Ticker

10/recent/ticker-posts

NEXWEŞXANEYA WARGEHÊ JI BO HERÊMA MEXMÛRÊ BÛYE HÊVÎ

Hevberdevka Komîteya Tenduristiyê ya Mexmûrê Bêrîvan Ûnver got: “Mixabin ev 4 salin ambargo hîna berdewame. Di vê pêvajoyê de gelek nexweşên kronîk bê derman û çareserî mane. Her wiha ji ber rêgiriyê jinên ducanî di seytereyên hikûmeta Herêmê de hatin rawestandin û zarokên xwe windakirin. Ev ambargo li ser daxwaza dewleta Tirk, bi rêya PDK’ê hate pêkanîn.”

Farqîn Kara

Di 17 Tîrmeha 2019’an de li dijî endamê MÎT’ê Osman Kose yê di Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya Hewlêrê kar dikir êriş pêk hat. Di êrişê de Kose û welatiyê Iraqê Nerîman Osman û welatiyê ji Hewlêrê Beşdar Ramazan hatibûn kuştin.

Di heman roja êrişê de Rêveberiya PDK’ê di 17’ê Tîrmeha 2019’an de ambargo danî ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî û rê neda ku tu kes ji wargehê biçe Hewlêrê. Ji xwe beriya êriş çêbibe, PDK ji bo rêgiriyê ketibû nava liv û tevgerê. Ji ber rêgiriyê, bi dehan nexweşên rewşa wan giran e, nekarîn biçin Hewlêrê. Rojek piştî wê ango di 18’ê Tîrmeha 2019’an de balafirên şer ên artêşa dewleta Tirk a dagirker, wargeh bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 2 şêniyên wargehê birîndar bûn.

Piştî dewleta Tirk û PDK’ê rê li xelkê Mexmûrê girt, kete nava hewldanên wargeh valekirinê. Bi gelek rêyên cûr be cûr xwestin wargehê vale bikin û îradeya xelkê wargehê bişkînin.

Îro 4 sal bi ser ambargoya MÎT-PDK’ê ya li ser wargeha penaberan ya Mexmûrê re derbas dibe, hê jî hewldanên valekirinê, gefên êrişên dewleta Tirk dewam dikin. Berxwedana 30 salan ya şêniyên wargehê, bê navber dewam dike.

Di derbarê rewşa wargehê ya 4 salan a di warê tenduristiyê de, her wiha astengî û karesatên hatîn jiyankirin, Hevberdevka Komîteya Tenduristiyê ya Wargeha Şehîd Rustem Cûdî û Endama Nexweşxaneya Şehîd Dr. Hogir Bêrîvan Ûnver ji Rojnews’ê re axivî.

Bêrîvan Ûnver di destpêka axaftina xwe de qala armanca ambargoya li ser wargehê kir û wiha got: “Wek tê zanîn îro 5. salvegera ambargoya li ser wargehê ye. Diyare ku ev ambargoya ku giştî li ser wargehê hatî pêkanîn, bingehê helwestên dewleta Tirk ên li beramberî wargehê ye, li ser armanca belavkirina wargehê hatiye pêkanîn. Vê yekê jî xwestin bi rêya PDK’ê pêkbînin. Li restorantek a Hewlêrê mîtek ê dewleta Tirk hate kuştin. Xwestin weke ku ev êriş ji aliyê wargehê ve hatiye pêkanîn bidin nîşandan û bi vê yekê wargehê bixin bin kontrola xwe de. Li ser vê yekê deriyan li ser wargehê girtin. Hemû rêyên hatinçûnê di aliyê tenduristî, bazirganî û debara xwe dabînkirinê de qûtkirin. Ev hewldanek ne nûye, bi dehan caran hewla girtina rêyan dan, ambargo xistin ser wargehê lê negihiştin armanca xwe ku helwesta wargehê vê yekê da diyarkirin.”

‘Di warê dabînkirina derman, cîhaz û meteryalên tibbî de zehmetî tê kişandin’

Bêrîvan Ûnver di dewamê de balkişand li ser bandora ambargoyê ya li ser beşa tenduristiyê û wiha domand: “Ev ambargo hîna jî berdewame. Demek dirêje di nava wargehê de weke Komîteya Tenduristiyê ji bo gel dixebitin. Wek beşa tenduristiyê, nexweşxane û çiqên nexweşxaneyê yên di nava wargehê de cih digirin, ji vê ambargoyê me jî para xwe girtiye. Di vê mijarê de beşên tenduristiyê mirov nikare weke beşên din bigire dest. Di aliyê dabînkirina derman, cîhazên pêwîst û meteryalên tibbî de zehmetî tê kişandin. Beriya niha bi rêya Hewlêrê me dikarî van pêwîstiyan hinek jî be dabîn bikin, lê piştî rê hate girtin, gelek zorî hate jiyankirin. Me nekarî derman û cîhazên ji me re pêwîstin peyda bikin, her wiha cîhazên ku di destê me de xirabûyî çareser bikin. Piştî wê me hewlda li milê Musil û Bexda pêdiviyên xwe dabîn bikin. Rastî zehmetiyek gelek mezin tê jiyankirin ku heta em dermanek dabîn dikin gelek rêyên ne asayî tên karanîn, heta destûr tê dayîn derman werin dabînkirin gelek zehmetî tê jiyankirin.”

