Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo mîsogerkirina azadî ya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şikandina tecrîda girankirî ku di 19’ê Tirmaha 2023’an de hatiye destpêkirin, di roja 497’an de bi koma 98’an bi biryardariyek xurt berdewam dike.
Merasîma dewrgirtinê li Saziya Ciwanan a Mexmûrê bi deqeyek rêzgirtin ji bo Şehîdên tevgera Azadiyê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 97’an Pinar Bayar axivî.
Pinar Bayar di destpêka axaftina xwe de 46’emîn salvegera Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) pîroz kir û wiha got: “Ev nêzî 46 mehin tecrîdek girankirî li ser Rêber Apo tê meşandin. Dewleta Tirk ya faşîst û qirker bi salane bi vê rûreşî, faşîzm û bê exlaqiyê xwe li ser lingan digire. Êdî nizane bi çi awayî pêşî li firkirê Rêbetî bigire jiber wê serî li tecrîdê dide. Bi vê boneyê ev nêzî salek û nîve, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî çalakiyek bêhempa tê meşandin. Em bang li tevahî ciwanên azadîxwaz dikin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di nava çalakiyan de bin.”
Herî dawî di bin dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî Berxwedana Îmralî’ de koma 98’an çalakî dewr girt.
0 Yorumlar