Ticker

10/recent/ticker-posts

Ednan Şenbayram: Desthilatdarî tola xwe ji xwezaya Kurdistanê distîne

Berdevkê Tevgera Ekolojî ya Şirnexê Ednan Şenbayram têkildarî talan û şewitandina xwezaya Kurdistanê got: “Bi zanabûn xwezaya Kurdistanê tê şewitandin û bi hezaran lawir tên qetilkirin. Desthilatdariya ku li Kurdistanê windakirî, tola xwe ji xwezayê distîne. Divê hemû kes li dijî polîtîkayên AKP-MHP’ê bertekên tûnd nîşan bikin.”

Armanc Herekol

Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker, çiya û xwezaya Kurdistanê bi tûnebûnê re rû bi rû ye. Ji ber ku her roj ji aliyê dewleta Tirk a qirker ve bombe lê tê barandin û agir diberdin xwezaya Kurdistanê. Bi hezaran ajal qetilkirin û bi hezaran bax û baxçe talankirin. Ev yek çiqas hatibin tomarkirin jî, ji aliyê qada navnetewî ve ti nerazîbûn derneketine pêş. Çiya û xwezaya Kurdistanê di nav bêdengiya cîhanê de tê şewitandin û tûnekirin.

Ev nêzî heyvekê ye, li Çiyayê Cûdî ku çiyayê Nuh Pêxember tê nasîn, şewat heye û dewlet nahêlê kes wê agirê vemirînin. Yek ji wan kesên ku dixwast agir vemirîne Ednan Şenbayram ku Berdevkê Tevgera Ekolojî ya Şirnexê ye ji ajansa me re axivî û bang kir da ku tevahî Kurd demildest xwedî li xwezaya xwe derbikevin.

‘Ji ber şewatê, werz hatin gûhertin’

Ednan di destpêka axaftinên xwe de behsa girîngiya xwezayê ya ji bo civakê kir û da zanîn ku xweza ji bo civakekê qasî jiyanê bi nirx û bi wateye û got: “Xweza mirovan di nava xwe de dihewîne. Li gel mirovan şêwazek a jiyanê ye. Di eslê xwe de, dema ku em dibêjin xweza, qadên çandiniyê, cihêrengiya zindî, jîngeh, çavkaniyên avê, daristan û hwd digire nava xwe. Di talankirina xwezaya Kurdistanê de ne tenê daristan tên şewitandin, di heman demê de hewl tê dayîn ku dawî li jiyanê jî bînin. Destpêkê bi şewitandina daristan û birîna daran, tê xwestin ku Kurdistanê veguherînin erdnîgariyeke bêyî daristan. Lawir tên qetilkirin, qadên çandiniyê tên tunekirin. Mixabin cihêrengiya daran kêm dibe. Li ser wê erdnîgariyê dibe sedemê guhertina werzan.”

‘Ekolojiya Kurdistanê tê wêrankirin’

Şenbayram destnîşankir ku di 28’ê Tîrmehê de, li herêmek a Cûdî ku qereqolên leşkerî lê bûn, şewat derket û belavî herêmê bû û wiha behsa wê şewatê kir: “Qasî ku em ji dîmenên medyaya dîjîtal dîtinî, bi rengekî zanebûn şewat li wê derê hat li dar xistin. Lê gel destûr neda vê yekê û agir vemirandin. Dema ku nahêle gel xwedî li xwezaya derkeve jî, tenê yek hinceta wan heye; ew jî ji ber hinceta ewlehiyê cihê ketin û derketina vir qedexe ye. Di demên dawî de desthilatdariyê polîtîkayên xwe yên rant û talanê li hemû erdnîgariyê belav kiriye. Em dikarin bi rehetî bêjin ku ji bo vekirina qadên madenê li Kurdistanê, şewat li dar dixin. Desthilatdariya ku li Kurdistanê winda kiriye, li ser Kurd û erdnîgariyê polîtîkaya zext û tirsandinê dimeşînin. Vê yekê jî bi talankirina xweza û wêrankirina ekolojîk dike.”

‘Bertekên ji bo xwezaya Tirkiyê tên nîşandan, ji bo Kuran nayê nîşandan’

Ednan Bayram anî ziman ku dema ku li Akbelenê xweza tê talankirin, dilê wan dişewite û wiha pêde çû: “Ji ber talana li Akbelenê dilê me dişewite, divê em refleksa herî xurt a civakî nîşan bidin, lê mixabin ji sedî yek refleksa ku li rojava li hember vê hilweşandina ekolojîk tê nîşandan, li Kurdistanê nayê nîşandan. Ger samîmî bin divê hem li dijî zilma ku li Kurdan tê kirin û hem jî li dijî talana xwezayê, li raya giştî divê bi rengekî xurt deng derxînin.”

Herî dawî Berdevkê Tevgera Ekolojî ya Şirnexê Ednan Şenbayram bang li tevahî welatparêz, xwezaparêz û rêxistinên demokratîk kir da ku li dijî polîtîkayên rant û talana AKP-MHP’ê derbikevin û bertekên tûnd nîşan bikin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar