Beriya niha bi 4 salan MÎT-PDK’ê bi dorpêçekê çûyîn û hatina bajar, gund, navçe û herêmên Başûrê Kurdistanê li penaberên wargeha Mexmûrê girt. Di dorpêça çar salan de gelek êrişên hewayî çêbûn û di encamê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan. Armanc valekirina wargehê bû, PDK-MÎT piştî bi serneketin, Iraqê xist dewrê, lê berxwedana xelkê Mexmûrê nehêla PDK-MÎT bigihi armanca xwe. Şêniyên Mexmûrê bi heman dirûşmeya 14’ê Tîrmehê ‘Berxwedan Jiyane’ heya roja îro li ber xwe didin.
Li seranserê Kurdistanê êrişên li dijî Gelê Kurd bê navber dewam dikin, di serîde dewleta Tirk û hevkarên wan, ji bo tinekirina Gelê Kurd serî li hemû rêyan didin. Yek ji sembola berxwedana dijî xeta xiyanet, xwefiroşiyê wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî ye (Mexmûr). Penaberên ku ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk neçarman ji warên xwe koç bikin, berê xwe dane Başûrê Kurdistanê. Ji roja penaberbûyîn heya îro, dijî wan êriş ne sekenîne. Xelkê penaber bi berxwedana xwe ya bê hempa, 30 salin têdikoşe. Îro 4 sal bi ser dorpêça MÎT-PDK’ê ya ser wargehê re derbas dibe.
Emê divê dosyayê de behsa pêvajoya penaberî, dorpêça 4 salan, êrişên di 4 salan de ser wargehê û berxwedana xelkê Mexmûrê bikin.
Koçberî
Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li quntara çiyayê Qereçox a di nava sînorên navçeya Mexmûr a girêdayî parêzgeha Musilê de ye. Şêniyên Mexmûrê di sala 1994’an de ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk koçber bûn, nêzî 12 hezar welatiyên ji Bakurê Kurdistanê derbasî Başûrê Kurdistanê bûn.
Di sala 1994’ê de koçberiya ji ber zilma dewleta Tirk despêkir, beşek ji welatiyan li bejahiya navçeya Zaxo ya girêdayî Duhokê bi cih bûn, beşek jî, li Şeraniş û Bihêrê yên girêdayî herêma Heftanînê bi cih bûn. Li vê herêmê welatî nêzî 2 mehan man.
Zilma PDK’ê ya dijî Kurdîniyê!
Pitşî wê di sala 1995’an de penaber li herêma Etrûş hatin bicihkirin. Di heman salê de beşek welatiyan li Geliyê Qiyametê jî hatin bicihkirin. Di sala 1995’an de PDK’ê ambargo danî li ser wargehan û nehişt ku tiştên jiyanî derbasî wargehan bibin. Her wiha hatin û çûyîn qedexe kir. Di heman salê de hêzên girêdayî PDK’ê bi destek û daxwaza dewleta Tirk êrişî her du wargehan kirin.
Sala 1997’an ji ber planên dewleta Tirk ên dagirker li dijî Tevgera Azadiya Kurd û dîsa hevkariya PDK’ê ya li gel dewleta Tirk, penaber li herêma Nînova bi cih bûn. Li ser dijwarbûna êrişan heman salê gel derbasî wargeha Nehdaran bû. Piştî du mehên dijwar ên jiyan û êrişên dewleta Tirk û PDK’ê gel ji vir jî koç kirin.
Li şûna Barzanî, Sedam Hisên cih da!
Şêniyên wargehê piştî rêyek gelek dirêj a tije êriş, zehmetî û êşên jiyanê, li Mexmûrê bicih bûn. Ji sala 1994’an ve bi rêzê li wargehên Bihêrê, Şeraniş, Bêrsîvê, Geliyê Qiyametê, Etrûş, Nînova û Nehdaran mane. Di van wargehan de ji bilî êşên mezin ên jiyanê ku gelek zarok, pîr û jinan jiyana xwe ji dest dan, panaber bi gelek êrişan re jî rû bi rû man. Di van êrişan de jî gelek welatî hatin qetilkirin. Her wiha li wargehên Etruş, Geliyê Qiyametê û Nînovayê bi ambargoyan re rû bi rû man.
Koçberên Bakur di encama van rêwitiyên zor û zehmet de di sala 1998’an de li quntara çiyayê Qereçox a navçeya Mexmûrê ya ser bi Musilê bicîh bûn. Ji ber ku PDK’ê nehêla xelkê penaber li herêmên din yên Başûrê Kurdistanê bicih bibe, neçar man berê xwe bidin Mexmûra ku wê demê dibin dethilatdariya Sedam Hisên de. Di salên destpêkê de zehmetiyên gelekî dijwar dîtin û ava vexwarin û paqijiyê jî, bi zehmetî peyda kirin. Her wiha cihekî ku xwe bispêrin nebû û tenê ji ber dupişkan bi dehan kesan jiyana xwe ji dest da.