‘Nexweşxaneya wargehê, ji bo derdor jî hêviyeke’

Ûnver destnîşan kir ku nexweşxaneya wargehê ne tenê ji bo wargehê ye, her wiha ji bo xelkê derdor jî hêviyeke û wiha pê de çû: “Ji bo tedawiyê kesên derdor jî berê xwe didin nexweşxaneya me. Xizmeta hikûmetê ya ji bo civakên derdor em dibînin çawane. Xizmetek ji bo gelê xwe nake, di warê xêrxwazî û tenduristiyê de alîkariyê nade, ev kes neçar dimînin berê xwe bidin klînîkên taybet.”

Bêrîvan Ûnver her wiha qala bandorên ambargoyê yên li ser jin û zarokan kir û wiha axivî: “Di warê teduristiya jin û zarokan de zehmetî dikişînîn. Me dixtorek jin nîne ku bi nexweşiyên taybet ên jinan û zarokan ve mijûl bibe. Ji bo vê serlêdanên me yên ji bo ji derve hene. Em Kurdin, lê herêma em tê de Erebî daxivin, em nikarin biçin cihekê bi zimanê xwe bi xwe bidin îfadekirin û famkirin ku nexweşiyên xwe çareserbikin. Ji beriya niha, piranî me ji bo tedaviyê berê xwe dida Herêma Kurdistanê wek cihên Hewlêr û Silêmaniyê. Gelek jinên wargehê diçûn wir û tedawiya xwe didîtin. Ne tenê girêdayî jinê, gelek nexweşiyên giran hebûn ku çareseriya xwe li Hewlêr didîtin. Lê piştî ku rê hat girtin, gelek nexweşên ku pêwîstiya wan bi dixtorên wan heyî, destûr nehate dayîn biçin. Her wiha gelek caran nexweşên me yên lezgîn çêdibin ku divê bi lez rêbikin nexweşxaneyek mezin. Her deqeyek ji bo nexweşek wiha gelek giringe ger ku rêbikî cihek dûr jiyana nexweş dikeve metirsiyê. Ji bo vê jî cihê herî nêzîk ji bo me Hewlêr bû. Piştî rê hate girtin, di vî alî de jî me gelek zehmetî kişand. Bi dehan caran nexweşên me yên bi vî rengî me nekariye em derbaz bikin, bi saetan di vê rewşê de mane, heta çareseriyek hatiye dîtin.”

‘Bi awayekî wijdanî û exlaqî nêzîk nabin’

Ûnver diyar kir ku bi awayekî wijdanî û exlaqî nêzîkatî raber nakin û wiha got: “Tenduristî beşek ê exlaqî û wijdanê ye, divê kes rêgirî lê neke. Lê di nava van 4 salan de me vê yekê bi çavê xwe dît ku bi awayekî wijdanî û exlaqî nêzîkatî raber nakin. Bi dehan caran nexweşên me li ber nexweşxaneya Qereçox mane ku heta destûr jê re were dayîn derbazî nexweşxaneyê bibin. Em bi xwe gelek caran li gel wan çûne, me hewldaye ku bikarin rêbikin, lê destûr nehatiye dayîn ku derbaz bibin. Tenduristî mafê her kese ku çareseriyek ji bo xwe dabîn bike. Divê ferq û cudahî neyê kirin, çi be kî be, divê ev maf ji bo wan were dayîn.”

‘Jinên ducanî zarokên xwe windakirin’

Bêrîvan Ûnver da zanîn ku di rê de jinên ducanî zarokên xwe windakirin û wiha anî ziman: “Jinên ducanî ku dema wan temambûyî, hinek jê pêwîstiya wan bi sezeryanê hene ku divê werin rêkirina emelyatê. Di cih de hêlana wan kesan metirsî li ser jiyana wan çêdike. Gelek caran jinên wiha hatine şandin, lê bi saetan di seytereyên hikûmeta Herêmê de bi hêcetan hatine hiştin û ew zarok jiyana xwe ji dest daye. Çend buyerên wiha di nava vê pêvajoyê de hatine jiyankirin. Heta zarokek ji dayîkbû pêwîstiya wî bi dixtorek ê zarokan hebû, lê di dema rawestandina li seytereyan de ji ber bê oksîjeniyê jiyana xwe ji dest da. Tiştên wiha di nava van 4 salan de gelek hatin jiyankirin. Heta niha jî gelek zehmetiyên peydakirina dermanan tê jiyankirin ku me got ev nexweşxane ne tenê xizmeta wargehê dike her wiha ji derdor ji cihên weke Guwêr heta Kerkûk jî berê xwe didin vir. Di seyterayan re anîna dermanan de gelek zehmetî dikêşin, em hewl didin bi rêya dîplomasiya wargehê re vê pirsgirêkê çareser bikin ku bikarin dermanan dabîn bikin. Em nikarin ser hev bi hev re bînin, ji bo wê kêm kêm tînin. Her ku diçe di dermanxaneya me de derman kêm dibin. Li gel vê astengiyê jî, di vê demê dawî de krîza aborî tê jiyan kirin û her ku diçe li gel kelûpelên din derman jî tê buhakirin. Ev jî giraniyek li ser wargehê çêdike.”

