Fermandarê Biryargeha NPG’ê Murat Karayilan berxwedana gelê Mexmûrê ya li dijî hewldanên dorpêçê silav kir û banga, “Hêvî dikin pirsgirêk bi diyalogê çareser bibe. Di dema êrîşên DAIŞ’ê de gerîlayên me ji bo parastina gel çûbûn Mexmûrê. Paşê piraniya wê hate kişandin, tenê komeke biçûk ma. Eger hikûmeta Iraqê û NY garantiya parastina gelê me bide, em amadene wê koma xwe biçûk jî bikişînin.”
Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan di bernameyeke Stêrk TV de mijarên di rojevê de nirxand. Karayilan di bernameyê de behsa berxwedanda penaberên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê ya li dijî hewldanên dorpêçkirina kampê nirxand û berxwedana gel a li dijî planên dewleta Tirk û PDK’ê ya bi destê Iraqê dixwazin pêkbînin silav kir.
‘Xelkê Mexmûrê rûmeta gelê Kurd e’
Karayilan axaftina xwe bi silavkirina berxwedana gel destpê kir û vê peyamê da: “Beriya her tiştî xelkê me yê Mexmûrê yê welatparêz û fedakar ji dil û can silav dikim. Sekna wan bi rêzdarî silav dikim. Xelkê me yê Mexmûrê ji bo me di nava tevahiya gelê Kurd de semboleke, rûmeteke. Bi sekna xwe ya welatparêz a bi şeref li tevahiay Kurdistanê xwedî temsîliyetekê ye.”
‘Dewleta Tirk dixwaze Iraqê li ber dostên wê rake’
Fermandarê NPG’ê Mûrat Karayilan diyar kir hewldana artêşa Iraqê ya dorpêçkirina wargehê li ser daxwaza dewleta Tirk bûye û got: “Rast e, me ji çapemeniyê bihîst ku leşkerên Iraqê dixwazin dorpêç bikin, têlan bi cih bikin, kulûbeyan ava bikin. Em vê yekê bi baldarî dişopînin. Diyar e ku Iraq li ser daxwaza dewleta Tirk ketiye nava liv û tevgerê. Lê belê divê Iraq lîstikên dewleta Tirk bibîne. Dewleta Tirk dixwaze dora Iraqê vala bike. Dixwaze Iraqê li ber dostên wê rake, bi hev bixîne. Dewleta Tirk li ser Iraqê hesaban dike. Dixwaze hikuemta Iraqê, dewleta Iraqê bêrûmet bike, armancên xwe lê ferz bike, lawaz bike û bixe bin bandora xwe. Dixwazin bibêjin ‘Hûn mîrateya Osmanî ne ji bo me’. Ew Iraqê di vê çarçoveyê de dinirxînin. Bi vî mejî nêzîk dibin.”
‘Divê Iraq nebe leşkerê li ber destê dewleta Tirk’
Karayilan bang li Iraqê jî kir, siyaseta dewleta Tirk a li dijî wê bixwe jî ferq bike û vê peyamê da: “Mînak beriya niha bi 7-8 salan Serokwezîrê Iraqê bi rengekî fermî got, ‘Em dixwazin dewleta Tirk leşkerên xwe ji Başîqayê vekişîne’. Ka, Tirkiyeyê vekişand? Na, berevajî vê yekê zêdetir kir. Ji ber ku Tirkiye naxwaze Iraq bibe dewleteke bi rûmet û xwedî karakter; dixwaze bixe bin kontrola xwe. Li ser Iraq û Sûriyeyê hesabên xwe hene. Lewma divê hikumet û dewleta Iraqê mejiyê Tirk ê xwedî têgihiştina AKP-MHP’ê bibîne û nebe leşkerê li ber destê wan. Bi gotina ‘Em ê avê ji bo we berdin, hûn jî Mexmûrê dorpêç bikin, Şengalê hal bikin’, daxwazên xwe li ser te ferz dikin. Ji xwe bi zext û ferzên li ser hikumetên Sûriye û Iraqê dixwazin encamê bi dest bixin. Ji ber vê yekê divê dewleta Iraqê li hemberî van kiryarên Tirkiyeyê hişyar be. Mîna ku xelkê me yê Mexmûrê di çapemeniyê de jî got, pirsgirêkeke xelkê me yê Mexmûrê bi dewleta Iraqê re nîne.”
‘Kî berê xwe bide Mexmûrê divê êrîşên DAIŞ’ê ji bîr neke’
Karayilan diyar kir di dema şerê DAIŞ’ê de Mexmûr Hewlêrê û bajarên din jî parast û ji herkesê xwest li gorî vê rastiyê nêz bibin û wiha pêde çû: “Kî berê xwe bide Mexmûrê divê beriya her tiştî êrîşên DAÎŞ’ê bi bîr bînin. Wê demê kî li ber DAÎŞ’ê sekinî? Tenê vî gelî û şervanên wê li dijî DAÎŞ’ê bûn xwedî îrade û çepereke mezin. Hewlêr jî, bajarên din jî parastin. Ev ne tiştekî biçûk e. Divê kes vê ji bîr neke. Divê her kes vê bibîne. Ev bi tena serê xwe rûmeta Kampa Mexmûrê nîşan dide.”
‘Hêvî dikin diyaloga navbera Iraqê û Meclîsa gel de biserbikeve’
Fermandarê Parastina Gel Mûrat Karayilan li ser diyaloga navbera dewleta Federal a Iraqê û Meclîsa Gel jî wiha axivî: “Em di wê baweriyê de ne ku diyaloga navbera dewleta Iraqê û meclîsa xelkê me yê Mexmûrê wê bi ser bikeve, pirsgirêkan bi diyalogê çareser bikin. Ew der kampeke ku penaberên siyasî lê ne. Ne rast e ku bi rengekî leşkerî bê dîtin. Belê; dema ku êrîş hate kirin me jî weke gerîla berê xwe dan gelê xwe ji bo parastinê, lê belê piştre me hêzên xwe vekişand. Niha hêzeke me ya gelekî biçûk maye; eger pêwîst be em ê wan jî vekişînin. Yanî çend kesên li wê derê, nabe weke ku rewşa penaberiya siyasî ya gelê me têk dibe, bê dîtin. Eger bê xwestin, ew jî dikarin bêne vekişandin. Ji xwe hejmareke gelekî kêm e.”
‘Eger Iraq û NY garangiya parastina Mexmûrê bidin, emê wê koma xwe ya biçûk vekişînin’
Karayilan ji bo çareserkirina pirsgirêkê jî bangeke girîng li NY û dewleta Iraqê kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Eger dewleta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî temînatê bidin ku wê gelê me biparêzin, ji bo me pirsgirêk nîne û wê kesekî bi tenê jî li wir nemîne. Tedbîr û çareya vê yekê heye. Gelê me yê li wir gelekî sivîl e. Zarok, jin, extiyar, her kes karê xwe dike. Berevajî îdîayên dewleta Tirk, cihekî welê nîne ku êrîş ji wê derê li hemberî Tirkiyeyê tê kirin. Ev îdîa rast nîne. Lewma em bawer dikin û li bendê ne ku pirsgirêkên li wê derê bi diyalogê çareser bibin.”
0 Yorumlar