Ticker

10/recent/ticker-posts

Fermandarê HPG’ê Cemal Andok hat bîranîn

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê Femandarê HPG’ê Cîhan Nazlîer bi nasnav Cemal Andok bi merasîmekê hat bîranîn.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Fermandarê HPG’ê Cîhan Nazlîer bi nasnav Cemal Andok ku di 21’ê Adara 2019’an de li Heftenînê gihiştibû karwanên şehîdan, bi merasîmekê hat bîranîn. Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî Şehîdên Azadiya Kurdistanê li Saziya Malbatên Şehîdan destpêkir. Piştî rêzgirtinê li ser navê şêniyên wargehê Sariya Marînos li ser jiyan û têkoşîna şehîd Cemal Andok axivî.

Sariya Marînos di destpêka axaftina xwe de hemû şehîdên rêya azadiyê bibîranî û wiha got: “Em nikarin bi gotinan kar û xebatê şehîd Cemal binîn ser ziman. Di nava vê têkoşînê de xwedî kedek binirx û giran bihabû. Em çiqasî bibêjîn emê nekaribin wesfê keda şehîdan bidin. Em bi navê dayîk û bavên şehîd û şeravanan dibêjin serê serokatiya me, rêheval û gelê walatparêz saxbe. Enceq em dikarin bi kar û xebatên xwe li şehîdan xwedî derbikevin û bibin layîqê keda wan.”

Merasîm bi bilind kirina dirûşmeya ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar