Ticker

10/recent/ticker-posts

Mamosta bi xwendevanên xwe re 27’ê Mijdarê pîroz kirin

Mamosta Hisên Kara ku li Mexmûrê dijî, di refê de bi xwendevanên xwe yên seretayî re Cejna Vejînê ango 27’ê Mijdarê bi coşek mezin pîroz kir û ji xwendevanên xwe re qala girîngî û wateya 27’ê Mijdarê kir.

Armanc Herekol

Cejna Vejînê ango 27’ê Mijdarê ku roja salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ye, îsal jî li her derê Kurdistan û derveyî welat bi coş û moralek mezin hate pîrozkirin û hîna jî pîrozbahî didomin.

Yek ji qada ku her sal reng bi reng pîrozbahî lê têne kirin, Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr). Xelkê Mexmûrê îsal jî bi meş, şahî û kareografiya ku bi ala PKK’ê hatî çêkirin, bala tevahî raya giştî û medyaya dijîtal kişand ser xwe.

Yek ji pîrozbahiya biçûk û wateya wê mezin, pîrozbahiya xwendevanên mamosta Hisên Kara û xwendevanên wî yên seretayî ne. Mamoste Hisên û xwendevanên wî li dibistanê refa xwe ji bo pîrozbahiyê xemilandin û coşa 27’ê Mijdarê di refa xwe de jiyan kirin.

Beriya şahiya biçûk û biwate destpê bike, mamosta Hisên Kara ji xwendevanên xwe re têkildarî wate û girîngiya 27’ê Mijdar û PKK’ê ji xwendevanên xwe re kir û wiha got: “Salvegera damezrandina PKK’ê ye. PKK di sala 1978’an de li Amed, gundê Fîsê hate damezrandin. Beriya ku PKK bê damezrandin, li ser me çewisandin û zordariyek mezin hebû. Dewleta Tirk nedihişt em bi zimanê xwe baxivin û bijîn. Kurdan bi Kurdî nedixwend. Her wiha dewleta Tirk rê ne dida cil û bergên Kurdan. Çanda Kurdan tune dihat hesibandin. 27’ê Mijdarê cejna me ye. Piştî PKK’ê pêşketin û destkeftiyên mezin çêbûn. Îro ger em dikarin bi zimanê xwe bixwînin û bijîn, ev bi saya PKK’ê ye. Ev keda Rêber Apo ye. Rêber Apo parastin nîşanî me da û Kurdan êdî karîn xwe biparêzin û perwerde bikin. Êdî bi saya PKK civaka Kurd nasnameya xwe diparêze. Ev jiyana azad û civaka azad, keda Rêber Apo û şehîdane. Em dubare Cejna Vejînê li we pîroz dikin.”

Piştî axaftina mamosta Hisên, li ser her mêzeyê xwendevanan find hatin pêxistin û xwendevanan bi stranan 27’ê Mijdarê pîroz kirin. Piştî wê fêkî hatin xwarin, bi coş û kelecanek mezin xwendevanan find temirandin û gihiştin dawiya şahiya xwe.

Yorum Gönder

0 Yorumlar