Tevî hemû zor û zehmetiyan jî, koçberan li Mexmûrê jiyanek nû afirand, mal hatin çêkirin, saziyên rêveberî, şaredarî, perwerde, tenduristî, parastin û hwd. hatin avakirin. Di heman salê de (1998) ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) bi awayekî fermî wekî wargeha penaberan hat qebûlkirin.
Ji bo Başûr xwe kirin mertal
Di dema êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên ser Suriye û Iraqê de li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, beramberî êrişek muthemel tedbîr hatin girtin. Di çarçoveya van tedbîran de şêniyên wargehê ji aliyê Hêzên Parastina Wargehê ve ji wargehê hatin derxistin. Di 7’ê Tebaxê de jî çeteyan êrişî wargehê kirin. Li ser vê yekê Hêzên Parastina Wargehê û gerîlayên HPG’ê ku piştî êrişa li ser Şengalê ji bo parastinê hatibûn herêmê, berxwedanek mezin nîşan dan. Di encama berxwedana 3 rojan de, wargeh di 10’ê Tebaxê de ji çeteyan hat paqijkirin. Bi vî rengî cara yekemîn çeteyên DAIŞ’ê hatin têkbirin û xofa wan hat şikandin. Her wiha navçeya Mexmûrê hat rizgarkirin. Di wê demê de pêşmerge jî tevlî vê berxwedanê bûn. Bi vî rengî metirsiya li ser Hewlêrê jî rabû. Serokê wê demê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî çûbû Mexmûrê û spasiya gerîlaya û xelkê wargehê yên ku DAIŞ’ê şikandin, kiribû.
Lê rêveberiya Barzanî vê yekê nedît û piştî sala 2014’an dest bi planên nû li ser wargehê kir. PDK piştî sala 2014’an bi dewleta Tirk re ji bo valekirina wargehê kete nava liv û tevgerê.
Dorpêça 4 salan
Di 17’ê Tîrmeha 2019’an de li dijî endamê MÎT’ê Osman Kose yê di Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya Hewlêrê kar dikir êriş pêk hat. Di êrişê de Kose û welatiyê Iraqê Nerîman Osman û welatiyê ji Hewlêrê Beşdar Ramazan hatibûn kuştin.
Di heman roja êrişê de (17 Tîrmeha 2019) Rêveberiya PDK’ê ambargo danî ser wargehê û rê neda ku tu kes ji wargehê biçe Hewlêrê. Ji xwe beriya êriş çêbibe, PDK ji bo rêgiriyê ketibû nava liv û tevgerê. Ji ber rêgiriyê, bi dehan nexweşên rewşa wan giran e, nekarîn biçin Hewlêrê. Rojek piştî wê ango di 18’ê Tîrmeha 2019’an de balafirên şer ên artêşa dewleta Tirk a dagirker, wargeh bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 2 şêniyên wargehê birîndar bûn.
Piştî dewleta Tirk û PDK’ê rê li xelkê Mexmûrê girt, kete nava hewldanên wargeh valekirinê. Bi gelek rêyên cûr be cûr xwestin wargehê vale bikin û îradeya xelkê wargehê bişkînin.
PDK-MÎT, Iraqê xist dewrê
Di 27’ê Kanuna 2021’an de Hêzên Iraqê ji nişka ve serê siharê xwestin bikevin wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr). Hêzên Iraqê xwestin derdora hemû wargehê têl bikin û bixin dorpêçê. Lê xelkê Mexmûrê hemberî vê rawestiya û nehêlan Iraq derdora wargehê têl bike.
Tirkiyeyê avê dijî Iraqê ji bo valekirina Mexmûrê bikartîne!
Di 20’ê Gulana 2023’yan de carek din leşkerên Iraqê danê siharê hewl dan bikevin wargehê û li derdora wargehê xendekan bikolin, têl bikin û bircan danin. Xelkê ku bi berxwedana xwe tê nasîn, carek din rabû ser xwe û li ber hewldanên dorpêçê rawestiyan. Dewleta Tirk û çapemeniya wê di ser nûçeyên xwe de li benda valekirina wargehê bûn, li gorî ku dewleta Tirk û çapemeniya wê, pêwîst bû wargeh di nava çend saetan de hatiba dorpêçkirin.
Dewleta Tirk gefên av qutkirinê li ser Iraqê dida, şandeyên Iraqê serdana Tirkiyeyê dikirin, lê şertê Tirkiyeyê ya ji bo av berdanê, valekirina Mexmûrê bû. Dewleta Tirk heya roja îro jî dijî Iraqê avê weke çekek bikartîne.
