Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê ji ber baran û teyrokê lêhî rabû. Av ket hindirê gelek xanî û govan.
Di saetên êvarê de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê piştî baran û teyrokek zêde bariya, lêhî rabû.
Li gor agahiyan, bêy ku ziyanek canî çêbe, av ket hindirê hinek mal û govan. Dîwarên hinek hewş û xaniyan rûxiyan.
Gel û şaredariya wargehê bi derfetên xwe hewil didin rê û qenalên ku ji ber lêhiyê hatine girtin veke.
0 Yorumlar