Jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî li ser 30. Salvegera wefata Dayîka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Uveyş Ocalan axivîn û gotin ku dayîka Uveyş bi anîna dinyayê ya Rêber Ocalan re ronahî da dinyayê.
Xurbet Tallî
Dayîka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Uveyş Ocalan ku di 11’ê Nîsana 1993’an de wefat kiribû, jinên Wargeha Mexmûr têkildarî wefata Dayîka Uveyş ji Rojnews’ê re axivîn û gotin ku ew wek gelê Kurd minetdarê dayîk Uveyşe ku rêberek wek Rêber Apo aniye dinyayê. Her wiha diyar kirin ku wefata dayîka Uveyş ji bo wan êşek pir girane û wê ti carî ji bîr nakin.”
‘Ev tolgirtina ku li himberî zilm û neheqiyê bi saya Dayîka Uveyş bû’
Wedîe Kosmat di destpêka axaftina xwe de Dayîka Uveyş di 30. Salvegera wefata wê de bi bîr anî û wiha got: “Dayîka Uveyş weke dayîka me hemûya bû, ronahiyek ji bo tevahî gelê Kurd anî dinyayê. Ji ber ku me li gel jiyan nekiriye, li gorî perwerdeyên ku me di derbarê jiyana Dayîka Uveyş de dîtine, dayîkek wek dayîka Uveyş nebû. Dayîkek serhildêr û ti carî li himberî neheqî û zilmê serî neditewand. Bi anîna dinyayê ya Rêber Apo re jî gelê Kurd ji xewa giran şiyar kir. Rêber Apo ji zarokatiya xwe heta dema ku diçe dibistanê li gel dayîka xwe mezin dibe. Dema Rêber Apo ji derve li gel zarokan şerdikir, lêdan dixwar û bi girî diçû malê, dayîka Uveyş nedihişt bikeve mal de heta ku wî tola xwe negirtiba. Tolgirtina ku dayîka Uveyş qala wê dikir ji bo bikaribe di dema pêş de li himberî zilm û neheqiya ku lê were kirin serî netewîne. Piştî ku Rêbertî mezin bû û çû dibistanan, neheqiya ku dewleta Tirk bi serê Kurdan di anî dît û li himberî wê neheqiyê rabû. Ev tolgirtina ku li himberî zilm û neheqiyê bi saya Dayîka Uveyş bû, ji bo wê jî em çiqas bêjin jî wê gotin kêm bimîne.”
‘Her dayîkek nabe dayîk’
Her wiha Rehîm Mijînî jî di axaftina xwe de Dayîka Uveyş di salvegera wefata wê de bi bîr anî û da zanîn ku dayîka Uveyş ne dayîkek ji rêzê ye û wiha peyîvî: “Her dayîkek nabe dayîk, ewe dayîk ya ku zarokekî baş xwedî bike. Dibêjin di dema pêxemberan de pêxemberê herî dawî Hz Muhemede piştî wî ti pêxemberek din nayê dinyayê, lê li gorî nêrîna min eger Rêber Apo di dema pêxemberan de bihatibûya dinyayê, dê wekî pêxember bihatibûya. Bi anîna dinyayê ya Rêber Apo re mirov gotin nabîne ku ji dayîkek wek dayîka Uveyş re bîne ziman. Wek gelê Kurd wefata dayîka Uveyş ji bo me êşek pir girane, heta em hebin em ti carî ji bîr nakin û emê her tim bi bîr bînin. Tolgirtina ku dayîka Uveyş bi Rêber Apo dayî pêkanîn ne ji bo kîn û nefretê bû, ji bo mirovahî û edaletê bû. Rêber Apo ji bo gelê Kurd ronahiyeke, ne tenê rêberê gelê Kurde, rêberê tevahî gelên bindest û gelên azadîxwaze. Em çiqas bêjin jî wê ji bo dayîka Uveyş gotin kêm bimîne, em dûbare bi bîrtînin û dibêjin cihê dayîka Uveyş biheşt be.”
0 Yorumlar