Rojnamevanê Herêma Behdînanê Dara Metîna anî ziman ku PDK êdî raste rast, mil bi milê artêşa Tirk derdikeve operasyonan û rûxmê ewqas êriş, xiyanet, bikaranîna çekên kîmyawî û taktîk nukleerî jî gerîla ji berxwedana xwe tawîz nade û her roj bi pisporî û moralekî bilind çalakiyên bi bandor lidardixe.
Armanc Herekol
Rojnamevanê
Herêma Behdînanê Dara Metîna têkildarî xiyaneta PDK’ê û berxwedana dîrokî a
gerîlayên HPG û YJA STAR’ê ji rojnama me re nirxandin kir û diyarkir ku PDK
xwîn û rûmeta gelê Başûr pêşkêşî dagirkeran dike!
‘Dîrokek
demdirêj a xiyaneta PDK’ê heye!’
Rojnamevan
Dara Metîna di destpêka axftinên xwe de bilêvkir ku xiyaneta PDK’ê ne di van
rojên dawî de destpêkiriye û got: “Dîrokek demdirêj a xiyaneta PDK’ê bi taybet
a Mala Barzanî, li hember gelê Kurd heye. Her wiha têkiliyên Mala Barzanî ya bi
dewleta Tirk re her ku diçe zêde dibe û êdî Mala Barzanî bûye parçeyek ji
artêşa Erdogan. Ji ber ku hem aborî, hem siyasî û hem jî di her hêlê de ketine
di bin desthilatdariya Erdogan de. Malbat û rayedarên PDK’ê wek waliyek ê şerê
dewleta Tirk tevdigerin.”
Dewleta
Tirk rolê PDK’ê diyar dike
Dara di
nava axaftinên xwe de bibîrxist ku di sala 2021 û 2022’an de dewleta Tirk rol
dabû PDK’ê da ku li hember gerîla yekser bi dewleta Tirk re tevbigere û wiha
axaftinên xwe berdewam kir: “Rolê ku di sala 2021-2022’an de dewleta Tirk dayî
PDK’ê, yekser li dijî PKK’ê şerkirin bû. Wan deman PDK’ê rê ji bo dewleta Tirk
vekir, amûrên wan xistin qadên gerîla û tevahî lojîstîka wan dabîn kir. Bi wê
ve girêdayî, di baragehên xwe de parastin. Gelek qadên ku dewleta Tirk nekarî
cenazeyên xwe derbixe, PDK çû cenazeyên wan derxist. Ewqas xwe rûreş kirin. Îsal
jî dewleta Tirk dema ku zanî nikare bi tang, top, balafir, çekên kîmyawî û çekên
taktîk nukleerî gerîla têk bibe, roleke mezintir da PDK’ê. Ew rol jî ewe ku êdî
çi dibe bila bibe, wê PDK raste rast tevlî şer bibe û gavên pratîk bavêje.”
Dara
Metîna da zanîn ku van demên dawî de tevgerek a zêde ya PDK’ê heye û li hin
qadan baragehan ji artêşa Tirk re çêdike û wiha behsa kûrahiya xiyaneta PDK’ê
dike: “Di van demên dawî de, li Rojavayê ava Zap’ê ku jêre tê gotin qada Şehîd
Delîl, PDK li wir hinek baragehên nû ava dike. Van baragehan jî ji bo leşkerên
Tirk avadikin. Bê goman, her ku diçe tevgera PDK’ê zêde dibe. PDK hem li
Rojavayê Zap’ê baragehan çêdike û hem jî, li qada Zap’ê rûxmê ku gelek carin
hatine şiyarkirin jî, rê ji artêşa dagirker re çêdikin.”
PDK
tevlî operasyonan dibe
Dara di
nav axaftinên xwe de bal kişand li ser vekişîna artêşa Tirk û da zanîn ku cihên
artêşa Tirk jê vekişiyane carek din êriş destpêkirine û ew leşkerên ku hatine
şer jî ji baragehên PDK’ê yên li Metînayê bi rê ketine û wiha qal dike: “Êrişa
berfireh a herî dawî ya dewleta Tirk a li ser Zap, Metîna û Avşînê, bi helîkopter
an jî ji aliyê Bakûr ve leşker nehatin, yekser ji baragehên PDK’ê bi meşê hatin.
Xwestin tola binketina xwe a li Zap’ê hilînin. Lê rûxmê ewqas êriş û xiyanetê
jî, gerîlayan derbên giran li dagirkeran xist û armanca wan vala derxist. Her
wiha li Xakûrkê, qada Lêlikanê dema ku gerîlayan çalakiyek mezin lidarxistî ku
di encamê de gelek dagirker hatibûn kuştin, artêşa Tirk bi hêzên PDK’ê ve
daketibûn operasyonê. Êdî bi hev re derdikevin operasyonan.”
‘Gelê
Başûr divê bêdengiya xwe bişkîne’
Herî dawî
Rojnamevanê Herêma Behdînanê Dara Metîna qala berxwedana ji pola a gerîlayan
kir û da zanîn ku gerîla rûxmê êriş, xiyanet, çekên qedexekirî jî ji berxwedana
xwe tawîz nade û bi van gotinan dawî li axaftinên xwe anîn: “Raste ji her aliyê
ve êriş û xiyanet heye. Lê ya di dîrokê de dimîne, berxwedan û têkoşîna gerîla
ya li dijî wan êrişan û xiyanetê ye. Gerîla bi morelek bilind û bi pisporî şer
dike û tola hezaran salan dihilîne. Gerîlayên Rêber Apo ji bo gelên bindest li
ber xwe dide, ji bo wê divê gel jî li gor vê zanabûnê tevbigere. Taybet gelê
Başûr divê bizane kî diparêze û kî difiroşe! Gerîla bi salane diparêze û PDK jî
bi salane difiroşe. PDK rûmet û xwîna şehîdên gelê Başûr pêşkêşî dagirkeran
dike. Divê gelê Başûr li dijî van xwînmij û bê exlaqan bertekên tûnd nîşan
bidin û xwedî li xwîna şehîdên xwe derbikevin.”

0 Yorumlar