Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê girtina dû ciwanên Kurd yên bi navê Mazlum Dag û Evdirehman Er ku beriya pênc salan ji aliyê PDK’ê ve hatibûn girtin û niha jî di greva birçîbûnê de ne, şermezarkirin.
Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê girtina 2 ciwanên Kurd yên bi navê Mazlum Dag û Evdirehman Er ku beriya pênc salan hatibûn girtin û niha jî di greva birçîbûnê de ne, şermezarkirin. Bi kombûna şêniyên wargehê ya li avahiya Mala Gel daxuyaniyek hat dayîn. Beriya ku daxuyanî destpê bike deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê hat girtin. Piştî rêzgirtinê têkildarî girtina Mazlum Dag û Evdirehman Er, Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Wargehê Pakîstan Bîlen axaftinek kir.
Pakîstan Bîlen di destpêka axaftina xwe de nêzîkatiyên PDK’ê yên li beranberî Dag û Er şermezarkir û diyar kir ku ev polîtîkayên wan wê ti carî negihijin aramanca xwe û wiha got: “Wek tê zanîn ev her dû hevalên me ji 18’ê Gulanê heta roja îro ev 52 rojin di greva birçîbûnê de ne. Sedemê vê jî ji ber zext û zoriya ku li ser wan tê pêkanîn, wek li xwe kirina cilên yek reng û kiryarên xirab yên ku rojane li ser wan tên pêkanîn li beranberî van kiryaran dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine.
Ev bi rojane tevî her diçe rewşa tendûristiya wan ber bi xirabûnê ve diçe jî, lê bi moralek bilind vê berxwedana xwe didomînin. Bê gûman ev kiryarên PDK’ê yên ku li ser wan pêktînin, çavkaniya xwe ji kuderê, ji kî digire û armanca wan ya bingehîn çiye em wek gelê Kurd viya baş dizanin. Bi taybet dewleta Tirkiye AKP-MHP ev bi salane ji bo gelê Kurd tine bike, ji hêz û vîna wan dûr bixe û nebe xwediyê nasnameyek Kurd bi her awayî serî li planên herî qirj didin û heta roja me ya îro jî ev tevgera wan her ku diçe zêdetir dibe.
Bi tayber piştî hilbijartinan ku li Tirkiyê hatî kirin, Tirkiye vêya ji bo xwe wekî serkeftinekê dibîne, planên wan yên ku bi salane dixwestin pêkbînin û pêknehatîn, dixwazin vana bi encam bikin. Em dibînin li her cihekî yê Kurdistanê ku berxwedaniyek lê tê kirin û pergala Netewa Demokratîk lê hatiye rûnişkandin ev çi li Şengal be yan Rojava be yan jî li Mexmûr be, li kuderê dibe bila bibe bi her awayî êriş dikin û dewleta Tirk bi rojane di nava axaftinên xwe de jî gef li wana dixwin. Li ser vî bingehî em dibêjin her dû hevalên me yên ku ev qas roj di nava vê berxwedaniyê de li berxwe didin em vê berxwedana wan pîroz dibînin û em dibêjin wê bigihijin armanca xwe. Her wiha em dibêjin wê ti carî dijminên me bi wê ve girêdayî PDK tişta ku dixwazin wê nikaribin li ser gelê Kurd bidin pêkanîn.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ ,’Bimire xiyanet’ bi dawî bû.
0 Yorumlar