Ticker

10/recent/ticker-posts

Şêniyên Mexmûrê bi meşeke girseyî piştgirî dan berxwedana Rojava

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî li dijî êrişên çeteyên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê meşek girseyî lidarxistin. Di meşê de hat gotin: “Dewleta Tirk niha dibin navên komên cûda de êriş dike û dixwaze destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê ji holê rakin. Em li vê derê bang li raya giştî ya cîhanê dikin ku êrişên pêktên her çiqas bi navê hin komên çete pêktên, lê di pişt wan koman de dewleta Tirk a dagirker heye. Pêwîste civaka navdewletî beriya ku komkujî li ser gelên Suriyeyê çêbin, bi erk û berpirsyartiyên xwe rabin.”

Di saet 14:00’an de şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) ji bo şermezarkirina êrişên çeteyên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê, li ber Saziya Malbatên Şehîdan kombûn û dest bi meşê kirin.

Meşa gel heta ber avahiya NY’ê berdewam kir. Di meşê de dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana Helebê” û “Bê serok jiyan nabe” berzkirin.

Piştî meş gihişt ber avahiya NY’ê li vê derê li ser navê şêniyên wargehê daxuyaniyek ji aliyê Hevşaredarê Waregeha Mexmûrê Edban Yilmaz ve hat dayîn.

Edban Yilmaz di destpêkê de êrişên çeteyên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û berxwedana QSD, YPG, YPJ û hemû xelkê Rojava û Şêxmeqsud a li beramberî êrişan silav kir. Edban Yilmaz wiha dom kir: “Wek tê zanîn navenda şerê cîhanê yê sêyemîn Rojhilata Navîne û di nava wê de jî Kurdistane. Hêzên QSD, YPG û YPJ ji bo parastina gelê Kurd û gelên herêmê li berxwe didin. Dewleta Tirk bi rêya çeteyên DAIŞ’ê êrişî ser nirxên gelê Kurd û Rojavayê Kurdistanê kir. Lê xeyalên Erdogan ên ku dixwest bi destê DAIŞ’ê îradeya gelê Kurd bide şikandin û tûne bike, vala derxist û bi têkoşîna xort û keçên her çar parçeyên  Kurdistanê ev çeteyên DAIŞ’ê hatin tûnekirin.

Niha jî dibin navên komên cûda de êriş dike û dixwaze destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê ji holê rakin. Em li vê derê bang li raya giştî ya cîhanê dikin ku êrişên pêktên her çiqas bi navê hin komên çete pêktên, lê di pişt wan koman de dewleta Tirk a dagirker heye. Pêwîste civaka navdewletî beriya ku komkujî li ser gelên Suriyeyê çêbin, bi erk û berpirsyartiyên xwe rabin. Her wiha gelê me yê Rojava ji heft salî ta heftê salî divê li kêleka hêzên xwe yên leşkerî bisekinin. Çawan ku êrişên DAIŞ’ê têkbirin, bi heman rengî divê li dijî van êrişan jî  li berxwe bidin û têk bibin.”

Edban Yilmaz wiha dawî li axaftina xwe anî: “Her çiqas wek gelê Mexmûrê em bi kîlometreyan ji gelê Rojava dûrbîn, lê em bi dil û mejiyê xwe li gel wene, em silavên gelê wargehê ji were rêdikin. Bila dost û dijmin baş bizanin ku ev îradeya heta îro maye, wê ji îro û şunde jî bi şer, kuştin û talanê nikaribin tine bikin. Ev şerê man û nemanê ye, pêwîste Kurdên li hemû welatên cîhanê rabin û li dijî van êrişan helwest nîşandin.”

Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî berxwedana QSD’ê” bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar