Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê bang li gelê Bakurê Kurdistanê kirin ku divê di hilbijartinên 14’ê Gulana îsal de li îradeya xwe xwedî derbikevin û gotin: “Pêwîste gelê me helwesta xwe di sindoqan de diyar bike.”
Jiyan Pîran
Ji bo hilbijartina serokkomartî û parlementoyê wê di 14’ê Gulana îsal de li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê hilbijartin were lidarxistin. Li ser vê mijarê xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûrê bang li gelê Kurd û gelên azadîxwaz kirin ku di hilbijartinê de li Partiya Çepên Kesk xwedî derbikevin.
‘Wijadana xwe xirab neke’
Emîne Xirbestikî di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku divê gelê Kurd di hilbijartina Bakurê Kurdistanê ya ku wê di 14 Gulana îsal de were lidarxistin, xwedî li dengên xwe derbikevin û wiha got: “Em bang li gelê Botanê dikin ku di vê hilbijartinê de dengê xwe ji bo partiya xwe bikarbînin. Pêwîste herkes destê xwe dane ser wijandan xwe û wijdana xwe xirab neke. Îsal hebûn û nebûna me Kurdan divê hilbijartinê de ye. Em dayîk û bavên şehîd û şervanan silav dikin û dibêjin dengên xwe bidin xwe.”
‘Ev veger jî bi demokratîkbûna Tirkiyê gengaze’
Sediq Sipêrtî jî di axaftina xwe de bakişand li ser hêviyên kesên ji ber zilm û zoriya dewleta Tirk penaber bûyî û wiha pêde çû: “Hilbijartina li pêşiya me ji bo gelê Kurd gelek girînge. Pêwîste gelê me dengê xwe ji bo Partiya Çepên Kesk bi karbînin. Em niha 12- 13 hezar kes li Wargeha Penaberan a Mexmûrê dijîn û dixwazin êdî vegerin warê xwe. Ev veger jî bi demokratîkbûna Tirkiyê gengaze. Ji bo wê jî em bang li dost û hevalên xwe yên ku li Bakurê Kurdistanê bi taybet eşîra xwe ya Sipêrtiya dikin ku xwedî li dengê xwe derbikevin. Divê di Silopya de yek deng jî ji bo Erdogan neyê avêtin. Li cihê berxwedan lê hebe, li wir hêzek dijber jî heye. Pêwîste pirsgirêka Kurd were çarserkirin, destê me û zarokê me bigihin hev.”
Sipêrtî di dawama axaftina xwe de diyar kir ku di hilbijartina 14’ê Gulanê de divê gelê Kurd bibe kilîla çarseriyê û wiha domand: “Her carê partiyên sîstemê yên Tirkiyê bi dek û dolaban dengê gelê Kurd ji bo xwe bikartînin, pêwîste gelê Kurd neyê listokên dijmin di hilbijartinê de bibe kilila çarseriyê. Ev 30 salin em bi hesreta welatê xwe jiyan dikin, ji ber dîkdatorên mîna Erdogan em nikarin biçin ser axa xwe. Bi taybet ez bang li mala xalên xwe Îbrahîm Taşon dikim ku pêwîste êdî nebin aligirê Erdogan.”
‘Çavê me li vê hilbijartinê ye’
Welatiyê bi navê Seberî Nerxî jî bang li gelê Bakurê Kurdistanê kir ku di hilbijartina 14’ê Gulanê de li dengên xwe xwedî derbikevin û got: “Ev 29 salin em ji neheqî û şewitandina gundan a dewleta Tirk, em penaberî Wargeha Mexmûr bûne. Pêşiya me de hilbijatinek heye, wek kesek Kurd em di wijdan de di êşin û dixwazîn bang li gel, nas, dost, heval, hogir û kesên di vê rêyê de têkoşîn dikin ku destê xwe danin ser wijdana xwe û dengê xwe bide xwe. Ger divê pêvajoya hilbijartinê de em xwedî li xwe dernekevin, kes li me xwedî dernakeve. Ger em wek gelê Kurd li dengên xwe xwedî derbikevin, wê dijmin nikaribe ti lîstokan pêkbîne. Em derdora 12-13 hezar nifus li vê Mexmûrê jiyan dikin, niha çavê me giştî li vê hilbijartinê ye. Hêviya me ewe ku emê di vê hilbijartinê bi ser bikevin.”
0 Yorumlar