Ticker

10/recent/ticker-posts

NAVENDA NÛ YA MÎT'Ê: HEWLÊR


Weke ku tê zanîn PDK di van salên dawî de ji bo berjewendiyên malbata Barzanî û têkbirina hemû destkeftiyên gelê Kurd, hemû dewlemendiyên ser erd û bin erd ên gelê Kurd pêşkêşî dewleta Tirk a dagirker kir. Niha dewleta Tirk a dagirker ji nava sînorên Tirkiyeyê bi rihetî li Başûrê Kurdistanê tişta ku dixwaze dike. Li Başûrê Kurdistanê tevgereke nû ya bişaftin û dagirkeriyê hatiye destpêkirin, di bin navê tasfiyekirina tevgera gerîla de, gelê Başûr yek bi yek ji dewleta Tirk a dagirker re kirin qurbanî û her cure binpêkirin li ser gelê Kurd hate kirin. Ev rastiya ku rayedarên PDK'ê tim di bin maskeyê de xwe vedişêrin, kiryarên rewakirina jenosîda li ser gelê Kurd e. Divê her ferdekî Kurd hinek pirsan ji xwe bike, çawa dibe ku MÎT li Tirkiyê nikare wisa bi hêsanî karên xwe bike, lê li Başûrê Kurdistanê bi hêsanî dikare karê xwe bike. Çawa dibe ku ev rêxistina kujer, ciwanên Kurd û jinên herî pak dixe di bin xizmeta xwe de û gel li hember vê bêdeng dimîne? Ciwanên Başûrê Kurdistanê bi çand û zimanê xwe nikarin li Tirkiyeyê bi rihetî bijîn, çawa dibe ku dewleta Tirk a kujer û rêxistina wê ya MÎT bi hêsanî bi ciwanên Kurd re têkiliyê danin û wan bixin? Ciwanên Başûrê Kurdistanê çawa dikarin razî bibin ku welatparêziya ciwanên Kurd di bin navê PDK’ê de bi temamî were valakirin û bibe sîxûr?

Îro em dizanin beşek ji PDK’ê û gelê Kurd yê li vê herêmê dijîn, vê yekê qebûl nakin. Kesê ku dengê xwe ji van kiryarên qirêj re dikin, têne girtin û kuştin. Rêxistina îstîxbarata PDK’ê ya bi navê Parastin ji dewleta Tirk a dagirker zêdetir gelê Kurd ditirsîne, ciwanên Kurd kêm dike û yên li ber xwe didin jî ji holê radike.

MÎT DI HEWLÊR DE WEK PARASTIN DIKARE KAR BIKE

MÎT'ê hema bêje li her derê Hewlêra ku PDK'ê weke keleha xwe dibîne, li navçe, gund û navendên wê yên girîng cih girtiye, bi rastî jî nîşan dide ku ev tevgera qirkirinê derbasî qonaxeke bilindtir bûye û serdemeke nû destpê kiriye. Dema ku PDK’ê li cihên ku ne dibin desthilata wê de ye wek cihên YNK’ê ne, alikariya MÎT’ê dike û dibe alîkar. PDK’ê polîtîkaya “PKK li vir xwe birêxistin dike” dimeşand û bi vî rengî raya giştî û gelê Kurd manîpule dike. Lê belê tê îdiakirin ku di van demên dawîn de di encama têkiliyên xurt ên di navbera MÎT û PDK'ê de, di derbarê MÎT'ê de biryar hatine girtin ku baregehên xwe ava bikin û hema hema li her cihê ku di bin kontrola PDK'ê de ne xwe bi cih bikin. Peymanên nû hatine îmzekirin. Dîsa di vî warî de MÎT’ê berê xwe daye hin cihan wek Mesîf, Enkawa û bi komên ji 20-25 kesan pêktên, di bin navê hin şîrketên Kurd de xwe bi cih kirine.

Li gorî hin kesên di nava PDK'ê de ne û ji dewleta Tirk a dagirker nerehet in, ev agahî dan; ev peymanên veşartî û leşkerî ne û di çarçoveya biryarên ku hatine girtin de dê alîkariya leşkerî û lojîstîk, agahî dayîn, parastin, piştgiriya aborî û belgeyên fermî ji aliyê hikûmetê ve wê bên dayîna MÎT’ê. Her wiha ji bo MÎT’ê pêdiviyên leşkerî û lojîstîk ji aliyê PDK'ê ve bi rêk û pêk ji bo baregehên ku di çarçoveya van biryaran de hatine girtin, tên şandin. Lê li gorî van kesan, biryarên sereke yên lihevkirinê ev in:

Ewê alîkariya madî û manewî her wiha piştgirî bide baregehên leşkerî yên Tirkiyê.

Şandeyek taybet a hêzên Tirkiyê wê di bin parastina hêzên PDK’ê de biçe Dilmenê.

Heta ku hêzên Tirkiyê li ser sînorê Iraqê bin, wê bi PDK’ê re hevkariyê bikin.

Cihên PKK'ê wê ji aliyê sîxûran ve bên tespîtkirin.

Hêzên Zêrevanî wê bi taybetî ji bo alîkariya hêzên Tirk bên perwerdekirin û ev hêz dê di bin serokatiya kurê Barzanî, Mele Mistafa de, were birêvebirin.

Mele Mistefa jî wê beşdarî civînên ku bên kirin bibe û biryarên wê nayên nîqaşkirin û ti kes destwerdanê lê nake.

Li dijî PKK’ê wê operasyon bên lidarxistin û hêzên taybet ên Zêrevaniyê jî beşdarî vê operasyonê bibin. Hêzên Zêrevanî û Tirkiyê wê bi hevbeşî deverên di destê PKK’ê de dagir bikin û binkeyên leşkerî ji hêzên Tirkiyê re ava bikin.

Ji bo çavdêrîkirin û şopandina xalên PKK'ê û gihandina agahiya van xalan ji bo cihên pêwîst û lêgerîn û lêxistina nuqteyên nû wê bi keşfên Îsraîlî re were armanckirin.

Andok Şaho

Yorum Gönder

0 Yorumlar