Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê çalakiya nobetê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, bi koma 99’an di roja 503’an de didome.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çalakiya nobetê ya ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de hatiye destpêkirin bi koma 99’an di roja 503’an de didome.
Merasîma dewrgirtinê li Saziya Ciwanan a Mexmûrê bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê tevahî Şehîdên Doza Azadiyê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 98’an Mahîr Tunç axivî.
Mahîr Tunç di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Wek tê zanîn Rêberê Rêber vaye 25 salin di girtîgehê de tê girtin. Divê neyê ji berî kirin tecrîda li ser Rêberê me tê pêkanîn di heman demê de li ser tevahî gelê Kurd tê pêkanîn. Çi dibe bila bibe jiyanek bê Rêbertî jiyanek bê wateye. Ji bo ku em civaka xwe azad bikin pêwîstiya me bi Rêbertî heye. Mafê gelê Kurd heye ku bi awayek fîzîkî bi Rêberê xwe re azad bijî. Her çiqas Rêbertî bi awayê rawanî û bîrdozî de azad jî be, lê îro bi awayek fîzîkî girtiye. Rêber Apo ji bo me nexşe rêya azadiyê ye. Emê bi ruhê Mezlûm, Egîd, Zîlan û Bêrîtana têkoşîna xwe bilind bikin û bigihînin asta serkeftinê. Em Berxwedaniya Rojavayê Kurdistganê ji dil û can silav dikin û piştgiriya xwe ji bo wan diyar dikin.”
Merasima dewrgirtin bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Berxwedana Rojava’ di dawî bû.
0 Yorumlar