Hunermed di her kêliya jiyanê de bi hestên cuda rastiya jiyanê bi hunera xwe dixemilîne. Ji ber ku huner stargeha hestên hunermendan e. Bi dest, dil, ruh, can û hestê xwe êş, berxwedan û kelecana civaka xwe vedihunin. Bi hunera xwe civaka xwe vedibêjin û didin vegotin. Ciwanên Wargeha Penaberan a Mexmûrê jî di bin sêwana Hunergeha Şehîd Delîla de bi hestên xwe yên hunerê jiyana xelkê wargehê û gelê Kurd şirove dikin. Ji bo ku em zêdetir agahiyan di derbarê vê hunergehê de kom bikîn yek ji avaker û mamostayên vê hunergehê Mamosta û wênesaz Elî Bîlen ji ajansa me Rojnews’ê re axivî.
Hunermed di her kêliya jiyanê
Mamosta Elî Bîlen bi komek xwendevanên hevalê xwe re li ser pêşniyara mamostayê xwe, di sala 2004’an de li Wexfa Jinê dest bi perwerdeya şêwekarî yan jî xêzkirina wêneyan dike. Ruxmê hemû bêderfetiyan jî ti caran Mamosta Bîlen dest ji armanca xwe ya fêrbûna wêne xêzkirinê bernade.
Bi guhertinê dem re derfetên Hunergeha Şehîd Delîla li gor pêvajoyên wargeh têde derbaz dibe tê guhertin. Ev hem di aliyê erênî de hem jî di aliyê nerênî de bandorî li ser mamosta û xwendevanên Hunergehê Şehîd Delîla çêdike. Em dikarin bibêjin ev hunergeh jî cihek yê berxwedana ciwanên wargehê ye. Bi hunera xwe berxwedaniya gelê wargehê û gelê Kurd li ser rûpelên spî xêz dikin û dikin mîrateyên vê berxwedana tê kirin.
Mamosta û Şêwekar Elî Bîlen balkişand li ser bêderfetiyên rojên destpêkê ku çawan di germahiya havînê de ji bo heskirina xwe ya hunerê li berxwedan û wiha got: “Me bi komek biçûk di odayek biçûk ya Saziya Wexfa Jinê de dest bi perwerdeya hunerê kir. Me gelek bêderfetî dît. Lê ji ber ku heskirina me ya li hember hunerê zêde bû me li berxweda. Mamostayê ku em perwerde dikirin jî wek me xwendevan bû li zaningehê dixwend, li kêleka xwendina xwe perwerde dida me. Tê bîra min odeya ku em têde dixebitîn havînan zêde germ bû rûpelên ku me wêne li ser xêz dikir ji ber xuhdanê şil dibû. Bi demê re defetên me çêbûn ku dikarin niha bi sedan xwendevan li vir perwerde dikin. Deriyê hunergeha me ji hemû ciwan û xelkê wargehê re vekiriye. Em gelek ciwan li vir di aliyê hunerî de hatin perwerdekirin û heta niha jî dewam dike. Ez hem diçûm dibistanê hem jî min perwerda wêne xêzkirinê didît. Demekê ji ber zanîngehê min navber da karê hunerê. Ji ber ku ez ne bi xwestek çûbûm zanîngehê, berî mehek biqede min dev jê berda û vegeriyam ser karê hunerê ya wêne çêkirinê. Huner êdî bûye parçeyek ji jiyana min ger ez rojek neyên vê derê sebera min nayê.”
Mamoste Elî Bîlen di berdewama gotinên xwe de diyar kir ku êrişên li ser jinê tên pêkanîn wek hunermed wî bandor dike û dixwaze bi hunera xwe balê bikişîne li ser jiyana jinê û wiha pêde çû: “Di roja me ya îro de herî zêde di civakê de êriş li ser bedena jinê û fikrê jinan çêdibe. Ez jî dixwazim bi hunera xwe êş, berxwedan û zilma li ser jinê tê pêkanîn vebêjim. Min heta niha ti hunermedekî beriya xwe ji xwe re ne kiriye rehber, ez dixwazim hunera xwe bi şêwazê hestê xwe bixemlînim. Lê li ser şêwazê xêzkirina wêneyan gelek lêkolîn dikim. Şehîd Delîla hem şoreşgerk hem jî di aliyê hunerê de xwedî kedek mezin bû. Ji bo wê me navê hunergeha xwe bi navê jinek şoreşger û hunermend şehîd Delîla vekir.”
Şêwekar Bîlen di dawiya gotinên xwe de destnîşan kir ku heta niha beşdarî hemû mehrîcanên 4’Nîsanê yê ji bo Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bûye û wiha got: “Roja 4’ê Nîsanê rojek bi wate ye. Ji ber ku roja rojbûn û şiyarbûna gelê Kurd e, Gelê Kurd bi rojbûna Rêberî re ji xewa sedan salan şiyar bûn. Min beşdarbûna xwe ji bo hemû pêşangehên hunerî yên mihrîcanên 4’ê Nîsanê ku li wargehê hatîn lidarxistin re çêkiriye. Beriya rêya wargehê were girtin me pêşengehên hunerî li Navçeya Mexmûr, bajarê Silêmanî û Kerkûkê çêdikir. Li her sê cihan jî gel eleqeyek zêde nîşanî pêşangehên me dan. Ez bang li tevahî ciwanên me dikim ku li pey xeyalên xwe herin û hertim ji bo armanca xwe têkoşînê bikin.”
0 Yorumlar