Ticker

10/recent/ticker-posts

Şêniyên Mexmûrê ên ku leşkerên Iraqê gule berdabûn malên wan axivîn

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) têkildarî êrişa Iraqê ya ku di 20’ê Gulanê de çêbûyî axivîn û gotin: “Çi bide bila bibe emê serî li himberî ti hêzan netewînin û heta dawiyê emê berxwe bidin.”


Hewldana Artêşa Iraqê ya ji bo têlkirina derdora wargeha şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) dewam dike. Artêşa Iraqê di sibeha 20’ê Gulanê de bi dehan wesayîtên zirxî, çek, polîs, hêzên taybet û têlên ji bo dorpêçê, hewl dan derdora wargehê bi têlan dorpêç bikin. Hêzên Iraqê bi çekan êrişî xelkê Wargeha Mexmûrê kirin û xelkê Wargeha Mexmûrê jî bi keviran bersiva wan da. Di encama gulebarana Artêşa Iraqê de ciwanê bi navê Ehmed Emer Mijînî birîndar bû.

Leşkeran piştre gule bi ser xelkê de teqandin. Leşkeran gule berdan nava wargehê û gelek gule bi pencereyên malên di nava wargehê de ketin û vê yekê metirsiyek mezin çêkir. Guleyên ku leşkeran berdan, bi gelek pencereyên malên di nava wargehê de ketin.

Di derbarê vê yekê de welatiyên Mexmûrê ku gule li mal û dukanên wan ketîn ji Rojnews’ê re axivîn.

‘Dixwestin bêyî agahiya me, derdora me têl bikin’

Welatiyê bi navê Qedrî Şirîşeyî ku gule li firina wê ya nan pehtinê ketibû da zanîn ku wan gelek cih guhertine, lê cihê ku herî zêde em lê mayî Wargeha Mexmûre û wiha got: “Ev nêzî 25 salin em li vêderê dijîn. Beriya ku ew êriş çêbibe me amadekariyên xwe yên ji bo hatina firinê dikir, me ji nişkan ve li jêra malên me dengê qîr qîrekê hat me temaşe kir li pêşiya wargehê hêzek ya leşkerî bi hemû erebeyên xwe yên zirxî, polîs, tank, topên û hwd ve amadebûye. Ji jêr heta jora wargehê xwe kiribûn rêz di pozîsyona şer de bû, dixwestin bêyî ku agahiya me ji tiştekê çêbibe derdorê wargehê bi sîm û kuleyan dorpêçbikin. Ev cihê kargeha min di nava wargehê de ye, ew guleyên ku hatîn berdan kargeha min ketin. Fîşekên ku gihiştî heta vêderê, encex çekekî wek docka yan wekî be. Di nava wê pevçûnê de ciwanek me bi guleyê birîndar bû.”

‘Bi fermana dewleta Tirk ev tê pêkanîn’

Qedrî Şirîşeyî wiha axaftina xwe berdewam kir: “Me serî de jî got ev 25 salin em li vêderê jiyan dikin, di dawiya ev qas sal de bi fermana rejîma faşîst a Tirk û hevkarê wê dewleta Iraqê dorpêçek li ser me tê ferzkirin. Ne tenê dorpêç, em kirine bazara ku ka wê avê çawan ji Tirkiyê re berdin an na, ka wê Tirkiye çawa razî bikin bi wî awayî li ser me bazaran dikin. Raste rast ji me re gotin yan hûnê vêderê terk bikin yan jî tişta ku Tirkye li ser me ferzdike emê li ser we pêkbînin. Bi giştî ev 30 salin em li Iraqê jiyan dikin, pêkanîna tiştek wisa derveyî mirovî, civakî û derveyî exlaqiye. Em dizanin ev êriş ji kuderê destpê kiriye û heta kuderê jî aniye. Lê encamên vêya çi dibe bila bibe, ti niyetên me yên wisa nîne ku em wisa bi rehetî serî bitewînin û xwe teslîmî hinekan bikin ji ber ku ev 30 salin me vê yekê nîşanî her kesê daye. Li ser vî bingehî em dubare yên ku ev êrîş pêkanî û yên ku hevkariya wan jî dikin şermezar dikin.”

‘Wargeha Mexmûrê bi tenê nehêlin’

Her wiha welatiya bi navê Bêrîvan Nerexî jî hêrsa xwe ya li hemberî êrişa Iraqê anî ziman û wiha pê de çû: “Hikumeta Iraqê çi ji me dixwaze, çima êrişê me dike? Em ji Bakur ji ber zilma dewleta Tirk hatin vêderê, li vêderê jî dewleta Iraqê wê zilmê li ser me pêktîne. Heta ku dilopek xwîn di laşê me de hebe em nahêlin ew derdorê me bigrin û sîm bikin. Ti heqê wan li me nînin ku êrişê me bikin, herî zêde zarokên me ditirsin, deroniya wan xirabune ma heta kengê emê li ber zilma wan bin? Banga min ji bo tevahî gelê Kurd ewe ku wargeha Mexmûrê bi tenê nehêlin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar