Ticker

10/recent/ticker-posts

15’Ê TEBAXÊ VEJÎNA JINAN E!

Jinên Wargeha Penaberan a Mexmûrê 39’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê li tevahî jinan pîrozkirin û gotin: “Beriya Pêngava 15’ê Tebaxê gelê Kurd mirî bû. Lê bi çalakiya destpêkê re gelê Kurd ji xewa mirinê şiyar bûn. PKK ji bo me jinan bo bask û hêz.”

Armanc Herekol


Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi boneya 39’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê, ji rojnama me re peyivîn û diyarkirin ku bi Pêngava 15’ê Tebaxê re gelê Kurd ji xewa mirinê şiyar bûne!

Dayîka bi navê Ezîma Avyanî di destpêka axaftinên xwe de pêngava 15’ê Tebaxê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdên doza azdiyê û tevahî gelê welatparêz pîrozkir û got: “Ji bo me 15’ê Tebaxê roja vejînê ye. Em di 15’ê Tebaxê de ji xewa giran şiyar bûn. Ev şiyarbûn jî, bi saya Rêber Apo pêkhat. Beriya 15’ê tebaxê gelê Kurd mirî bû, ne dizanîn jiyan bikin timî wek koleyan bûn û ji bo xwe tiştek nedikirin.”

BI SAYA PKK’Ê JINAN XWE NASKIR

Ezîma Avyanî anî ziman ku beriya pêngava 15’ê Tebaxê ti wateya jinan di civakê de nebû û jin wek amûrekî dihat hesibandin û wiha behsa beriya pêngava 15’ê Tebaxê û piştî pêngavê kir: “Di bin pêşengtiya Heval Egîd de, guleya destpêkê li mejiyê dagirkeriyê hate xistin û bi wî awayî gelê Kurd li xwe vegeriyan. Dema ku ev çalakî hatî kirin, ez bixwe zarok bûm, lê belê ev çalakî li her derê welat belav bû û hertim pêngava 15’ê Tebaxê bi kelecan dihat pîrozkirin. Beriya pêngava 15’ê Tebaxê, jin mirîbûn. Hêza jinê hebû, lê ji ber hişmendiya heyî wek mirovên kêm an jî bê hêz dihatin dîtin. Lê belê piştî ku PKK avabû, jinan xwe naskir û kete ferqa hêza xwe. Her wiha civak jî ket ferqa hêza jinê de. Ji wê demê heta niha di nava PKK’ê de timî pêşeng jinin. Mînaka herî berbiçav Şoreşa Rojava ye. Rojava di pêşengtiya jinê de hat rizgarkirin û niha jî bi pêşengtiya jinê çiyayên Kurdistan tên parastin.”

Herî dawî Ezîme Avyanî bang li tevahî jin û ciwanan kir da ku di 15’ê Tebaxê de dakevin qadan û pîrozbahiyan pêkbînin.

DEWLETÊ ZANÎ KU KURD HENE!

Her wiha dayîka bi navê Helîm Şirnexî jî li ser heman mijarê peyivî û di serî de cejna 15’ê Tebaxê li tevahî gelê Kurd pîrozkir û wiha behsa girîngiya pêngava 15’ê Tebaxê ya ji bo gelê Kurd kir: “15’ê Tebaxê ji bo Kurdan, roja vejîn û serkeftinê ye. Ji ber ku gelê Kurd di 15’ê Tebaxê de li xwe vegeriyan. Beriya hertiştî, Kurd mirîbûn. Li her derê zilm li Kurdan dihat kirin, jin tune dihesibandin û hertim Kurd ji bo xwe didan şixûlandin. Kesê nedikarî bêje em Kurdin! Lê piştî ku PKK derket û di pêşengtiya Heval Egîd de çalakiya destpêkê hat lidarxistin, gelê Kurd ji xewa giran şiyar bû. Bi wê çalakiyê dewlet jî ket wê ferqê ku êdî gelê Kurd heye.”

ARTÊŞA JINAN AVABÛ

Dayîka helîm behsa çalakiya destpêkê kir û anî ziman ku piştî çalakî hat lidarxistin, gelê Kurd daket kolanan û gotin ku Kurdistan rizgar bûye û wiha pêde çû: “Piştî ku çalakî hat lidarxistin û ev yek li welat deng veda, di her malekê de kêfxweşiyek çêbû. Me hêza xwe naskir û me got şoreşa me çêbû. Me got ku em bûne xwedî vîn û emê êdî li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin. Beriya 15’ê tebaxê em bê çeng bûn. Lê piştî çalakiyê, baskên me çêbûn û me hêz di xwe de dît. Pêngava 15’ê tebaxê, ji bo jinan pêngavekî dîrokî ye. Jinan bi saya fikir û felsefa Rêber Apo bûn xwedî vîn û artêşek avakirin. Zilaman jî zanî ku hêza jinê heye. Şoreşa jinan bû hêviyek ji bo tevahî jinên cîhanê.”

Herî dawî Dayê Helîm bang li tevahî jinan kir da ku xwedî li ruhê 15’ê Tebaxê derbikevin û li her derê dakevin qadan û bi wî ruhî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bidin şikandin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar