wiha got: “Wek tê zanîn duh di demjimêrên nîvro de dewleta Tirk a dagirker bi balafirek ya bê mirov û bi çek êrişî wesayîtek ya karmenêdên Jin TV kir. Em ji malbata Şehîd Necmedîn re sersaxî û ji hempişeya xwe Delîla Egîd re jî şîfayê dixwazîn. Hevalên me yên nûçegihan dema li ser erka xwe bûn hatin armanc girtin. Ev jî tirsa dewleta Tirk a li hemberî pênûs, kemera û fotorafmakîneya xebatkarên jin dide diyar kirin. Endamên çapemeniyê yên ku niha destkeftiyên şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi raya giştî re parve dikin dibin hedefa êrişên dewleta Tirk dagirker. Dixwazin bi van êrişan çavê endamên çapemeniyê bi tirsînin. Lê bila baş bizanîn wê me bi van êrişan ji karê me dûr nekin. Em bang li sazî û dezgehên çapemeniyê dikin ku li hember van êrişan bibin xwedî helwest. Em wek endamên çapemeniyê yên jin cardin soza şopandina rêya heqîqetê dubare dikin.”

Daxuyanî bi dirûşêmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.

0 Yorumlar