Ticker

10/recent/ticker-posts

HER ZINDÎ LI SER KOKA XWE MEZIN DIBE


Çima kok ji bo zindiyan girînge? Ger kok nebe gelo wê jiyan bikaribe xwe berdewam bike? Hebûna kokê çima ji bo desthilatdaran evqasî xeter tê dîtin? Mirov dikare bi sedan pirsên bi vî awayî bike û dema mirov li bersiva van pirsan bigere mirov wê bi awayek vekirî sîstema desthilatdar bibîne. Ji ber ku ji bo desthilatdaran mirovên bê kok, bê bîranîn û bê armanc bibîne. Kok, bîranîn û armanc, sê têgehên ku civakbûnê sax dikin û jiyana civakî didin avakirin e. Ji ber ku civakbûn ji bo mirov ne tenê ji bo xwe jiyankirinê ye, di heman demê de ji bo bikaribe jiyan bike, koma di nav de jiyankirine. Koma mirovan li gor demdirêjiya dîrokê  gelek nav lê hatine kirin. Carnan navê wê bûye Qlan, carnan bûye malbat, carnan bûye qebîle û di roja me ya îro de koma herî tê binavkirin netewe. Ji bo mirov xwe li derdora hev bigirin û bi hevre jiyan bikin, gelek nav li xwe kirine. Bi hevre jiyan kirin ji ber çi evqasî girînge ji bo mirovan? Ji ber sê şertên jiyanê yên bingehîn û nayên guhartin hene. Xwe têr kirin, xwe zêdekirin û xwe parastin e. Ji bo zindî bikarin jiyan bikin eger ev  her sê şert nebin jiyan jî nabe. Hema mirov dikare bêje ev ji aliyê her kesê ve tê zanîn.

Mijara me çima kok ji bo zindiyan ewqasê girînge? Dema em dibêjin zindî, di nav zindiyan de herî zêde kok û civakbûn ji bo mirovan xwedî girîngiyekê ye. Bê guman ji ber ku civakbûn ji bo mirovan girînge, sîstema desthilatdar jî ji bo bikaribe xwe bide berdewamkirin berî her tiştî dest avêtiye civakbûnê. Ev rastî ji despêkirina sîstema desthilatdar heta roja me ya îro derbasdare. Argomana herî sereke ya sîstema desthilatdar “parçe bike û birêve bibe ye” ji bo bikaribe xwe bide berdewamkirin. Di roja me ya îro de herî zêde vê yekê dike. Ji bo sîstema desthilatdar bikaribe parçe bike çi dike despêkê dest davêje kesên ku koka wan lewaze ji ber dizane kesên ku koka wan qayîm nikare li ber bayê xwe bêxe û wan li gorî berjewendiyên xwe bide karanîn. Mirov dikare darekê, şînatiyekê di çavên xwe de zindî bike, ji bo mirov darekî bi kok ji cihê wê rake, pêwîste mirov gelek hewldan bike, lê şînatiyek biçûk mirov dikare bi hêsanî ji nav axê hilkêşe û wê qut bike. Gelo dema şînatî ji nav axê hat hilkişandin wê bikaribe jiyan bike? Her kes dizane bersiva vê Na ye. Lê sîstema desthilatdar carnan ewqasî bi xeyalên mirov dileyîze, ewqasî çavên mirov kor dike bêyî ku di ferqê de be mirov temaşe dike, mirov li ber bayê wê ketiye û mirov nizane wê li ku derê bisekine.

Di roja me ya îro de koçberî mijara herî sereke ye ji bo civakan. Her waha koçberî amûra sereke ya şerê taybet a sîstema desthilatdare. Di roja me ya îro de ji bo sîstema desthilatdar bikaribe xwe bide jiyankirin, hemû mirovahiyê têxe di bin berjewendiyên komek mirovên serdest de. Armanca hêzên desthilatdar ya sereke mirov û dewlemendiyên mirovan têxe di bin berjewendiyên xwe de û mirovan muhtacî xwe bike. Heta astekê mirov dikare bêje ev plana xwe pêkaniye. Hêzên desthilatdar şerên ku  bo berjewendiyên xwe yên desthilatdariyê didin meşandin bi hezaran mirov qetil kirin, bi milyonan mirov bê cih û war kirin. Taybet li Kurdistanê bi salane ev siyaseta qirêj tê meşandin. Dewleta Tirk ji bo bikaribe doza azadiya gelê Kurd bide rawestandin û qirkirina gelê Kurd pêkbîne, bi hezaran gundên Kurdan şewitandin, vala kirin û Kurd derbederê çar aliyên cihanê kirin. Ji bo bikaribin civaka Kurd lewaz bike bi dehan car siyaseta guhertina demografyaya Kurdistanê dan meşandin.

Wek gelê wargehê ji nêzîk ve me şahidiya vê hovîtiya sîstma desthilatdar ya ku bi destê dewletên dagirkerên Kurdistanê kiriye. Di roja me ya îro de hîn jî bi rêyên cur be cur sîstema desthilatdar vê rêbaza xwe ya qirêj li ser gelê Kurd û hemû civakan dide meşandin. Ji ber şerên ku sîstema desthilatdar ji bo berjewendiyên xwe pêkanîne milyonan mirov bê cih û war bûn û hîn jî ev siyaset berdewame.

Wek gelê wargehê em vêya baş dibînin, ji bo ku hêzên desthilatdar civakbûna me têk bibin, hêza me ya bi hevrebûnê lewaz bikin, me belav bikin û tekoşîna me têk bibin çiqas plan pêkanin, çiqas bi dijwarî êrişî me kirin û heta roja îro jî ev êriş hîna berdewamin. Dema dibînin nikarin me bi êrişan têk bibin, belav bikin êdî bi rêyên şerê taybet li ser me de tên û hewl didin me bê kok, bê bîranîn û bê armanc bihêlin.

Lê em vêya baş dizanin her zindiyek li ser koka xwe dikare şîn bibe. Her mirovek di nava cikava xwe de dikare watedar bibe.

 

Leyla Arzu Îlhan

 

 

 

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar