Şêniyên Wargeha Mexmûrê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tûndî şermezar kirin û bang li CPT, saziyên mafên mirovan û tevahî gelên azadîxwaz kirin da ku ji tecrîdê re bêdeng nemînin û wiha gotin: “Her kesê ku rolê wê hebe, divê ji bo azadiya fîzikî ya Rêber Apo têkoşîn bike.”
Armanc Herekol
Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev zêdeyî 2 sal in, bi ti şêweyê agahî jê nayê girtin, ji Rojnews’ê re axivîn û banga xûrtkirina têkoşîna li dijî tecrîdê kirin.
‘Cîhan ji tecrîdê re bêdenge’
Jina bi navê Helîm Şirnexî di destpêka axaftina xwe de tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulalh Ocalan bi tûndî şermezar kir û wiha got: “Ev dû sal in, ti agahî ji Rêber Apo nayê standin û ev yek me pir bêzar dike. Rêber Apo ne tenê Rêberê Kurdan e, Rêberê tevahî mirovên bindest e. Em di serî de CPT û tevahî hevkarên wan şermezar dikin. CPT xwedî li axaftinên xwe dernakeve. CPT got ez çûme Îmraliyê û tiştek bi gelê Kurd re parve nekir. Ne tenê CPT, tevahî cîhan ji vê bê exlaqî û rêzaba dij mirovî yên li ser Rêber Apo re bêdeng e. Ji bo wê wek Kurd divê em têkoşîna xwe xûrtir bikin.”
‘Rêber Apo sedema azadiya jinan e’
Helîm Şirnexî di dewama axaftina xwe de diyar kir ku wê îsal bibe, sala azadiya fîzikî ya Rêber Apo û wiha pê de çû: “Jin divê xwedî li Rêber Apo derbikevin. Ji ber ku tişta Rêber Apo ji jinan re kirî ti kesî nekiriye. Rêber Apo bû sedem ku jin hemû azad bin. Ji bo wê em bang li her kesê dikin, li dijî vê tecrîdê rabin ser lingan û têbikoşin. Rêber Apo rûmeta me ye. Divê em wek jin, vê tecrîdê bişkînin.”
‘Gelê Kurd tecrîdê qebul nake’
Her wiha li ser heman mijarê şêniyê bi navê Hacî Nerexî jî da zanîn ku ev du sal in, tecrîdek girankirî li ser Rêber Apo tê meşandin û bi ti şêwazê ew agahî ji Rêberê xwe nagirin û wiha axivî: “Bi vê tecrîdê re, bê mafiyek mezin li gelê Kurd tê kirin. Gelê Kurd vê neheqiyê qebul nake. Ev rêbaz, rêbazek dijî mirovahiyê ye. Em wek gelê Kurd ji vê bê mafî û bê exlaqiyê nerazî ne. Bila dijmin bizane, ti caran gelê Kurd, dest ji Rêber Apo bernade. Heta ku gelê Kurd hebe, wê ji bo Rêber Apo têkoşîn bike û li ser lingan be.”
‘Divê ti kes ji tecrîdê re bêdeng nemîne’
Hacî Nerexî da diyarkirin ku Rêber Apo, Rêberek netewî û gerdunî ye û wiha axatina xwe domand: “Rêber Apo ji bo mafê hemû zindiyan têkoşîn dike. Îro em dibînin, li her derê cîhanê xwedîderketinek a li Rêber Apo heye. Rêber Apo îradeya gelan e. Em bang li qada navnetewî dikin, her kesê ku rolê wê hebe, divê ji bo azadiya fîzikî ya Rêber Apo têkoşîn bike. Kesên ku dibêjin, em mafê mirovan diparêzin, divê ji tecrîda girankirî ya li ser Îmraliyê re bêdeng nemînin.”
0 Yorumlar