Ticker

10/recent/ticker-posts

Ji bo Şehîd Rêzan û Bawer li Mexmûrê konê sersaxiyê hat vedan

Ji bo Gerîlayên HPG’ê Rêzan Botan û Bawer Botan ku di 6’ê Tebaxa 2023’yan de li Herêmên Parastina Medya şehîd bibûn, li Wargeha Mexmûrê konê sersaxiyê hat vedan.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Ji bo Gerîlayên HPG’ê Rêzan Botan û Bawer Botan ku di 6’ê Tebaxa 2023’yan de li Herêmên Parastina Medya şehîd bibûn, konê sersaxiyê hat vedan. Gel û endamên saziyên wargehê ji bo sersaxiyê berê xwe dan konê sersaxiyê.

Di serdanê de deqeyek rêz ji bo tevahî Şehîdên Azadiya Kurdistanê hat girtin û piştî rêzgirtinê li ser navê gelê amade, Hevberdevka Komîteya Tendirustî ya Mexmûrê Nûran Sezgîn axivî.

Nûran Sezgîn di destpêka axaftina xwe de hemû şehîdên têkoşîna azadiyê di kesayeta Şehîd Rêzan û Bawer de bi bîranî û wiha got: “Şehîd Rêzan di nava malbatek welatparêz de mezin bûye. Şehîd Rêzan ji mam û meta xwe yên şehîd bandor bû û biryara tevlîbûnê da. Şehîd Rêzan bi çanda welatparêzî û exlaqê PKK’ê mezin bibû. Zarokê vê têkoşînê bû. Di vê pêvajoyê de sekna herî bi rûmet sekna heval Rêzan û rêhevalên wî ne. Dil dixwest hîn zêdetir di nava vê têkoşînê de bimîne. Em her roj van şehadetan didin, emê bidin jî, lê em ji doza xwe gav di paş de navêjin. Em soz didin şehîd û şervan, emê bibin şopdarên rêya wan.”

Piştî wê bavê Şehîd Rêzan, Beşîr Gungen axivî sersaxî ji Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û rêhevalên wî re xwest û wiha got: “Gelê Wargehê êşa me parve dike. Em bi şehîdên xwe serbilindin. Dil dixwest Şehîd Rêzan hîn zêdetir di nava rêxistinê de bimîne û xebatek mezintir ji bo civaka xwe bike. Tişta dikeve ser milê me, xwedî li nirxên şehîdan derketin û li ser rêya wan meşadine.”

Herî dawî dirûşmeyên ‘Şehîd namirin’ û ‘Bijî berxwedana gerîla’ hatin berzkirin.


Yorum Gönder

0 Yorumlar