Ticker

10/recent/ticker-posts

MÎTOLOJÎ ÇIYE?


Bersîvên Gel

- Bawerî ye.

- Xeyalî ye.

- Awartekirin e.

- Bûyerên ne rast in.

- Efsane ye.

- Dîroka xeyalî ye.

- Ol e.

- Baweriya kevnar e.

- Dîrok e.

- Çandek e.

- Vegotina xeyalên dîrokî ne.

- Şîroveyên ne rast in.

- Bawerî û ola kevnar e.

Mîtolojî herî kêm bi qasî dîroka mirovahiyê dirêj e. Bawerî û raman di mîtolojiyê de hatine sembolîze kirin an jî qayîmkirin. Di mîtolojiyê de taybetiya girîng, awartebûn e. Lehengên efsaneyan ji rêzê nînin. Di mîtolojiyan de bûyer, li ser bingeha ol ava dibe, leheng li gor bawerî û rîtuelan tevdigerin. Mît an jî çîrok li gor rewşa civakî an jî mirovî şêwe digire û her wiha bi hêzên xwezayî û bi bertekên mirovan ên psîkolojîk re jî eleqedar in. Hema hema di mîtolojiya hemû çandan de hêmanên wek asîman, çiya, tav, stêrk, av, dar û serzemîn cih digirin. Hêmanên xwezayî yên ku bi awayekî derasayî tên teswîr kirin, her wiha têkiliyên xwedayan di navbera hev de û bi mirovan re jî di avabûna mîtolojiyan de girîng e.

Mît heta demên mirovahiyê yên ewil diçe. Her wiha heta xewnên çîrokbêjên wê serdemê jî diçe. Ev çîrokbêjên ewil piştî wextekî wek helbestvan û fîlozof hatine binavkirin. Vegotinên qehremanî, lehengî wek ruh û canê mîtolojiyê tê qebûlkirin. Mîtolojiya her çandê, di derbarê gerdûn, afirandin, mirov û xwedavan de ye. Her wiha mirin û piştî mirinê jî ji bo xwe wek mijar hildibijêrin. Hinek xelk lehengên mîtolojîk an jî efsanewî ji bo xwe wek rêber hildibijêrin. Di mîtolojiya Zerdûştî de wisa tê vegotin ku mirov ji çêreyekî bi navê “rîvas” derketiye, di mîtolojiya Yewnanî de jî lehengê bi navê Prometheus elementa agir ji asîman didize û tîne serzemînê û ji ber vê guneha xwe ji aliyê Zeus ve tê cezakirin. Bi zinaran ve tê zincîrkirin û di dawiyê de qijik cîgera wî dixwin.

Di mîtolojiyan de ayîneyên mirovan cihekî mezin digrin. Ji ber vê yekê hinek taybetî, bawerî û ayînên olî dikevin nav mîtolojiyê. Mîtolojî di baweriyên kevnar de bi awayekî xurt xuya dike. Sedemê vê yekê jî ewe ku di çavkaniya wan baweriyên kevnar û mîtolojiyê de diyardeyên kozmîk hene. Hevpariya wan ewe ku herdû jî xeyalî û sembolîk in.

Mît amûrên olê ne, ol carna ji bo ku hinek wezîfeyan pêk bîne, serî li mîtan didin. Ji mîtolojiyê derbasbûna ber bi çîrokan ve, bi saya niştecihbûnê gengaz bûye. Saziyên dewletê yên herî pêş, di vir de rolekî girîng lîstine. Hikumdarên dewletan, wan taybetiyên mîtolojîk ên xwedayî hildane ser xwe. Li gor Meletinskiy mît an jî mîtolojî bi van rêyan bi ser çîrokan ve wergeriyan: Kêmbûn an jî ji holêrabûna ayînan, baweriya bi taybetiyên olî û mîtolojiyê de qelsbûn, tevlîhevkirina lehengên mîtolojîk bi lehengên ji rêzê ve.

Cudahiya di navbera mît û efsane an çîrokan de ew e ku mîtolojî her wext di derbarê jiyan û heqîqetê de lêgerînekê dike, lê çîrok ji bo xweşbihorandina demê tê sazkirin. Mît bi van awayan bandor li çîrokan dike: Motîfên mîtan ên arkaîk bi motîfên dewra nûjen re tevlîhev dibin û ev yek dibe sedem ku lehengên fantastîk derkevin holê. Yek ji cudatiyên herî girîng jî ewe ku di destpêka çîrokan de formên destpêkirinê hene; “hebû tunebû, ji wextan wextekî, rojekî û hew.” Ew awayê destpêkê yê guhdarvan ji bo cîhanekî efsûnî amade dike. Yanî vebêjer dibêje, tişta ku tu niha wê guhdar bikî xeyalî ye. Di dawiya çîrokê de jî formê qedandinê dixuyê, ev yek jî yê guhdarvan piştî wan bûyerên efsûnî dîsa vedigerîne cîhana rastî. Ev taybetî yê mît û çîrokan ji hev vediqetîne. Lehengên mîtolojîk her wext ji bo şer amade ne, lê carna ew jî dikevin tengasiyê. Di wan wextan de yan xweda tê alîkariya wan an jî ew bixwe di wesfê xwedayan de ne. Lê di çîrokan de ji xwedayan, lehengên qelstir dixuyên yê lehengên çîrokan timî hêzê wan ê bi sihêr hene.

Lehengên mîtolojîk major in û yên çîrokan jî mînor in. Di mîtan de timî di encama şer de xweza, malbat, qewim tên bidestxistin, lê di çîrokan de jî jin hesp, xwarin û her weke din tên bi destxistin. Lehengên çîrokan lawê padişahan in, lê yên mîtan xwedayî ne. Di çîrokan de peyama dawî her tim di derbarê exlaq û nirxan de ye û îbret heye. Ji ber vê yekê taybetiyekî çîrokan yê etnolojîk tuneye, lê mît xwedî taybetiyên etnolojîk in, her tim dixwaze xweza û afirandinê rave bike. Mît di derbarê destpêkê de agahî dide. Di mîtan de faktora gerdûn, cîhan û xwezaya hov serdest e, lê di çîrokan de civak û pisporî girîng e.

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar