Cîgirê Sekreterê Giştî yê Eniya Feyl Hemîd Reşîd Abdi derbarê hewldanên dorpêçkirina wargeha Mexmûrê de got; “Tirkiye ji bo kontrolkirina wargeha Mexmûrê, zextê li aliyên siyasî ên bi Tirkiyeyê ve girêdayî, dike.”
Iraq 3 rojin hewl dide derdora wargehê bi têlan dorpêç bike, berxwedana xelkê Mexmûrê ya dijî dorpêçê di roja xwe ya 3’yan de dewam dike.
Cîgirê Sekreterê Giştî yê Eniya Feyl Hemîd Reşîd Abdi derbarê hewldanên Iraqê yên ji bo dorpêçkirina wargehê, ji ajansa me re axivî.
Hemîd Reşîd got ku Tirkiye dixwaze birêya aliyên siyasî Mexmûrê kontrol bike û wiha pêde çû; “Penaberên wargeha Mexmûrê di encama planên Hewlêr de dibin ambargoyê dene. Tirkiye hertim wargehê bombebaran dike û serweriya xaka Iraqê binpê dike. Tirkiye ji bo berfirehkriina planên xwe yên nava welat, aliyên Iraqê erkdar kiriye. Iraq guh nade daxwazên xelkê herêmê, lê li pey daxwazên PDK’ê û dewleta Tirk a dagirkere.”
Aktivîstê Êzidî yê bi navê Seydo Ehmedî jî derbarê heman mijarê de ji ajansa me re axivî û got; “Kurdên di nava wargehê de ji kontrolkirina hêzên pêşmerge ditirsin ku wargehê dorpêç bikin. Ev hewldanên dorpêçkirinê jî hemû ji bo berjewendiyên dewleta Tirkiyeyêne. Ti pirsgirêka xelkê wergehê bi Artêşa Iraqê re nîne, lê nûçeyên di medya PDK’ê derdikevin durî rastiyê ne.”
0 Yorumlar