Endamê Komîteya Azadî ji bo Ocalan, Şoreş Xidîr destnîşan kir ku di demên dawî de li Başûrê Kurdistanê rê li pêşiya çalakî û semînerên di derbarê fikir û felesfeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tê girtin û wiha got: “Di encama zextên dewleta Tirk de destûr nayê dayîn ku çalakiyên medenî ji bo Rêber Apo werin lidarxistin.”
Jiyan Pîran
Di demên dawî de li Başûrê
Kurdistanê bi taybet li navçeyên derdora Bajarê Silêmaniyê rê li pêşiya semîner
û çalakiyên di derbarê fikir û felesefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de
tên girtin. Têkildarî vê mijarê Endamê Komîteya Azadî ji bo Ocalan, Şoreş Xidir
ji rojnama me re axivî:
Şoreş Xidir di destpêka gotinê xwe
de balkişand li ser girîngiya fikir û felesfeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah
Ocalan a ji bo yekîtiya netewî û wiha got: “Şaristaniyeta mirovahiyê li
Rojhiata Navîn serîhidaye, bitaybet jî li Kurdistanê bingehê şeristanyetê
hatiye avêtin. Ji ber wê jî di hemû çaxên dîrokê de dewletên dagirker û
sermayedar ji bo qazanca zêde xwestin Kurdistanê dagir bikin. Li hemberî van
dagirkeran jî li Kurdistanê bi dehan şoreş pêkatine. Li Başûr Şêx Mehmûd, li
Bakur Şêx Seîd Pîran û li Rojhilat jî Qazî Mihemed serî li hember desthildaran
rakirin û têkoşîn kirine. Lê wek tê xwestin encam nehatiye bidest xistin. Ji
ber ku di van serhildanan de Kurd nebûn xwedî stratejiyek hevbeş û nekarîn gelê
Kurd li derdora xwe kom bikin. Lê bi pêşengtiya Rêber Apo Partiya Karkerên Kurdistan PKK hat damezirandin û qonxek nû li Kurdistanê
destpêkir. Ev qonax jî bi dewlemendbûna fikrên Rêber Apo pêşketin. Ji ber ku
dewletên desthilatdar dizanin wê sîstema Netewan Demokratîk bibe altarnatîfa
sîstema sermayadar, ji bo wê ji xwe re wek gefekê dibînin.”
‘Kilîla aşîtî
û yekîtiya Kurdan e’
Şoreş Xidir di berdewama axaftina
xwe de daxuya kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bawerî daye gelê Kurd û
wiha got: “Ne gelê Kurd ne jî jinan bawerî li hember xwe nemabû ku ji bo ax û
nasnameya xwe têkoşîn bike. Îro bi perwerde û felesefeya Birêz Abdulah Ocalan
jinên Rojavayê Kurdistanê li hember hemû desthilatdariyê li ber xwe didin. Ev
destkeftiyên ku me niha li Rojava û Şengal bi destxistin bi saya fikir û
felesefeya Birêz Ocalan e. Dijminên Kurd ji bo ev projeya Birêz Ocalan bi ser nekeve,
serî li hemû rê û rêbazan dijberiyê dide. Pêşî li fikir
û felesefeya Rêbertî tê girtin. Her Kurdekî xwedî exlaq be, pêwîste xwedî
li fikir û felesfeya Rêber Apo derbikeve. Ji ber ku ev 50’î sale Birêz Abdullah
Ocalan xebat û têkoşîn dike. Xwedî derketina li Birêz Ocalan xwedî derketin li
ax, keramet û şerefa xwe ye ji ber ku kilîla aşîtî û yekîtiya
Kurdan ye.”
‘Di bin destê
dagirkerên Kurdistanê de ne’
Şoreş Xidir di dawiya axaftinên xwe
de diyar kir ku di demên dawî de li navçeyên bajarê Silêmaniyê astengiya ji bo
çalakiyên medenî yê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê çêkirin û wiha
got: “Ev rêgiriya ku niha li hember fikir û felsefeya Rêber Apo ya li Başûrê
Kurdistanê ku bi taybet li Silêmanî tê kirin, du sedemên xwe yên sereke hene. Yek
tirsandina zêde ya ji rewşenbîr, siyastmedar û kesên akademisyene ku piştgiriya
fikirên Birêz Ocalan dikin. Ya dûyem jî beşek ji partiyên siyasî yên li Başûrê
Kurdistanê rêveber û desthilatdarin ku ketine di bin destê dewletên dagirker
yên Kurdistanê de bi taybet dewleta Tirk de. Berjewendiyên wan yên malbatî û
patiya xwe wisa kiriye ku ji derveyî wan nikarin gavan bavêjin. Di encama van
zextên dewleta Tirk de destûr nayê dayîn ku çalakiyên medenî ji bo Rêber Apo
werin lidarxistin. Rewşenbîrên ku dixwazin li ser fikir û felesfeya Rêber Apo
semîner û kombûnan çêbikin pêşî lê têgirtin. Em hêvîdarîn ev rêgirî bi dawî
bibin ji ber ku ya me bigihîne armanca me yekîtiya netewî ye. Divê ev partiyên
siyasî li xwe vegerin.”
0 Yorumlar