Di van kêliyan de bê navber tevgerek zêde ya balefirên keşfê li ser asîmanê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) heye.
Li gorî agahiyên ji nuçegihanê me yê herêmê hatine girtin, di van kêliyan de li ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi nizmî û bê navber balefirên keşfê digerin.
Nayê zanîn balafir yên dewleta Tirk a dagirker in, yan jî ya welatek din.
Hêjayî gotinê ye ku gelek caran Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji aliyê balefirên bê mirov û bi çek ve hatiye bombebarankirin ku encamê de şehîd û birîndar çêbûne. Herî dawî di 29’ê Tebaxa 2022’yan de balefirên bê mirov û bi çek ên dewleta Tirk a dagirker li Wargeha Mexmûrê malek kir hedef û welatiyê bi navê Ebûzêd Dêrhînî ku bavê 6 zarokan bû hate şehîdxistin.
0 Yorumlar