Bi rihê 14’ê Tîrmehê ‘Berxwedana Jiyane’ bersiv dan
Di 20’ê Gulanê hêzek li ser navê Artêşa Iraqê danê siharê bi wesayîtên zirxî, polîs, leşkerên taybet, wesayîtên kar, berê xwe dan wargeha penaberan. Hêza leşkerî bê ku guh bide xelkê Mexmûrê xwest bikeve nava wargehê û derdorê têl bike. Lê hêza berê xwe dayî Mexmûrê, rastî rihê berxwedana 14’ê Tîrmehê hat. Leşkerên ku bi daxwaza Tirkiye û PDK’ê berê xwe dabûn wargehê, nedizanîn xelkê Mexmûrê 30 salin li dijî êriş, dorpêç, xiyanet û zilmê li ber xwe didin.
Jin, zarok, kal û pîr, bihezaran şêniyên wargehê danê siharê berê xwe dan seytereyê û rê li hêza ser bi Artêşa Iraqê girt. Leşkeran bi wesayîtên zirxî ketin nava liv û tevgerê û xwestin li dora wargehê, xendekan bikolin, bircan danin û têl bikin.
Girseya gel yekser xwe li wesayîtan kir mertal û nehêlan leşker bi pêş de biçin. Bi vê re leşkerên Iraqê xwestin çavê welatiyan bitirsîne û gule bi ser xelkê de barandin. Dema girseya gel vê helwesta Iraqê dîtin, bi hêrs bûn û bi keviran bersiva leşkerên Iraqê dan.
Di heman roja yekem de ango 20’ê Gulanê de, leşkeran vê carê rast rast gule berda xelkê wargehê, di encama êrişê de ciwanek birîndar bû.
Berxwedana Mexmûrê, li her çar parçeyên Kurdistan û dervey welat bû sedem ku Kurd dakevin kolanan. Hema bêje ji her derê piştgiriya ji Mexmûrê hat ragihandin. Herwiha bi dehan saziyan jî bi daxuyanî û çalakiyan piştgirî dan berxwedanê.
Şêniyên Mexmûrê 16 roj dijî hewldanên dorpêçê bi şev û roj li ber xwe dan. Berxwedana xelkê Mexmûrê rê hewldanên bi daxwaza dewleta Tirk û PDK’ê dihat kirin, girt. Wargeha Mexmûrê dibin sêwana Neteweyên Yekbûyî deye, lê NY tevî hemû êrişên ser wargehê jî bêdenge.
Îro 4 sal bi ser amarogya MÎT-PDK’ê ya li ser wargeha penaberan ya Mexmûrê re derbas dibe, hê jî hewldanên valekirinê, gefên êrişên dewleta Tirk dewam dikin. Berxwedana 30 salan ya şêniyên wargehê, bê navber dewam dike.
Êrişên piştî ambargoyê: 7 kes hatin qetilkirin
-Di 18’ê Tîrmeha 2019’an de balafirên şer ên artêşa dewleta Tirk, wargeh bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 2 şêniyên wargehê bi sivikî birîndar bûn.
-Di 15’ê Nîsana 2020’an de balafirên keşfê yên bi çek (SÎHA) yên dewleta Tirk a dagirker wargeha Mexmûrê bombebaran kirin. Di vê êrişê de 3 jinên ciwan şehîd bûn.
-Di 15’ê Hezîrana 2020’an de balafirên şer ên dewleta Tirk derdora Wargeha Şehîd Rûstme Cûdî (Mexmûr) Çiyayê Qereçox û devera Miştenûr bi dijwarî bombebaran kirin. Ti ziyana canî çênebû.
-Di 5’ê Gulana 2021’an de dewleta Tirk bi balafirên bêmirov êrişî Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) kir.
-Di 3’yê Îlona 2021’an de dewleta Tirk a dagirker bi balafira bêmirov navenda Mexmûr bombebaran dikir. Di encamê de dayikek û zarokek birîndar bûn. Ziyana madî li malên derdor bûn.
-Di 1’ê Sibata 2022’an de balafirên şer bi awayek dijwar Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bombebaran kirin. Di encamê de 2 endamên Hêzên Parastina Cewherî şehîd bûn. Gelek kes birîndar bûn.
-Di 21’ê Gulana 2022’an de li navenda Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji aliyê balafirek bê mirov a bi çek ve wesayîtek hate bombebarankirin. Di bombebaranê de welatiyê bi navê Hecî Mîrza Elî jiyana xwe ji dest da.
-Di 5’ê Tîrmeha 2022’yan de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li dijî malekê êrişa hawayî ji aliyê balafira bêmirov û biçek a dewleta Tirk ve pêk hat. Di encamê de kesek birîndar bû. Hinek kes jê bandor bûn.
-Di 29’ê Tebaxa 2022’yan de balafirek bê mirov a bi çek ya dawleta Tirk a dagirker li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) malek bombebaran kir. Di encamê de welatiyê bi navê Ebûzêt Abdullah Dêrhînî yê bavê 6 zarokan şehîd bû.

0 Yorumlar