Gerîlayên HPG’ê Rêzan Botan û Bawer Botan ku di 6’ê Tebaxa 2023’yan de li Herêmên Parastina Medya şehîd bibûn, bi merasîmekî li Qendîlê spartin axê.
Gerîlayên HPG’ê Rêzan Botan (Rêzan Gungen) û Bawer Botan (Bekîr Kina) ku di 6’ê Tebaxa 2023’yan de li Herêmên Parastina Medya şehîd bibûn, bi merasîmekî girseyî li Qendîlê spartin axê.
Merasîm li goristana Qendîlê ya Mihemed Karasûngûr bi deqeyek rêzgirtin destpêkir. Piştî rêzgirtinê Hevberdevka Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê Sultan Yildizatan axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: “Ji her hêlê ve êriş li ser me hene. Di gortistanên me de, ji her netewê şehîd hene. Ev jî dide nîşandan ku fikrên Rêber Apo serketine. Em wek xwediyên van şehîdan, divê heta dawî li ser rêya wan bimeşin. Wê serkeftin bibe ya gerîlayan.”
Piştî wê, Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Xalid Mihemed jî axivî û sersaxî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevahî malbatên şehîdan re xwest û anî ziman ku roj bi roj xelkê azadîxwaz û netewa demokratîk hêvî dide gelê me û wiha axivî: “Dijmin ji ber fikrên me yên azadîxwaz êrişî me dike. Em dibêjin, bila serê serê malbata hêja û serê tevahî gêlên azadîxwaz saxbe.”
Piştî axaftinan, Şehîd Rêzan û Bawer di bin diruşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ de sapartin axê.
0 Yorumlar