Berxwedana xelkê Mexmûrê ya dijî dorpêçkirinê 3 rojin, şev û roj dewam dike. Xelkê wargehê bi şev û roj di bin konên berxwedanê de li dijî hewldana têlkirinê ber xwe didin. Dayîkên Mexmûrê yên li binê kon di nava berxwedaniyê de ne axivîn û diyarkirin ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin û rê nedin derdora wan were dorpêçkirin.
Dayîka bi navê Şerîfe Soydan da zanîn ev 30 salin ew penaberin û got: “Ji bo di hilbijartinê de Erdogan bi serbikeve, dewleta Tirk zextan li ser hikûmeta Iraqê dike û ew jî li ser daxwaza wan êrişê me dikin. Ev sê rojin êrişê me dike. Em şêniyên Mexmûrê sê rojin li vê derê ne, ma me çikiriye, em penaberin. Ev deh kampin em diguherin. Ma wê nû derdora me bigrin? Ji xwe her der li me qedexekirine. Em dewleta Tirk şermezar dikin. Em bang li hemû Kurdên xwedî şeref dikin ku ji bo Wargeha Mexmûrê rabin ser lingan. Em soz didin heta dawiyê emê li vir li ber xwe bidin. Em penaberin me ti zilm li kesê nekiriye. Dijmin zilmê li me kiriye û me dikuje. Welatên ku ji bo dorpêç û êrişên li ser Mexmûrê destekê didin hikûmeta Iraqê em wan şermezar û lanet dikîn. Daxwaza me tenê ewe ku bela xwe li me nedin û me rehet berdin.”
Dayîka bi navê Emîne Kara jî got: “Ev 30 salin em penaberin, bang li Neteweyên Yekbûyî û hemû saziyên mafên mirov dikîn ku bi erka xwe rabin û li Kampa Mexmûrê xwedî derkevin.”
0 Yorumlar