Ticker

10/recent/ticker-posts

Ji bo gerîlayê HPG’ê konê sersaxiyê hat vedan

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê ji bo gerîlayê HPG’ê Dilşad Gever konê sersaxiyê hat vedan û hate gotin, bi saya şehîdan dijminên gelê Kurd nikarin bigihijin xeyalên xwe.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê ji bo gerîlayê HPG’ê Dilşad Gever konê sersaxiyê hat vedan. Konê sersaxiyê ji aliyê sazî û gelê wargehê ve hat ziyaretkirin. Bi kombûna gel a li ber konê sersaxiyê di kesayeta Şehîd Dilşad Gever de ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Endama Kordînasyona Meclîsa Îştar Pakîstan Bîlen axivî.

Pakîstan Bîlen di destpêka axaftina xwe de di kesayeta şehîd Dilşad Gever de tevahî şehîdên şoreşa Kurdistanê bi bîranî û got: “Em ji bo azadiya gelê Kurd şehîd didin.  Ji bo wê jî dema mijar dibe şehîd mirov çiqas bêje gotin jêre kêm dimîne, em nikarin ked û xebatên ku wan dane bi çend gotinan bînin ziman. Bi saya van şehîdan dijmin nikarin bigihijin xeyalên xwe. Li ser vî bingehî em dibûre dibêjin bila serê Serokatî, rêhevalên wî, malbata hêja û tevahî gelê Kurdê azadîxwaz saxbe.”

Her wiha li ser navê malbatê jî mamê şehîd Dilşad Gever, Ziya Geverî axivî û destpêkê xêrhatina gelê amade kri û wiha axivî: “Serê Rêber Apo saxbe, serê gelê Kurd û rêhevalên wî yên di çeperan de li ber xwe didin saxbe, şehîd Namirin.”

Piştî axaftinan merasîma bîranînê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar