Di konên berxwedanê yên Wargeha Penaberan a Mexmûrê de gelek çîrokên balkêş li ber çavê me ketin, yek ji van jî heyîna dayîka Xanim ya 85 salî bû ku kêlî bi kêlî di bin konê berxwedaniyê de cihê xwe girt û bû dîrokek ji bo wargehê.
Jiyan Pîran
Me xwest em bi hest û peyvên xwe van kêliyên berxwedana dayîka Xanim li ber çavan zindî bihêlîn. Dayîka Xanim di nava çadirên berxwedanên de ruhê rengê heyîna berxwedaniyê û azaweriya bi têkoşînêre zêdetir dike. Her çalakvan ku di bin konê berxwedanê de dayîka Xanim dibîne hêrsa wan ya li hember zilma heyî xurtir dike.
Mîna gelek dayîkên Botanî dayîka Xanim bi derketina Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê re soza têkoşîna azadiyê dide, bi sekna xwe ya li bin konê berxwedanê jî dide diyar kirin ku wê heta kêliya dawî ya jiyanê li berxwe bidin.
Di her 16’ê rojên berxwedana konê çalakiyê de dayîka Xanim bi heyîna xwe hêviyên serkeftinên bilind dike. Zarok, ciwan, jin û mêrên ku dayîka Xanim di kon de didîtin berê xwe didan konên berxwedanê. Di gelek kêliyên berxwedanê de dayîka Xanim bi dengbêjiya xwe ruhê têkoşînê zindî dike. Ger dayîkek têkoşîn kir sembola xwe ya jiyanê ti astengiyan nasnake. Ji ber wê ye ku ne temenê zêde, ne nexweşî, ne ji avhewaya Mexmûr nahêle ku dayîka Xanim gav bi paş de bi avêje. Her ku şert û mercên berxwedanê zehmetir dibe sekna dayîka Xanim bi watetir dibe. Rûyê ji qormîçekan zûha bûyîn bi hêviyan zîndî dike, ev zîndibûn, dihêle ku zarokên di himbêza dayîka xwe de jê hêzê bigrin daku bibêjîn jiyanek aram li ser vê axê mîsogere.
Em hindek di bikevin nava kûrahiya berxwedena Dayîka Xanim. Dayîka Xanim beriya 85 salan li gundên Gundikremo yê bajarê Şirnexê ji dayîk dibe. Bi derketina têkoşîna azadiyê rêxistinê nasdikin. Ji wê rojê û şûnde bi malbatî ve soza şopandina rêya têkoşîna azadiya Kurdistanên didin. Li ser vê sozê jî dema dewleta Tirk dixwaze wan neçarî cerdevantî û îxanetê dikin, berê xwe didin Başûrê Kurdistanê û di bin yek ji penaberê doza azadiya Kurdistanê.
Di vê penaberiyê de nexweş, talak û êşkenceya nayên bîra mirovan bi çavê xwe dibîne û jiyan dikin. Du lawên wî di penabertiyê de beşdarî nava şoreşê dibin. Lawek wî di nava refên şoreşê de şehîd dikeve yê din jî heta van kêliyan ji bo azadiya Kurdistanê li serê çiyayên azad têkoşînê dimeşîne.
Bi gotina civakî ya dibêjin ‘Yên ku xwîna wan di vê şoreşê de hatî rijandin, bêhtir girêdayî vê dozê ne’ mêzandinek cûdatir li dayîka Xanim û hestên temaşe bike. Lê ger em heqîqeta gelê Botanê temaşe dikîn yên ku soza şûpandina vê dozê dayîn heta dawî li ser doza xwe mane.
0 Yorumlar