Ticker

10/recent/ticker-posts

Şêniyên Mexmûrê êrişa dewleta Tirk ya li ser Silêmaniyê şermezar kirin

Xwendevan û şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) êrişa ji aliyê balefirên bê mirov yên dewleta dagirker a Tirk ve li ser balefirxaneya navnetewî ya Silêmaniyê, bi tundî şermezarkirin.


Xwendevan û şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) êrişa ku di 7’ê Nîsanê de ji aliyê balefirên bê mirov yên dewleta dagirker a Tirk ve li ser balefirxaneya navnetewî ya Silêmaniyê hatibû pêkanîn bi daxuyaniyekê şermezar kirin.

Bi beşdarbûna xwendevan û şêniyên wargehê daxuyanî bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên şoreşa Kurdistanê destpê kir. Daxuyanî ji aliyê endamê rêveberiya dibistana amadeyî ya Şehîd Koçerîn Mamoste Mistefa Ergen ve daxuyanî hat dayîn.

Mamoste Mistefa di destpêka axaftina xwe de êrîşa ku di 7’ê Nîsanê de li balefirxaneya Silêmaniyê çêbûyî şermezar kir û got: “Dema em temaşe dikin li kîjan welat, bajar û parçe dibe bila bibe her tim pêşengên Kurd, kesayetên ku ji bo standina mafên hemû mirovahiyê ked dane, bedel dane û canê xwe bexşkirine bûne hedefa êrişan. Dîsa pêşengên Gelê Kurd yên li Rojava ku li gel berpirsên YNK’ê dema ji bo karekê kombibûn li wir êrişek himberî wan pêkhat. Rejîma faşîst AKP û MHP, her wiha xiyanetkarên Kurd yên di nava Kurdan de armancekî ya wan ewe ku kesayetên dengê Kurdayetiyê bilind dikin, kesayetên ku li rûmeta mirovatiyê xwedî derdikevin bikin armanc. Em jî weke hemû xwendevan, mamoste û tevahî şêniyên wargehê bang li raya giştî dikin ku li erkê xwe yê mirovbûnê xwedî derbikevin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar