Artêşa Iraqê ku hewl dide derdora wargehê bi têlan bigre, rê nade çapemeniya ji derve jî derbasî wargehê bibe û dengê wan bigihîne raya giştî.
Ji 20’ê mehê ve Artêşa Iraqê hewl dide derdora wargeha şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) têl bike. Ji wê rojê ve Iraqê rê jî li ser wargeha penaberan ya Mexmûrê girtiye. Artêşa Iraqê rê nade kes bikeve hindir û dervey wargehê.
Vê carê Iraqê rê li çapemeniyê jî girt, li gorî agahiyan gelek saziyên ragihandinê dixwazin bikevin wargehê û berxwedana xelkê Mexmûrê bişopînin. Lê Artêşa Iraqê rê nade ti çapemeniyek ji derve bikeve nava wargehê û dengê xelkê wargehê bigihîne raya giştî.
0 Yorumlar