Hewildanên artêşa Iraqê yên dorpêçkirina Wargeha Mexmûrê didomin. Li beramberî van hewildanan Netewên Yekbûyî, Parlementoya Iraqê û rêkxistinên mafê mirovan û mafê penaberan heta niha bêdengî hilbijartine, heta niha têkildarî mijarê tu helwest nîşan nedane û tu bersiv jî nedane. Parlementerek yê Iraqê di vê mijarê de dibêje; “Penaberên Wargeha Mexmûrê ji aliyê PDK’ê û dewleta Tirk ve rûbirûyê rewşek xirab û metirsîdar bûne.”
Artêşa Iraqê di 20’ê Gulanê de xwest derdora Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi têlan bigire. Di danê êvariya 20’ê Gulanê de hêzên Iraqê bi çekan êrişî xelkê Wargeha Mexmûrê kirin û xelkê Wargeha Mexmûrê jî bi keviran bersiva wan da. Di encama gulebarana artêşa Iraqê de ciwanê bi navê Ehmed Emer Mijînî birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê. Berxwedana xelkê wargehê ji 20’ê Gulanê ve li dijî hewildanên dorpêçkirinê yên artêşa Iraqê bê navber û bi biryarî didome.
Di nava 15 rojên borî yên êriş û hewildanên dorpêçkirinê yên artêşa Iraqê de heta niha Netewên Yekbûyî, rêkxistinên mafên mirovan yên Iraq û Herêma Kurdistanê herwiha lîjneyên mafên mirovan li Parlementoya Iraqê û Parlementoya Herêma Kurdistanê tu helwest û bertek nîşanî artêşa Iraqê nedane û bêdengî hilbijartine. Ji bilî helwest nîşandanê, ev sazî û rêkxistine rewşa ku li Mexmûrê diqewime ji nedîtî ve tên rola sê meymûnan dileyîzin.
Rojnews’ê têkildarî mijarê peywendî bi endamên Lîjneya Mafên Mirovan ya Parlementoya Herêma Kurdistanê û Desteya Mafên Mirovan ya Herêma Kurdistanê kir. Lê bi heceta ku Wargeha Mexmûrê dikeve derveyî sînorê îdareya Herêma Kurdistanê û dikeve sînorê di bin kontrola hikûmeta Iraqê de ew nikarin tu helwestan nîşan bidin û daxuyaniyan li ser rewşa Wargeha Mexmûrê bidin.
Ajansa Rojnews’ê li ser hewildanên dorpêçkirina Wargeha Mexmûrê bi rêya peywendiya telefon û email’ê peywendî bi Nûnerên Netewên Yekbûyî ya Iraqê re çêkir lê ew jî bê bersiv ma û li ser mijarê ne axivîn.
Artêşa Iraqê ji bilî hewildanên têlkirin û dorpêçkirinê, hewl dide ava vexwarinê li ser xelkê Wargeha Mexmûrê bibire. Ev jî binpêkirina destpêkê ya mafên jiyankirinê ya mirovane, dixwazin bi vê rêyê xelkê Wargeha Mexmûrê neçarî pejirandina dorpêçê bikin û biryarê pêkbînin. Lê xelkê Wargeha Mexmûrê li dijî vê hewildana artêşa Iraqê bi tundî û bi biryar rawestiya nehişt ava vexwarinê li ser wan bê birîn.
Di derbarê mijarê de Endama Lîjneya Mafên Mirovan ya Parlementoya Iraqê û çalakvanê mafên mirovan Hîbe Qeys ji Rojnews’ê re axivî û wiha got; “Rewşa Wargeha Mexmûrê di serê mirovan de pirsan çêdike. Çima di vê rewşa taybet de dixwazin xelkê Wargeha Mexmûrê dorpêç bikin û zextê li wan dikin? Hewldanên pêşîlêgirtina derbazbûna alîkariyên mirovî ji Wargeha Mexmûrê re kiryareke ne mirovî ye û binpêkirina mafên mirovane. Ji ber ku rewşa penaberan bi giştî li welat di şert û mercên pir zor û zehmet de derbaz dibe.
Hîbe Qeys di dewama axaftina xwe de diyar kir ku îro xelkê Wargeha Mexmûrê di nava planek metirsîdar de ye. Raporên mafên mirovan tekezî li rewşa metirsîdar dikin ku bi pêşengiya PDK’ê û hinek aliyên dijî penaberên Wargeha Mexmûrê ev plana qirêj xistine meriyetê.
