Wek jinên Êzîdî rêxistinbûyîna me, piştî êş û zehmetiyên ku me kişandî û heta niha jî em di bazaran de têne kirîn û firotin destpêkir. Bi taybet em wek jin ev 9 salin li ser fikirê Rêber Apo di Şengalê de xwe birêxistin dikin. Zehmetî, êş û qirkirina ku jinên Êzîdî di fermana 03.08.2014’an de jiyan kirî, bi serê ti mirovan ne hatiye. Jin li kuderê be zehmetî û êşê jiyan dike, lê ne wek jina Êzîdî. Ji ber ku heta niha jî jinên Êzîdî di bazarên dewletan de tên kirîn û firotin. Tişta ku nehêle jina Êzîdî di fermanan re derbaz bibe û bi êriş û qirkirinan re rû bi rû bimîne, her wiha rastî tecawizê neyê û were rizgar kirin, wê xwe rêxistinkirin be. Ji bo wê tişta ji me re pêwîst jî fikirê Rêber Apo ye. Di civaka Êzîdî de ji dîrokê heta niha rêxistin û partiyên ku hatine Şengalê ji bo parastin û berjewendiyê Êzîdiyan ti xebatek nedane meşandin. Lê piştî ku fikirê Rêber Apo û PKK hat Şengalê, hem ji bo rêxistin kirin û hem jî ji bo jin ji qirkirin û fermanan bên parastin dest bi rêxistin kirina jinên Şengalê hat kirin. Îro me hêzên xwe yên leşkerî û yên parastinê avakirin e. Ji dîrokê heta niha ti hêzekî parastinê ji zarokên Êzîdiyan çênebûye, lê ev bi xwerêxistinkirinê çêbû. Me li ser êşa feramana 03.08.2014’an YBŞ ava kir. Her wiha em dikarin bêjin YJŞ jî li ser êşa jinên Êzîdî kişandî hatiye avakirin. Her sazî û dezgehên me bi heman awayî bi xwîna şehîdan hatine avakirin. Ji bo wê jî taybetî em wek jinên ciwanên Êzîdî rêxistinkirinê ji xwe re girîng dibînin. Bi taybet di demekî wiha de her kes dixwaze Êzîdiyan û Şengalê tine bikin. Her kes dixwaze vê axa ku Êzîdî li ser rayên xwe berdayîn erdê ji holê rake. Raste em wek civaka Êzîdî ti carî serê xwe li hemberî êriş, ferman û dagirkeran na tewînin. Lê eger ev rêxistinbûyîna demê dawî ya li Şengalê ne li ser fikirê Rêber Apo bûya, wê zirarek mezin li civaka Êzîdî bibûya. Ji bo em koçberî dewletên derve nebin, ji bo em dest ji vê axê xwe bernedin, çand, ol û baweriya xwe li ser vê axa pîroz biparêzin, em bi hemû hêza xwe, xwe birêxistin dikin. Bi taybetî jî wek jin ji ber ku di hemû civakan de pêşengtiyê dikin îro tê xwestin ku em jin jî di rêxistinkirina Şengalê de pêşengtî bikin. Dema ku me pêşengtî kir, emê bikaribin çanda vê civakê li ser vê axa pîroz bihêlin û biparêzin. Li ser vî bingehî em îro hewl didin di Şengalê de xwe birêxistin bikin. Lê li rûxmê ku bi dehan car jenosîd li ser me hatiye pêkanîn jî hîna êriş û ferman li ser me berdewam dikin. Ferman ne tenê bi qirkirinan tê pêkanîn. Êrişên şerê taybet yên niha li ser Şengalê tên plan kirin, ji fermana ku li ser me hatî pêkanîn xetertire. Ji ber ku dizanin êdî civaka Êzîdî bi taybet jî ciwanên Êzîdî hemû di milê leşkerî ango hêzên xwe parastinê de cih digirin û parastina axê xwe dikin, ji ber wî jî herî zêde êrişî me dikin. Weke Êzîdiyên di Şengelê de her çiqasî rêxistinbûyîna me bêne berfireh kirin, em çiqasî bêne zanekirin, em çiqasî dijminê xwe nasbikin, wê hîn zêdetir êriş li ser me bên pêkanîn. Em çiqas ji bo berjewendiyên Êzîdiyan xebat û şer bikin, wê dijmin hîn zêdetir bixwazibe êrişî me bike û me tinebike. Lê emê bi vê rêxsitinbûyîna xwe pêşî li her cure êrişan bigirin. Ji fermana 2014’an, plana ku 9’ê Cotmehê heta êrişên hewayî yên bi destê PDK û dewleta Tirk yên li ser Şengal tên kirin ku di van êrişan de fermandar û pêşengên civaka Êzîdî tên armanc kirin, dixwazin bi van planan civaka me tine bikin. Rûxmê van hemû êrişan jî gelê me li berxwe dide û têkoşîna xwe mezitir dike. Nikarîn bi van êrişan vê civakê ji holê rabikin, wê ji niha û şûnde jî nikaribin vê rêxistina me ya bi xwîna şehîdan hatiye avakirin têkbibin.
Sara Şengalî

0 Yorumlar