‘Nexweşên kronîk zêdebûne’

Ûnver eşkere kir ku rêjeyek berbiçav de nexweşên kronîk wargehê de hene û wiha peyivî: “Di vê penaberiya hatî jiyan kirin de, zehmetiyên ku hatine jiyankirin bi xwe re gelek nexweşiyên giran aniye. Her malekê de çend nexweşiyên kronîk an jî giran weke şeker, tansiyon, tîmor û penceşêr heye. Li vir mirov berê xwe dide di zarokek temen biçûk de jî nexweşiya tansiyon an jî şeker derdikeve. Hikûmeta Iraqê jî di warê dabînkirina dermanan de alîkariyê nade. Ev nexweşên wiha jî ji bo dermanên xwe dabîn bikin pêwîstî bi kirîna dermanan heye, ev jî li ser wan giran disekine. Li ser vê yekê wek tenduristî gelek caran hewl hate dayîn lê bê bersiv ma. Me gelek caran xwest bi rêya çalakî û daxuyaniyan xwe bigihînin hinek cihan, li ser rewşa ambargoyê bi taybet di warê tenduristiyê de me gelek caran têkilî bi hinek cihên derve re daniye ku vê yekê ragihînin. Hinek caran bi rêya dixtorên derve alîkariyek hatiye kirin.”

‘Hêviyên me hene ji derve de alîkariyek were kirin’

Ûnver destnîşan kir ku tiştên beramberî wargehê tên pêkanîn dijî exlaqê mirovahiyê ne û wiha got: “Mixabin hîna ev ambargo berdewame, her ku diçe jî ev helwest û nêzîkbûnên wan ên li beramberî wargehê nayê guhertin. Ev zextên li ser wargehê tên pêkanîn ne rewane şermezar dikîn. Ev wargeh wargehek sivîle, heta niha ti zererek nedaye kesê. Nêzîkatiyên hikûmetê li beramberî wargehê em dizanin çawane ku hîna ne qebûlkirinek beramber heye. Lê hêviyên me hene ku ji derve de alîkariyek ji bo wargehê di warê dabînkirina dermanan, meteryalên tibbî û cîhazan de were kirin. Ev wargeh heq dike ku alîkariyek di warê tenduristiyê de jê re were kirin.”

Bêrîvan Ûnver her dawî bang li her kesê ku xwedî wijdan, her wiha dixtorên sînornenas kir ku ev ambargoya ku hîna berdewame were şkandin da ku deriyên mirovî li her kesê bê vekirin.

Êrişên piştî ambargoyê: 7 kes hatin qetilkirin

-Di 18’ê Tîrmeha 2019’an de balafirên şer ên artêşa dewleta Tirk, wargeh bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 2 şêniyên wargehê bi sivikî birîndar bûn.

-Di 15’ê Nîsana 2020’an de balafirên keşfê yên bi çek (SÎHA) yên dewleta Tirk a dagirker wargeha Mexmûrê bombebaran kirin. Di vê êrişê de 3 jinên ciwan şehîd bûn.

-Di 15’ê Hezîrana 2020’an de balafirên şer ên dewleta Tirk derdora Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Çiyayê Qereçox û devera Miştenûr bi dijwarî bombebaran kirin. Ti ziyana canî çênebû.

-Di 5’ê Gulana 2021’an de dewleta Tirk bi balafirên bêmirov êrişî Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) kir.

-Di 3’yê Îlona 2021’an de dewleta Tirk a dagirker bi balafira bêmirov navenda Mexmûr bombebaran dikir. Di encamê de dayikek û zarokek birîndar bûn. Ziyana madî li malên derdor bûn.

-Di 1’ê Sibata 2022’an de balafirên şer bi awayek dijwar Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bombebaran kirin. Di encamê de 2 endamên Hêzên Parastina Cewherî şehîd bûn. Gelek kes birîndar bûn.

-Di 21’ê Gulana 2022’an de li navenda Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji aliyê balafirek bê mirov a bi çek ve wesayîtek hate bombebarankirin. Di bombebaranê de welatiyê bi navê Hecî Mîrza Elî jiyana xwe ji dest da.

-Di 5’ê Tîrmeha 2022’yan de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li dijî malekê êrişa hawayî ji aliyê balafira bêmirov û biçek a dewleta Tirk ve pêk hat. Di encamê de kesek birîndar bû. Hinek kes jê bandor bûn.

-Di 29’ê Tebaxa 2022’yan de balafirek bê mirov a bi çek ya dawleta Tirk a dagirker li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) malek bombebaran kir. Di encamê de welatiyê bi navê Ebûzêt Abdullah Dêrhînî yê bavê 6 zarokan şehîd bû.


Yorum Gönder

0 Yorumlar