Ticker

10/recent/ticker-posts

‘Berxwedana gel wê qayûman têk bibe’

Dayîkên Wargeha Penaberan a Mexmûrê diyar kirin ku divê gelê Kurd li hemberî qeyûman xwedî yek helwest bin be gotin: “Qayûmên li şaredariyên Bakurê Kurdistanê tên ferz kirin bê hiqûqî û bê mafiya li hember îrade û dengê gele. Lê dewlet li hemberî îradeya gel xwe ranagire.”

Jiyan Pîran


Dewleta Tirk ya dagirker ji bo destserkirina şardariyên Bakurê Kurdistanê ji 4’ê Mijdarê ve dest bi qeyûman kiriye. Di serî de Mêrdîn, Batman, Xelfetî, Dêrsim, Pulur herî dawî jî li ser şaredariya Mîksê qeyûm ferz dike.

Têkildarî vê mijarê dayîkên Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji ajansa me re axivîn û kiryarên dewleta Tirk yên li hemberî şaredariyên Bakurê Kurdistanê şermezar kirin.

Video Player
00:00
07:17

‘Gelê Kurd xwedî baweri ye’  

Dayîka bi navê Helîm Hilalî di destpêka axaftina xwe de êrişên li ser şaredariyên Bakurê Kurdistanê şermezar kir û wiha got: “Li hemû deverên cîhanê hilbijartin tên pêkanîn. Gel bi dengê xwe rêveberên xwe hildibijêre. Rêveberên gel di aliyê siyasî de mafê gel di parêzin. Qayûmên li şaredariyên Bakurê Kurdistanê tên ferz kirin bê hiqûqî û bê mafiya li hember îrade û dengê gele. Ti carî zilimkar bi serneketin wê vê carê jî bi sernekevin. Li Bakurê Kurdistanê gelê Kurd bi qetilkirin, tine kirin û birsî hiştin re rû bi rû dimîne. Pêwîste gelê Kurd û gelên azadîxwaz li hemberî zilma heyî rabin serhildan û berxwedanê. Berxwedan, serhildan û serînetewandin heye ji êrişên heyî re nabe bersiv. Her netewek li ser koka xwe şîn dibe nikarin zimanê Kurdan ji nedîti ve bên. Mafê wan jî heye doza mafê xwe bikin û têkoşîn bikin. Heta niha gelê Kurd zilm li ser kesê pêkneaniye. Îro bi hezaran gelê Kurd bê suc û sedem di girtîgehan de tên girtin. Bawerî ji çek û balafiran bihêztire, em gelê Kurd xwedî bawerî ne. Ji ber wê emê teqez bi ser bikevin. Pêwîstiya kesê bi şer û aloziyan tine ye.”

Helîm Hilalî di dawiya gotinên xwe de wiha peyîvî: “Di vê pêvajoya heyî de rêya çareseriyê, pêşxistina rêya diyalogê ye. Li aliyekê dibêjin em Rêbertî bînin meclîsê li aliyekê cezayên disiplînê li Rêbertî dibirin. Bila bes xwe bixapînin êdî Kurd ne Kurdên berêye nayê listokên wan. Ez bang li gelê Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilat dikim ku li hemberî zilma heyî rabin serhildanê. Ji ber ku yê li hemberî zilmê têkoşîn neke wê têbiçe. Kî li kuderê be bila li wir be pêwîste rabe ser xwe. Ger berxwedana gel yek ruh be wê qayûman têk bibe.”

‘Divê li dijî qayûman têkoşîn bê bilind kirin’

Dayîka Fehîme Guler jî destnîşa kir ku pêwîste gelê Kurd li hemberî qayûman bi yek ruh û berxwedanê têkoşîn bike û wiha pêde çû: “Kesên bi îradeya gel hatî hilbijartin li cihên wan qayûm tên bi cih kirin. Ev ne cara destpêkê ye, ne jî ya dawiye, bi dehan caran dagirkerên Kurdistanê qayûman li ser îrada gel ferz dikin. Kesên îro qayûm li cihê wan hatîn bicih kirin bi dengê gel hatine hilbijartin. Lê dewlet li hemberî îradeya gel xwe ranagire. Ji bo ku gel bi tepisînin van êrişan pêktîne. Em berxwedana dayîk û ciwanên me yên Bakurê Kurdistanê silav dikin. Dijmin nahêlê pêşketin ji bo gelê Kurd çêbibe. Teqez serkeftin ya gelê Kurd û dayîkên Kurdane. Pêwîste em li her çar aliyên Kurdistanê li hemberî van qeyûman xwedî yek helwestî bin wê dijmin nekare tiştek bike. Divê di kêliyê de gelê me li dijî van qeyûman rabin ser xwe. Ger em dikêliyê de rabûn ser xwe emê serkeftinê bi dest bixin.”

(rn)

Yorum Gönder

0 Yorumlar