Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê dayîka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Uveyş Ocalan di 30. salvegera wefata wê de bi bîr anînîn.
Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê dayîka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Uveyş Ocalan di 30. salvegera wefata wê de bi bîr anînîn. Bi kombûna gel ya li Saziya Malbatên Şehîdan di kesayeta Dayîka Uveyş Ocalan de ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser jiyana dayîka Uveyş Ocalan, Mamosteya Akademiya Şehîd Jiyan, Bêrîvan Botî axivî.
Bêrîvan Botî di destpêka axaftina xwe de di kesayeya dayîka Uveyş Ocalan de hemû dayîkên şehîdan, dayîkên gerîla û tevahî dayîkên Kurdistanê bi bîr anî û da diyarkirin dayîka Uveyş ji bo gelê Kurd dayîkekî birûmete û wiha got: “Dayîka Uveyş di 11’ê Nîsana 1993’an de ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest dide, bi hezaran kes tevlî merasîma dayîka Uveyş bûn. Dayîka Uveyş ji bo gelê Kurd dayîkekî pir bi nirx û bi wateye, ji ber vê yekê em wek gelê Kurd girîngiyekî pir mezin didin dayîka Uveyş. Rêber Apo hem ji bo dayîka Uveyş û hem jî ji bo tevahî dayîkan hest û nirxandinên xwe tîne ziman. Rêbertî dibêje, eger tû bixwazî mafê dayîka xwe bidiyê, divê tû destpêkê ji bo dayîka xwe tekoşîn bikî. Her wiha dibêje dayîka min wekî tofanekî serhildêr bû, li himberî hemû neheqiyan şer dikir. Ji bo wê jî divê em dayîkê pir bi wate û pîroz bigrin dest. Dayîk di cîhanê de hebûna herî pîroze, ji bo wê jî dema em dibêjin dayîk destpêkê ax, welat û jiyan tê bîra mirov. Ji bo ku tû bikaribî ax û welatê xwe rizgar bikî, pêwîste tû dayîka xwe ji xeterî û mexdûriyê rizgar bikî.”
Piştî axaftinê sînevîzyona ku li ser jiyana dayîka Uveyş hatibû amadekirin hat temaşekirin û piştî sînevîzyonê bîranîn bi dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’ ‘Bijî Serok Apo’ hatin berzkirin.
0 Yorumlar