Herwiha Qeys bibîr xist dewleta Tirk gelek zilm, zordarî û bê mafî li xelkê Wargeha Mexmûrê kiriye. Lê tevî ku zagonên navneteyî yên ji bo parastina penaberan hene jî, lê li beramberî binpêkirina mafên penaberan, ziyan dayîna wan, pêşîlêgirtina alîkariyên ji bo wan tên şandin ev zagonane di meriyetê de nayên bicihanîn.
Di derbarê rewşa niha ku li Wargeha Mexmûrê tê jiyîn û hewlên ferzkirina dorpêçê li ser wargehê çalakvanê mafên mirovan Mistefa Elî ji Rojnews’ê axivî. Elî destnîşan kir ku pirsgirêka Wargeha Mexmûrê pirsgirêkek siyasî û mirovî ye, rasterast bi Netewên Yekbûyî paşê jî bi hikûmeta Iraqê ve girêdayî ye. Lewra pêwîste Netewên Yekbûyî û hikûmeta Iraqê li ser rewşa Wargeha Mexmûrê bicivin, nîqaş bikin û çareseriyek xweşik ji pirsgirêkê re bibînin. Ne ku rabin yekalî rewşek awarte li ser xelkê Wargeha Mexmûrê bidin ferzkirin.”
Elî balkêşand ser xweserbûna Wargeha Mexmûrê ji wargehên din yên li Iraqê û wiha pêde çû; “Rewşa penaberên Wargeha Mexmûrê ji wargeh an jî kampên penaberên mucahîd an jî milîtarîst cuda ye. Ji ber ku xelkê Mexmûrê xelkek sivîl û bê çekin. Bi salana li Iraqê weke penaber jiyana xwe diborînin û heta niha tu kiryarên wan yên ne asayî li dijî Iraq û tu dewletên din çênebûye heta ku hewlên dorpêçkirinê li ser vî xelkî bidin ferzkirin.”
Mistefa Elî ji ber zextên wan yên li ser daxwaza dewleta Tirk ya dagirker yên bi armanca dorpêçkirina Wargeha Mexmûrê, rexneyên tund li Hikûmeta Herêma Kurdistanê ûHikûmeta Navendî ya Iraqê kirin û wiha got; “Ez gelek bifikarim ji ber bêdengiya rêkxistinên mafên mirovan yên Iraqê û Herêma Kurdistanê ku heta niha tu gotin û helwest têkildarî nêzîkatiyên artêşa Iraqê yên li ser Wargeha Mexmûrê ne gotine û nîşan nedane.”
Ji hemû rêkxistinên mafên mirovan yên Iraqê tenê Federasyona Seranserê Penaberên Iraqê têkildarî dorpêçên li ser Wargeha Mexmûrê helwest nîşan da ku banga li hikûmeta Iraqê kir ku dest ji dorpêçkirina Wargeha Mexmûrê berde herwiha bang li Netewên Yekbûyî jî kir ku xwedî li Wargeha Mexmûrê derbikeve û rê nede rewşên wiha li ser xelkê Mexmûrê bên ferzkirin.
Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî li sala 1998’ê li ber çiyayê Qereçûx hatiye avakirin û têde 12 hezar welatiyên sivîl dijîn. Xelkê Wargeha Mexmûrê Kurdên Bakurê Kurdistanê ne ku di encama şewitandina gundên wan, girtin, kuştin û revandina xizmên wan ya ji aliyê dewleta Tirk ve ku bi destê JÎTEM û Hîzbûllahê (Huda Par’a niha) kir bi neçarî dest ji mal, milk, xizim û warê xwe yê bi sedan salan berdan û sala 1994’ê bi neçarî koçberî Başûrê Kurdistanê bûn.
Wargeha Mexmûrê komek Kurdên penaberên bê nasname û bêparin ji hemû mafên mirovan. Gundên wan yên li Bakurê Kurdistanê hatine şewitandin, kesûkarên wan hatin kuştin, girtin û windakirin. Niha jî di bin dorpêç û ambargoya PDK’ê de, di bin êrişên balafirên bê mirov yên dewleta Tirk ya dagirker de dijîn. Îro jî bi êrişek ya artêşa Iraqê ku hewl dide vî gelî bi têlkirin û kule avakirinê dorpêç bike re rûbirû maye.
0 Yorumlar